Sînîrlîoglû û Mesûd Barzanî li hev rûniştin
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Sînîrlîoglû û Mesûd Barzanî hevdîtin kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Sînîrlîoglû û Mesûd Barzanî hevdîtin kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Sînîrlîoglû û Mesûd Barzanî hevdîtin kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû yê ku ji bo hin danûstandinan li Başûrê Kurdistanê ye, piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, bi Mezûd Barzanî re rûnişt.
Hevdîtin li ofîsa Serokatiyê ya li navçeya Selahaddîn a bajarê Hewlêrê pêk hat. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên; têkiliyên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê û rewşa dawî ya li herêmê hatin nirxandin.
'EM DIXWAZIN TÊKILIYÊN XWE DERXÎNIN ASTEKE BILINDTIR'
Piştî hevdîtinê daxuyaniyek fermî nehat dayîn. Lê tê gotin ku Sînîrlîoglû xwestiye têkiliya aborî, leşkerî û dîplomatîk a bi Başûrê Kurdistanê re derxînin asteke bilindtir.