Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
Di bîranînên li gelek bajarên Ewropayê hatin lidarxistin de ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê soza serxistina têkoşîna civakî ya demokratîk hat dayîn.
Di bîranînên li gelek bajarên Ewropayê hatin lidarxistin de ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê soza serxistina têkoşîna civakî ya demokratîk hat dayîn.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek navendên Ewropayê hatin bibîranîn.
NANTES
Li bajarê Nantes ê Fransayê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin bibîranîn. Gelek kes tevlî bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nantesê hat lidarxistin bûn. Salon bi wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate xemilandin.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyonek kurt hate pêşandan.
Hevserokên ku di çalakiyê de axivîn, îşaret bi rola pêşengiyê ya Kaytan û Altûn kirin û wiha gotin: “Hevrê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku bi Rêber Apo re dest bi têkoşînê kirin, bûn nefer û ruhê têkoşîna şoreşgerî.”
Di tevahiya bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Nûnerê ku li ser navê DKTM’ê mafê axaftinê girt têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên ji pêvajoya damezrandina PKK’ê ve vegot.
Pişre Mazlûm Şiyar ku bi Riza Altûn re di heman girtîgehê de maye, axivî. Şiyar îşaret bi kesayetiya mutewazî yê Altûn kir û diyar kir ku di her cihê ku erk digirt de helwestekî encamgir nîşan dida.
DRAGUIGNAN
Li bajarê Draguignan ê Fransayê jî li salona Frejusê di şexsê Altûn û Kaytan de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê û Sirri Sureyya Onder çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinên Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan berdewam kir. Nûner destnîşan kir ku bersiva herî mezin a li hemberî şehadeta kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ew e ku xwedî li mîrateya ku ew hiştine derkevin.
Helbestek ya Alî Haydar Kaytan ji aliyê Hevserokê Meclîsê Vedat Topçû ve hat xwendin. Piştî xwendina helbestê girseyê rabû ser piyan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berz kir.
Di dawiya çalakiyê de sînevîzyona li ser Altûn, Kaytan û Şehîdên Meha Gulanê hate pêşandan.
ROMA
Li paytexta Îtalya Romayê ji aliyê Komaleya Çanda Kurd a Ararat ve ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Di bîranînê de hevrêyê şehîdan wiha got: “Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku nûnerên heqîqetê ne, şehîd bûn lê têkoşîna wan dewam dike. Têgihiştina heqîqetê ya hevalan wê bibe xeta me ya esas.”
Di bîranînê de sînevîzyona li ser Altûn û Kaytan hate pêşandan.
INNSBRUCK
Li bajarê Innsbruck ê Awistiryayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û sînevîzyona li ser jiyana Kaytan û Altûn hate pêşandan.
Piştre li ser navê DKTM’ê Nûrettîn Dêrîk axivî û diyar kir ku Altûn û Kaytan pêşegên ku hevrêtiya Apoyî ya rastîn herî baş jiyanî kirin e. Dêrik diyar kir ku bi biryara fesihkirina PKK’ê re pêvajoyekî nû hatiye destpêkirin û wiha got: “Em çiqas xwedî li vê pêvajoyê derkevin, em ê ewqas destê Rêbertî xurt bikin.”
KIEL
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kîelê hat organîzekirin, di saet 15:00’an de destpê kir û gel bi girseyî tevlî bûn.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya parastina mîrateya berxwedanê ya şehîdan.
Di çalakiyê de sînevîzyona li ser têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate pêşandan.
Bîranîn bi peyamên berdewamkirina têkoşînê û dilsoziya bi bîranîna şehîdan bi dawî bû.
REIMS
Li bajarê Reîms ê Fransayê di şexsê navên sembola PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Seyfettîn Tûtmaz de Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.
Çalakiya ku ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Arîn Mîrkan ve hate lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê xwişka Seyfettîn Tûtmaz ku beriya 34 salan şehîd bû, Asûman Tûtmaz ve hate kirin. Asûman Tûtmaz wiha got: “Min qet birayê xwe nas nekir. Bi nenaskirinê wî vegotin, ji tiştên herî zehmet e ku dilê min diêşîne. Ji ber vê bi bîranînên dayîka xwe wî ji we re vebêjim. Birayê min pir ji zarokan hez kiriye; li ku derê zarokek dîtibûya hez dikir. Heywan dostên wî yên herî nêz bûne. Bi wan re xwarina xwe parve dikir, wan diparast û diaxivî. Û gelek hez ji Xelîl Xemgîn dikir. Rojek dema guh dida Xelîl Xemgîn, leşker bi ser gund de girtine û birayê min kasetan li bin axê veşartiye. Dema dayîka min gotiye kurê min tu çima kasetan dikî bin axê? Birayê min gotiye, ‘Dayê dijmin tê.. Eger van kasetan bibînin wê bişewitînin. Ger ew bişewitin ez jî bişewitim. Em îro ji bo bîranîna wî kom bûn. Ew bi têkoşîna xwe ne tenê kasetên Kurdî, lê bîra gelekî parast. Kevirên ewil ên ku me ji tarîtiyê bibe ronahiyê danî. Niha tişta ku dikeve ser me ew e ku vê mîrateya hêja bi rûmet hilbigirin, mezin bikin û bi Kurdistana azad tacîdar bikin.”
Hevberdevkê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û Berdevkê KOMAW’ê yê Fransayê Celîk Akdogan jî axivîn û li ser têkoşîna şehîdan axivîn.
Bîranîn piştî axaftinan bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir.
BERLİN
Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan-Hêvî û Nav Berlînê hat organîzekirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê pêk hat.
Çalakî bi Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Nav Berlînê Nûrsel Yildiz axaftinek kir.
Di çalakiyê de bavê Şehîd Riza Amed, Mele Abdurahîm Tarhan jî axivî. Tarhan bal kişand ser girîngiyia Kaytan û Altûn ji bo gelê Kurd û wiha got: “Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn du fermandarên mezin bûn. Ev şehîdên ku xwedî li ziman, nasname û hebûna xwe derketin, sembolên berxwedanê ne.”
Bîranîn bi guhdarkirina helbestên Alî Haydar Kaytan dewam kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyana Altûn û Kaytan hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Biji Serok Apo”, “Be Serok Jiyan Nabe” ve “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê çalakiya ku ji bo Şehîdên Meha Gulanê hate lidarxistin, diyarî ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin. Çalakiya ku gelek kes tevlî bû, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di bîranînê de helbesta “Ez mirov bûm” hate xwendin û kêliyên hestiyar hate jiyîn.
Li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan Lokman Aslan axivî û diyar kir ku ew ê meşa xwe ya li ser rêya şehîdan bidomînin.
Siyasetmedar Pero Dundar jî destnîşan kir ku dîroka PKK’ê di heman demê de dîroka şehîdan e û wiha got: “Têkoşîna ku 52 sal in dewam dike, her dem bi mezintir dewam kir. Niha erk ketiye ser milên me. Divê bi pêşengiya jin û ciwanan vê têkoşînê mezintir bikin.”
Di axaftina li ser navê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de jî hate diyarkirin ku Konfederalîzma Demokratîk a ku Rêber Apo pêş xist, îlhamê dide gelên cîhanê.
Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça jî di avakirina civaka demokratîk de bal kişand ser rola pêşengiyê ya jinan. Akça diyar kir ku Kaytan û Altûn bi xebatên xwe yên li Ewropayê karîne ku gel qezenc bikin û wiha got: “Ji bo bibin layiqê wan divê têkoşînê mezin bikin. Divê banga aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo esas bigrin.”
Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin û loqme hat belavkirin.
MULHOUSE
Li bajarê Mulhosê ya Fransayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve di şexsê Altûn û Kaytan de ji bo hemû Şehîdên Meha Gulanê û Sirri Sureyya Onder çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan Lokman Aslan axivî û diyar kir ku ew ê meşa xwe ya li ser rêya şehîdan bidomînin. Çalakiya bi tevlîbûna zêde, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Çalakiya bîranînê bi axaftina Berdevkê Komîsyona Rêxistinbûnê dewam kir. Berdevk bal kişand ser jiyana têkoşînê ya Altûn û Kaytan û got ku bersiva herî mezin a li hemberî şehadeta wan xwedîderketina li mîrateya şoreşgerî ye ku ew hiştine ye.
Di çalakiyê de helbestek ya Alî Haydar Kaytan ji hate xwendin. Piştî xwendina helbestê girseyê rabû ser piyan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berz kir.
Her wiha sînevîzyona li ser Altûn, Kaytan û Şehîdên Meha Gulanê hate pêşandan.
ANVERS
Li bajarê Anvers ê Belçîkayê jî ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakî hate lidarxistin.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê bi tevlîbûna gelek Kesan ji bo şehîdên nemir çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Çalakiya bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. Di çalakiyê de Berdevka Meclîsa Gel a Skandinavyayê Menîce Yîgît Yildirim li ser rola şehîdan di şoresa Kurdistanê de axivî û di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî.
Her wiha hevrêyê wan ê têkoşînê Agirî Şaho ku derfet dîtiiye wan ji nêz ve nas bike, bîranîn û çavdêriyên xwe vegot û bal kişand ser helwesta îdeolojîk û tevkariyên rêxistinî yên Kaytan û Altûn.
Di çalakiyê de sînevîzyona li ser têkoşîna Kaytan û Altûn hate pêşandan. Di dema pêşandana sînevîzyonê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.