BI DÎMEN

Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

Mûstafa Karasû, diyar kir ku ti carî Kaytan tevî ku bêhtir hilberîn dikir jî helwestek ku dixwaze ‘li pêş be’ raber nekiriye û got ku fikrên xwe weke fikreke hevpar a hevrêyên xwe nîşan da.

Em beşa duyemîn a bernameya Medya Haber TV’yê ya ku endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû tê de behsa şehîd Alî Haydar Kaytan ê yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê dike, diweşînin.

“Dema ku min cara ewil hevrê Fûat nas kir, tişta ku herî zêde bandor li min kir sekna wî bû. Ez bi taybetî ji hurmet û nêzîkatiya wî ya nerm gelek bandor bûm. Nêzîkatiyek wî ya gelek bi hurmet hebû. Ev nêzîkatî dihişt ku kesên li hember wî jî hurmet nîşan wî bidin.

Dema ku min heval Fûat nas kir, min ji xwe re got, "Ew mirovekî baş e, yekî ku her kes dixwaze pê re bibe heval." Di hev naskirina ewil de nêrîneke min a wiha pêş ket. Loma jî her ku me ew didît, em kêfxweş dibûn, dibişirîn û bi germî nêzîkî wî dibûn.

Helwestek wî hebû ku qet kesî nediêşand. Hestên wî dagirtîbûn, hê wê demê min hîskiribû. Bi nêzîkatî, hest, gotin û helwesta xwe ya bi hurmet re têkiliyeke samîmî ava dikir. Ev ne silavek an sohbetek e ku tenê formalite be an hewcedariyek nasînê be; Ew têkiliyek rastîn, hevaltî raber dikir û we bi eşkere vê yekê hîs dikir.

Ez ji destpêkê ve bi hevalê xwe Fûat re di nava têkiliyeke wisa de bûm. Beriya ku em bibin Apoyî jî, girêdana di navbera me de samîmî û tijî bawerî bû. Piştî ku em bûn Apoyî ev têkilî hîn kûrtir bû û rengekî din bi dest xist. Di navbera me de bawerî hebû. Heval Fûat xwedî sekneke ku bawerî dida. Dida hîs kirin ku hevrêyekî ku bawerî dide her kesî. Ev hesta pêbaweriyê di têkiliyên ku bi hemû hevalên xwe re çêkiribû de dihat hîskirin. Ev bandorên yekem bûn li ser min.

Weke ku min berê jî diyar kiribû, xwedî biryardariya herî xurt a şoreşgerî bû. Heta wisa nîşan da ku ew ê heta dawiya jiyana xwe vê têkoşînê bidomîne û bi awayekî herî baş bimeşîne. Bi dîtina min her kesê ku hevrê Fûat nas kiriye, nêrîneke wiha li hember wî pêş ketiye. Ew di wateya rast de mirovekî xwedî doz bû; heta dawî xwedî li doza xwe derdiket. Bêyî teredût xwedî li doz, hevaltî û rêhevalên xwe derdiket.

Carekê piştî mirov pê re dibe heval, êdî gumanê mirov ji bo hevaltiya wî namîne. Di vî alî de di têkiliyên heval Fûat de dilsozî, bawerî û hestiyar her tim li pêş bû. Helbet li dor armancek hevpar, fikrek hevpar kombûn û bi hev re têkoşîn esas bû; Lê di têkiliya heval Fûat de tişta ku herî zêde derdiket pêş hestên kûr ên ku mirov pê hîs dikir bû.

Bi demê re, ev têkilî veguherî avahiyek bi hest, wate, nirx û dilsoziyê. Weke ku Rêber Apo jî gotiye, "Rêhevaltî yekîtiya du kesan a li dora heqîqetê ye." Heval Fûat jî rêhevaltî û têkiliyên xwe li ser esasê vê heqîqetê dijiya. Rêhevaltiya wî; Rêhevaltiya heqîqetê bû ku cîhana manewî, exlaqî û armancên îdeolojîk di nava yekîtiyê de dida jiyîn. Taybetmendiyên wî yên ku herî zêde li gorî gotina Rêber Apo ya “Rêhevaltî yekîtiya du kesan a li dora heqîqetê ye” hebû. Hevrê Fûat her tim wisa tê bîra min.

 RÊHEVALTIYA WÎ YA TÊKOŞÎN Û XEBATÊ

Weke mirovekî têkoşer û xwedî doz hevalek ku her tim bawerî dida û li kêlek wî têkoşîn dihat meşandin. Ew xwedî sekneke hêz dayînê û xurtkirina hevrêyên xwe bû. Ne dixwest derkeve pêş çavan. Dema ku mirov pê re di nava xebatek de cih digirt, helwesteke ku hewl dida hevrêyên xwe derxe pêş raber dikir. Gelek caran em bi hev re xebitîn, lê wî tu carî xwe dernexist pêş.

Her kesî dixwest bi heval Fûat re bixebite; ji ber ku ew guh dida fikrên we, wate û qîmet dida ramanên we. Di xebatan de fikrên xwe dernedixist pêş û li ser tu kesî xwe ferz nedikir û zext nedikir. Em hemû ne wisa nin. Lê heval Fûat bi rastî jî wisa bû.

Ez carna li ser kesayeta xwe lêhûr dibim; wisa bi min tê ez di nava xebatan de hewl didim fikrên min bandortir derkeve pêş. Min carnan ji xwe pirsî, ka gelo dema ku ez fikrên xwe vedibêjim ez nerehetiyê didim kesên ku ez pê re dipeyivim. Lê kesê ku bi heval Fûat re bixebite, wê zehmetiyeke wiha nejiya; Bi awayekî rehet tevdigere. Ji ber ku ew karê we xurt dike, piştgirî dide we û hêz dide we.

Em bi salan bi hev re xebitîn; Em di heman kampê de, di heman komê de man; Me di heman xebatan de cih girt û me erkên hevpar girt ser xwe. Bi taybetî di xebatên îdeolojîk de me gelek bi hev re xebat meşand. Demeke dirêj em di nava Roşinbîriya Zanist, Komîteya Hunera Zanist û Qada Îdeolojîk de bi hev re bûn. Em bi hev re çûn hin herêman û li heman cihî xebitîn. Di vê çerçoveyê de têkiliyeke me ya pir nêzîk a xebatê hebû. Di tevahiya vê pêvajoyê de, rojekê jî di navbera me de pirsgirêk û nîqaşek herî biçûk derneketiye. Ez wisa difikirim ku ev yek ji ber şêwaza xebatê ya heval Fûat e. Ji ber ku wî dixwest hevkarê xwe xurt bike; Dixwest hevalê wî xurt û li pêş be.

Tu carî nêzîkatiyek wî ya wekî "Ez dixwazim li pêş bim û bêm dîtin" nebû. Ez bawer dikim ku ev taybetmendiya wî ne tenê ji aliyê min, ji aliyê hemû hevalên ku pê re xebitîne ve hatine ferqkirin. Her çend hêza wî ya fikrî ji yekî din bêhtir be, her çend zêde berhem bikira û bêhtir nîqaş bikra jî wisa nêz dibû. Eger fikrek wî hebe û bi bandor îfade bike jî, wê fikrê weke şexs aîdê xwe nabîne; wekî fikrên hevpar ên hevrêyan nîşan dida.

Heta ku di hurmetê de qisûr çênebe, hevrê Fûat kesek bû ku her kes dikare bi hêsanî û rehetî pê re bixebite. Dema kêmasî an jî rexneyek bikira jî, bi îqnakirin û qîmet dayîna fikrên hember xwe bêyî acizkirin, îfade dikir. Ger hewce bû ku fikra we biguhere, ew ê bi rengek guncav bikira, xwedî taybetmendiyek wiha bû.

HEVALTIYA WÎ YA BI RÊBERTÎ RE

Têkiliya heval Fûat û Rêbertî pêwendiyeke ku bi rastî jî divê bi kûrahî were nirxandin û bê zanîn. Heval Fûat her tim xwedî vê nêzîkatiyê bû – a rastî di nava me hemûyan de jî ev yek hebû: Yê ku em anîne vê rastiyê Rêber Apo ye. Yê ku hêzê da me ku em rastiya Kurd nas bikin û xwe, welatê xwe, civaka xwe û cîhanê nas bikin Rêbertî ye. Em wisa difikirin. Ev rastiyeke ku nayê înkarkirin. Înkarkirina vê rastiyê bêwijdaniya herî mezin e.

Berê carnan nirxandinên mîna ‘Apo xwe ser her tiştî re dibîne, xwe pir mezin dibîne” an jî “Tenê di rêxistinê de xwedî gotin e” dihat kirin. Lê rastiyeke zelal heye: Yê ku di vê rêxistin û partiyê de herî zêde lêhûr dibe, herî zêde difikire, rê nîşan dide, rê li ber me vedike û me bi xwe, Kurdistanê û cîhanê dide naskirin Rêbertî ye. Ji xwe tu heqê vê nede, tu nikarî bibî şoreşger; Ne mimkûn e ku mirov bi wijdan be jî.

Di vî aliyê de yê ku herî zêde heqê vê dide Rêbertî, rêheval Fûat bû. Ji ber ku ew yek ji hevalên wî yên pêşîn bû û baş dizanibû ku Rêbertî bandoreke çawa li wî kiriye û hest û ramanên wî çawa veguherandiye. Her wiha bandora Rêbertî ya li ser guhertina hevrêyên din di aliyê fikrî, hestî û hewirdorê jî dizanîbû. Van rastiyan hemû dizanî û qîmet dida û wateyek mezin dida tevkariya Rêber Apo. Ji ber vê yekê hevalekî ku hewl dida gotinên Rêber Apo kûrtir fêm bike, xwe pêş bixe û her wiha di vî alî de xwe xurt bike û van taybetmendiyan nîşan bide.

Di vî alî de heval Fûat tevlî Rêbertî bibû. Çawa tevlî bû? Ne mîna ‘Rêbertî fikrek danî holê, ez veya qebûl dikim’ bû. Bi temamî tevlî Rêbertî bibû. Carnan tê gotin ‘mirîd’, lê ne di wê wateyê de ye. Carnan di aliyên neyînî de jî ev peyv tê bikar anîn. Mînak mîna ku nirx û îradeya wî nebe. Lê hevrê Fûat ji dil û can bi rastiya Rêbertî bawer dikir û di her kêliya jiyana xwe de vê baweriyê îsbat dikir.

Ji dema hevdîtina ewil ve dît ku Rêbertî rastiyê dibêje û dike. Rastiya rêbaz û nêrîna Rêbertî ya ji cîhanê re dît. Ji ber ku eger rêbaz û nêrîna li cîhanê rast be; gotin û kirin jî wê rast bin. Heval Fûat vê rastiyê di nava jiyanê de û bi têkiliya xwe ya bi Rêbertî re dît û pejirand û ji bo xwe got, "Rêbertî rast dibêje, divê ez xwedî li vê rastiyê derkevim." Ji bo xwe erkek wisa diyar kir: "Berpirsiyariya min e ku ez xwedî li rastiya Rêbertî derkevim. Divê ez vê bikim."

Ji ber ku wî dît û bawer kir. Di pratîkê de û di jiyana de vê yekê dît. Rêbertî biçûya kur hevalên xwe pêş dixistin. Biçûya gel malbatekê wê malbatê pêş dixist, dema diçe nava civakekê wê civakê pêş dixe. Dema ku pirsgirêkek hebe, rast çareser dike, rê û rêbazên rast dibîne. Heval Fûat ev rastî dîtin. Û biryar da ku bi Rêbertî re bimeşe û heta dawiyê bi wî re bê dudilî têbikoşe.

‘RÊBERTÎ EW GELEKÎ REXNE DIKIR Û PÊ RE DIKET NÎQAŞAN’

Rêbertî jî ev yek hîs kir. Ji ber ku hîs kîr, ez dikarim vê yekêbibêjim: Hevrê Fûat, ji ber ku dilsozê Rêbertî bû di nava rêxistinê de wisa pêş ket. Bû ew kes ku herî zêde ji aliyê Rêbertî ve dihat rexnekirin û Rêbertî nîqaş pê re dikir. Digot ku bila Rêbertî min rexne bike, da ku kêmasiyên xwe bibînim û xwe zêdetir pêş bixim. Ev nêzîkatî li gel hemû hevalan peyda nebûye. Rêbertî rexne kiriye, li hemberî wan rexneyan xehmetî hatiye dîtin. Lê belê ev yek li gel hevrê Fûat çênebûye.

Hevrê Fûat wisa li nêzî Rêbertî bûye: ‘Bila bibêje, rexne bike da ku ez jî xwe zêdetir pêş bixim.’ Vê yekê rewşeke taybet di navbera têkiliya wan de ava kiriye. Hevrê Fûat hemû fikrên û her tiştê xwe li gel Rêbertî parve kiriye. Rêbertî jî bi heman awayî. Ji ber vê yekê têkiliyeke taybet e.

Dema ku Rêbertî wê şehadeta hevrê Fûat bibihîze, wê gelekî xemgîn bibe û valahiyekê hîs bike. Qet nebe wê bibêje ku ‘ger ez rojekê derkevim, ez ê bi hevrê Fûat re nîqaş bikim, biaxivim, ew ê fikrên xwe li gelmin parve bike, ez ê jî nirxandinên xwe bikim û wê min fêm bike.’

Hevrê Fûat, gelekî dixwend. Roman jî helbest jî felsefe jî dixwend. Ji ber vê yekê nêrînên wî yên felsefîk pêşketî bûn.  Zanînên wî yên dîrokî û civakî zêde bûn. Gelek fîlozof xwendibûn. Piraniya dema wî bi xwendinê re derbas dibû. Di nava rêxistina me de hevalê ku herî zêde dixwend, ew bû.

Ji ber wê yekê bi vê zanîn û tecrûbeyên xwe Rêbertî baştir fêm dikir. Di mijara dilsoziya ji Rêbertî e mînak bû. Ger dilsozî be hemû kes dilsoz e. Em dibêjin: ‘’Ez dilsoz û fedaî me.’  Dıvê dilsozî hebe, fedaîbûn hebe lê belê divê çawa bin? Vê yekê xwe herî zêde di nêzîkatiya hevrê Fûat de xwe nîşan dida.

HEZKIRINA KURDISTAN Û TEVGERA APOYÎ

Hezkirina wî ya Kurdistanê gelekî girîng bû. Jixwe hezkirin ji aliyekîve hêmaneke şênber e jî. Ger bi rewşeke şênber re yekbûnekê ava bike wê watedar be. Jixwe hezkirina erdnigariya Dêrsimê û Dêrsimê tê wateya hezkirina Kurdistanê. Hevrê Fûat bes weke dar û avakê li erdnigariyeke nanêre. Helbet li wan jî dinêre; ji her tiştê wê erdnigariyê hez dikir.

Lê belê dema em qala Kurdistanê dikin, em qala Kurdistaneke ku bi kedên mezin hatiye avakirin, dikin. Di nava dîroka bi hezaran salan de gelek nifşan ked daye. Her wiha ew erdnigari ye ku yekem bingeha civakîbûnêlê ava bûye. Mezopotamyaya Jorîn, erdnigariya Neolîtîk… Ev jî ji bo hevrê Fûat gelekî watedar û girîng bûn.

Hezkirina Kurdistanê di rastiyê de hezkirina mirovahiyê ye. Ne tenê ji ber ku welatê Kurdan e, ji ber ku Kurdan ked daye, bi kedê ev nirx hatine afirandin û ji ber ku wî jî giramî dida vê kedê gelekî jê hez dikir.

Lê belê ji aliyê din ve dema ku mirov nirxên Kurdistanê yên ji aliyê mirovahiyê ve afirandine difikire, hezkirina Kurdistanê zêdetir bû. Jixwe di helbestên xwe de tim qala vê yekê dikir. Temaya welat, hezkirina welat gelekî derdiket pêş. Min beriya niha jî anî ziman;  çawa ku li hemberî dijmin hêrs nebe şoreşgertiya mezin nayê kirin, hez jî nebe nayê kirin. Hêrs bes têrê nake. Divê hezkirin jî hebe.

Di wê şoreşgertiya mezin de hêrs û hezkirin zêde girîng in. Rêber Apo jî dibêje: ‘Pîvanên redkirinû qebûlê di avabûna kesayeta şoreşgerî de gelekî girîng in.’ Red tê wateya hêrsê û qebûlkirin jî tê wateya hezkirinê.  Ji ber wê yekê hêrsa hevrê Fûat a li hemberî dijmin jî kûr bû lê belê hezkirina welat jî gelekî zêde bû. Dema ku ev her du digihîjin hev jî şoreşgertiyeke mezin, welatparêzî, dilsozî, azweriya têkoşînê, hêza têkoşînê û enerjiyeke mezin derdikevin holê.

Erê, hêrs jî enerjiyê derdixîne holê lêbelê dema hêrs û hezkirin dibin yek ew sînerjî wê hêz û enerjiyê derdixin holê. Sînerjiyeke mezin derdixin holê. Ev yek tim hîs kiriye. Jixwe tim wêne digirtin, wêneyên hevalan û xwezayê digirtin. Wate li xwezayê bar dikir. Li gelek qadên Kurdistanê yên girîng geriya.

Ji ber vê taybetmendiya xwe hezkirina welat, hem rasterast zanebûna şênber û hemjî ya teorîk bi dest xist. Helbet zanebûna teorîk jî gelekî girîng e. Îsmaîl Beşîkçî carna dinirxîne: ‘Li Kurdistanê gelek berhemên dîrokî hene lê belê ji ber ku ev zîhniyet nîne weke keviran tên dîtin.’ Demekê rexneyên wî yên bi vî rengî hebûn. Hevrê Fûat ne wisa bû. Wateyeke dîrokî  li her kevirekî û gundekî bar dikir.

Bes ne tenê hestên xwe, hemû hestên mirovên ku bi hezaran salan li wir jiyane hîs dikir; êş û kêfxweşiyên wan. Ji ber vê taybetmendiya xwe hezkirina li hemberî welat gelekî baş nîşan dida. Ev yek dîsa bi saya Rêber Apo pêk hatiye. Rêber Apo hezkirina welat a mezin lê bar kiriye. Hevrê Fûat jî ev yek bi kûrahî jiyaye û hîs kiriye.

Min bi qasî Rêber Apo kesekî ku diaxive, dinirxîne di warên welatparêzî û hezkirina gel de xwe ewqasî pêş xistiye nedîtiye û nas nakim. Rêbertî hêzeke bi vî rengî ye. Ji ber wê yekê mirovan berê xwe da çiyayan, li welatê xwexwedî derketin, têkoşiyan û fedaîtî kirin.

Di pêşketina hestên min ên welatparêziyê de du faktorên sereke hene. Ya yekem; nirxandinên Rêber Apo ne. Nirxandinên Rêber Apo hezkirina welat û gel xurt kiriye, min di nava têkoşîneke bi vî rengî de xurttir kiriye. Ji aliyê hezkirina welat ve di tevlîbûna min de hin faktorên din jî hene. Lê belê Rêbertî ev derxistine holê û bûye sedem ku ew xwe bigihînin zanebûneke kûrtir.

Faktora din jî ez tim bilêv dikim jixwe. Dema ez li girtîgehê, pîremêrên Kurd tim di qawîşa min de bûn. Hemû hevalên temenmezin anîbûn cem min da ku ez pê re eleqedar bibim. Ez pê re eleqedar dibûm jî. Welatparêziya wan hevalan bandoreke mezin li min kiribû. Sekna wan a li hemberî dijmin ya li gel wê welatparêziyê bandoreke mezin li min kiribû. 

‘XWEDÎ LI HEVALÊN XWE DERKET’

Koma Apoyî mucîzeya ku Rêber Apo ava kiriye. Lewma divê ev mucîze bê parastin, xwedî lê bê derketin û hezkirin. Nêzîkatiya heval Fûat di vê mijarê de ji bo rêxistin û partiyê gelekî bi wate û bi nirx bû. Hevrê Fûat koma Apoyî û PKK’ê ne tenê weke rêxistineke ji aliyê komek mirovan ve hatiye avakirin, weke nirxa herî mezin a ku Rêber Apo di dîroka gelê Kurd de derxistiye holê dît.

Loma jî ji bo parastina vê tevgerê gelek ked da. Di hin deman de her çendî carnan nekarîbû têra xwe li rêxistinê xwedî derkeve û li hember wê helwestek têr pêş bixista jî, êşa vê yekê ji kûr ve hîs kir. Ji ber ku di hin deman de mîna ku dihat xwestin helwest nîşan neda û weke ku tê xwestin xwedî li tevgerê derneket, her tim ji xwe hesab dipirsî. Li ser kêmasiyên xwe disekinî û digot, “Çima min nekarî bi têrkerî tevgereke wiha dîrokî biparêzim?', 'Çima min nikarîbû helwesteke zelal li hemberî kesên ku wê demê zerar dan nîşan bidim?' Her tim êşa vê rewşê di nava xwe de dijî.

Vê êşê di hundirê xwe de dijiya û hildigiriya. Ji ber ku nirxeke mezin dida vê partiyê û koma Apoyî. Piştî Rêbertî, yê ku herî baş girîngiya vê rastiyê fêm kir heval Fûat bû. Ev yek hezkirina hevaltiyê jî pêş dixist. Ji hemû hevalên di nava vê partiyê de hez kir. Ji ber ku ewqasî ji partiyê hez dikir, hemû endam û hevrêyên wê jî hez dikir, bi hezkirinek mezin tevlî dibû û xwedî lê derdiket. Ji ber ku ev partî ji bo dîroka Kurdistanê gelekî hêja û watedar e.

Ji ber ku ji bo hevrê Fûat piştgirîkirina hevalên xwe dihat wateya piştgirîkirina partiyê; xwedîderketina li partiyê jî dihat wateya xwedîderketina li rêhevalên xwe. Her tim bi dil û can xwedî li partiyê, koma Apoyî derketiye.

BANDORA WÎ DI TEŞEBÛNA ÎDEOLOJIYA PKK’Ê DE

PKK’ê weke tevgereke îdeolojîk destpê kir. Rêber Apo ramaneke xurt a îdeolojîk derxist pêş û rêhevalê yekem ê vê ramanê heval Fûat bû. Di pêşxistina vê fikrê de Enqere jî roleke girîng lîst. Cihê yekem ku têkoşîna îdeolojîk lê bêhtir pêş ket, Enqere bû. Helbet li cihên ku pêkhateyên çepgir lê xurt bûn, weke Dersim û Dîlokê ev têkoşîn hê bêhtir bû. Li Dersimê heta te nekarîba di aliyê têkoşîna îdeolojîk de destkeftî bi dest bixista, te nedikarî pêngavek jî biavêta Dersimê.

Rêxistin û komên din li Dersimê serdest bûn û nedixwestin Apoyî bikevin wir. Ji ber ku li wir bêyî hêza îdeolojîk pêşketin ne pêkan bû. Ger îro li Dersimê tevgera Apoyî pêşketibe, para herî mezin di vê de yê hevalê Fûat e.

Ji ber ku têkoşîna wî ya îdeolojîk xurt bû û bi awayekî herî baş nûnertiya Rêber Apo û koma Apoyî dikir, gelek kadro û sempatîzan hatin bidestxistin. Di encama têkoşînek îdeolojîk de kom xwe gihand Dersimê, pêş ket û xurt bû. Ya ku ji bo vê kedên mezin da û her tim çû wir hevalê Fûat bû.

Heman tişt ji bo Enqereyê jî derbas dibe. Cihê ku herî zêde li Enqereyê nîqaşên îdeolojîk lê dihatin kirin, Fakulteya Zanistên Siyasî bû û hevrê Fûat li wir bû. Derdora fakulte, yurd û komele, navenda komên çep bûn û têkoşîna îdeolojîk herî zêde li wir dihat meşandin. Heval Fûat jî bi hêza xwe ya fikrî bandor li vê derdorê kir.

Şert û mercên wê demê cuda bûn. Derdora wê demê wisa bû ku her kes li we guhdarî dikir; Ger ramanên we xurt û rast bin, ew ê we bipejirînin. Armanca nîqaşan bi destxistina girseya sempatîzan an jî ciwan bûn.

Mînak îro li Kurdistanê PKK’ê bi bandor e û îdeolojiya xwe rasterast ji gel û ciwanan re vedibêje. Lê wê demê ne wisa bû. Pêşî diviyabû ku çepên Tirk û komên din ên çep we rast bibînin û tevlî we bibin. Têkoşîna wê demê beriya gel diviya ji aliyê van koman ve bihatana qebûlkirin.

Niha em dibêjin: “Herin, têkoşîna îdeolojîk ji gel û ciwanan re vebêjin, rastiyên PKK’ê bidin qebûl kirin” Ji ber ku PKK’ê xwedî rastiyên mezin in. Lê wê demê ne wisa bû; rastî bi têkoşînê hatin afirandin. Diviyabû we bigota “Ez rast im” û bi argumentên rewşenbîrî îsbat bikira. Ew serdem bi rastî jî serdemeke têkoşîneke îdeolojîk a dijwar bû.

Diviyabû we xwedî kûrahiya îdeolojîk a wisa bûya ku hûn bikaribûna bersivê bidin tezên ku ji aliyê zêdetirî 40 rêxistinan ve hatine amadekirin. Ne bes bû ku hûn tenê nêrîna xwe diyar bikin; diviya bû ku hûn tezên wan jî vala derbixin. Tevgera Apoyî bi serkeftina vê têkoşîna îdeolojîk re pêş ket.

Ger bi ser neketibûya, wê di bin siya rêxistinên din de bihata xeniqandin. Ji ber vê yekê em ji vê serdemê re dibêjin “serdema îdeolojîk a yekem” û bi serketî me derbas kir. Hevalê Fûat li Enqere û Dersimê kedeke mezin da vê serkeftinê. Bi şêwaz û hêza xwe ya ramanî mirovan îqna dikir. Dema ku ew li komeleyan, li qehwexanan û li cihên qelebalix dipeyivî, guhdaran nêrîna wî rast didîtin û li hemberî tevgerê sempatiya wan pêş diket.

Yek ji cihên herî bi bandor ên di pêşxistin koma Apoyî û bidest xistina kadroyan de, Dibistana Mamosteyên Dersimê bû. Di vê dibistanê de ciwanên Riha, Mêrdîn, Colemêrg û Çewlikê hebûn. Bi keda hevalên me yên Dersimê ev der veguherî çavkaniyeke girîng a xebatkarên tevgerê.

Her wiha ev yek ji ber ku Rêbertî ji Rihayê bû, di tevlîbûna ciwanên Rihayê yên di nava refên Apoyî de bi bandor bû. Ji bo vê xebatên Rêber Apo yên li Rihayê diyarker bûn. Dibistana Mamosteyan a Dersimê bi tevahî tevlî xeta Apoyî bû û kadroyên girîng perwerde kir, ev yek encama têkoşîna xurt a îdeolojîk a li wir hat meşandin bû. Di pêkhatina vê têkoşînê de rola heval Fûat diyarker bû.

LI GEL PARADÎGMAYA DIGUHERÎ ROLA WÎ YA DI GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ DE

Piştî paradîgmaya Rêber Apo ya guherînê, hevrê Fûat di mijara bicihkirna vê guherîna paradîgmaya ya di nava kadroyên rêxistinê  û fêmkirin, qebûlkirinê de xwedî kedeke mezin e.  Divê teqez em hemû vê yekê qebûl bikin.

Ez dikarim vê yekê bi rehetî bibêjim: Hemû parêzname 30-40 carî xwendine. Wateya hemû hevokan, heya wateya bêhnokan fêm bike, xwendiye û kûrahiya wateyê bi dest xistiye. Bes ne hevok; hewl daye kûrahiya wateyê bi hemû tecrûbeyên xwe yên dîrokî û çandî fêm bike.

Ji ber vê taybetmendiya xwe jî guherîna paradîgmayê gelekî baş fêm kiriye. Bû ew kesê herî baş ku di nava civakê û rêxistinê de bide qebûlkirinû fêmkirin. Ji ber vê yekêjî hevrêtiya bi Rêber Apo re bi awayê herî baş kiriye. Hevrêtiyeke ji vê bihêztir tune ye.

Guherîna paradîgmayê bi rastî jî gelekî girîng bû.  Fêmkirin û rûniştina vê yekê ya di nava Tevgerê de jî gelekî girîng bû. Em niha hemû dibêjin ku me hinek fêm kiriye lê belê ne hêsan bû. Me bi salan paradîgmaya kevn pejirand; wisa pêş ketin, teşe girt, kadroyên xwe û civak wisa pêş xist û li gel wê serkeftinên mezin bi dest xist û têkoşînên mezin da meşandin.  Lê belê di qonaxa heyî de sepandina paradîgmaya kevin ne pêkan bû.

Ger me di paradîgmaya kevin de dewam bikira, a niha tevger hatibû tasfiyekirin. Wê ev tevger bihata tasfiyekirin. Tişta ku me li ser piyan digire,  guherîna paradîgmayê ya Rêber Apo ye. Hevrê Fûat ev yek jî baş fêm kir û da fêmkirin. Li hemû deran û gavan qala vê yekê dikir û dida fêmkirin. Çûye perwerdeyan û ev yek daye fêmkirin.

Bidestxistin û pêşxistina Rêbertî ya paradîgmayeke wiha bihêz, di encama rêbaz û nêrîna Rêbertî de derdikevin holê.  Herî baş hevrê Fûat nêzîkatiya felsefîk û rêbazî fêm kirin û dan fêmkirin.  Ji ber vê yekê jî dersa bi navê ‘Rêbaz û Rejîma Heqîqetê’ herî baş ji aliyê hevrê Fûat ve hatin dayîn û herîbaş wî da fêmkirin. Bingeha fêmkirina paradîgmayê jî girêdayî wê ye.

‘HERÎ BAŞ WÎ RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ FÊM KIR’

Heya ku ‘Rêbaz û Rejîma Heqîqetê’ neyê fêmkirin ne pêkan e ku mirov paradîgmayê fêm bike. Hevrê Fûat ev yek ji me hemûyan re aniye ziman û me guhdariya wî kiriye. Bi vî awayî me felsefeya rêbaz û rejîma heqîqetê  fêm kiriye. Hevrê Fûat destpêkê felsefe û kûrahiya wê fêm kir. Heya ku mirov felsefeya wê fêm neke, nikare paradîgmaya nû fêm bike. Fêmkirina îdeolojîteorîka nû pêk nayê.  Lê belê felsefe i gel wê yekbûnekê ava dike û fêmkirina heqîqetê vê îdeolojiyê dide fêmkirin.

Heya ku felsefeya Rêbaz û Heqîqetê neyên fêmkirin, teqez ew îdeolojî û paradîgma nayên fêmkirin. Mirov wê bibêje ku fêm kiriye lê balê şaş e. Ji ber vê yekê em gelekî deyndarên hevrê Fûat in. Bi rastî jî xwedî li Rêber Apo derket û nîşan da ku ew hevrêyê Rêber Apo yê rastîn e.  

Dilsoziya ji Rêber Apo re, di vê serdemê de bi fêmkirina paradîgmaya Rêber Apo pêkan e. Kesên ku paradîgmaya Rêber Apo fêm nekirine nikarin bibêjin ku em girêdayî Rêber Apo ne.  Nikare bibêje ku ez ew qasî girêdayî Rêber Apo me.  Ev yek teqez bi fêmkirina îdeolojî û paradîgmayê pêkan e. Jixwe mirov xwedî li fikra Rêbertî dernekeve, wêxwedî çi derkeve? Ji vî aliyî ve dilsoziya ji Rêbertî re awayê herî baş nîşan daye û li Rêbertî xwedî derketiye. Nîşan daye ku hevrêyê Rêbertî yê rastîn e.

Ji bo başfêmkirina Parêznameyan jî hewleke mezin da. Di warê ziman de jî pispor bû û zimanê Tirkî baş dizanî.  Li Tirkiyeyê 100 kesên ku bi qasî hevrê Fûat bi Tirkî dizanin yan hene yan nînin. Ev taybetmendiya xwe ji pirxwendina xwe girtibû. Ji bo vê yekê jî hewce bû ku Parêzname baş werin fêmkirin.

Rêbertî jî xwe baş îfade dike. Hevokên Rêbertî watedar in. Lê belê di mijara sazkirina hevokên teknîkî de hevrê Fûat bi rastî jî pispor bû û hemû Parêznameyên Rêber Apo bi awayekî serkeftî redakte kirin. Rêber Apo, li wir bi lez dinivîse, wext jî kêm e, ji ber vê yekê piştre redakte nake.

Hevrê Fûat her pirtûkeke Rêbertî herî kêm deh caran redakte kirine. Wisa ku salekê piştî me pirtûk dan çapkirin got ku wî ji nû ne redakte kirine û me Parêzname ji nû ve da çapkirin. Kedeke bi vî rengî da. Di Parêznameyên Rêbertî de keda hevrê Fûat gelekî mezin e.  Erê, Rêbertî ew nivîsandinû şandin lê belê ji ber ku hevrê Fûat Rêbertî baş nas dike, bêyî guherandina ziman, naverok û ruhê wan ew redakte kirine.

Ji ber vê yekê; bi rastî parêznameyên herikbar û tên fêmkirin derxistin holê. Jixwe parêznameyên Rêbertî wisa ne lê belê ji ber ku bi lez hatine nivîsandin hin kêmasiyan rû dane. Jixwe Rêber Apo jî xwestiye hevrê Fûat wan sererast bike.  Gotiye; ‘Bila hevrê Fûat redakte bike û bike pirtûk.’ Hevrê Fûat jî ev erka xwe bi serkeftî bi cih anî.

Bi rojan û mehan li ser dixebitî.  Tu kesî ev analîzên ku xwedî asteke îdeolojîk û teorîk û ev paradîgmaya nû 40- 50 carî nexwendiye.  Quranê xitim dikin lê belê ew jiberkirin e. Lê belê li vir bi temamî ji bo fêmkirina wate û naverokê hatine xwendin. Û bi rastî jî hatine fêmkirin. 

‘ASTA TÊGIHÎNA WÎ YA LI PARADÎGMAYA RÊBERTÎ GELEK XURT BÛ’

Heval Fûat di têgihiştina paradigmaya Rêbertiyê de astek xurt bi dest xistibû. Lewma divê hemû heval nirxandinên wî yên li ser paradîgma, Rêbertî, civak û kapîtalîzmê teqez bixwînin. Berê li zanîngehan li gel pirtûkeke dersê pirtûkên din didin; ji bo têgihiştina mijarê. Nirxandinên hevrê Fûat jî di vê astê de ne.

Kesê ku bixwaze Rêber Apo kûr fam bike, divê hemû pirtûkên heval Fûat bixwîne. Ez vê ne tenê ji bo civakê û her kesî dibêjim, ji bo xwe jî dibêjim. Ancax bi vî awayî Rêbertî rasttir wê were fêmkirin. Naxwe dibe ku hinek îdîa bikin ku wan Rêbertî xwendine û fêhm kirine, lê di rastiyê de hewl didin fikrên xwe mîna ku li ser navê Rêbertî rast in, pêşkêş bikin.

Ji bo ku mirov Rêbertî bi rastî fêm bike û bibîne bê ka kîjan raman an jî helwest bi rengekî rast nîşan dide, divê mirov pirtûkên hevalê Fûat bixwîne. Ji ber ku fêmkirina paradigmaya Rêbertî ne hêsan e.

TÊKILIYÊN WÎ YÊN BI PERWERDE Û HEVRÊYÊN XWE RE

Helbet herî bêhtir heval Fûat yek ji wan kesane ku di nava partiyê de perwerde daye. Bi taybetî bi heval Abbas re keda wan a perwerdeyê pir mezin e. Eger îro ev tevger li ser xeta Rêbertî bi pêş ve diçe, hemû ciwan û kadro vê xetê qebûl dikin, sedema vê keda van herdû hevalan e.

Her çiqas heval Cûma û hin rêhevalên din jî di xebatên perwerdeyê de cih girtibin jî, heval Fûat û heval Abbas di vî alî de berpirsyariyeke taybet girtin ser milên xwe. Gelek ders van hevalan dan.

Piştî veguhertina paradîgmayê heval Fûat yek ji wan kesan bû ku herî zêde perwerde dida. Di nava HPG'ê de, li akademiyên kadroyan perwerde da. Li ocaxê perwerde da. Tevlî perwerdeya ciwanan û hêzên taybet bû. Li ku derê xebateke perwerdehiyê hebûya heval Fûat li wir bû. Di perwerdehiyê de kedeke mezin da.

Di heman demê de, bi berdewamî gotar û meqale dinivîsî; Ji Serxwebûn û kovar/rojnameyên din re gotar nivîsandin. Beşdarî gelek bernameyên televizyonê bû. Ne tenê di mijarên siyasî de, hê bêhtir li ser naverokên îdeolojîk û teorîk bû.

Heval Fûat tevlî bernameya bi navê "Li ser şopa heqîqetê" bû. Ji bo kûrahiya ramanên Rêbertî bê fêmkirin, ne tenê perwerde da û nivîs nivîsand; her wiha di gelek bernameyên di televîzyonê de tevkarî li têgihiştina vê paradîgmayê kir. Di vî alî de ji bo hemû heval Partî nas bikin û rastiya Rêbertî fêm bikin kedek mezin da. Bi taybetî van salên dawî di perwerdekirina kadroyên ciwan de roleke mezin lîstiye. Ji şervanên nû bigre heta Hêzên Taybet, di gelek mijaran de ders daye. Ji xwe gelek car diçû nava Hêzên Taybet. Di pêşxistina ruhê fedaî de roleke mezin a heval Fûat heye.

Di Dîwana Serokatiyê de erk girtibû. Gelek caran xwest tevlî xebatên perwerdeyê bibe û got, "Ez ê biçim perwerdeyê bidim.” Bawerim vê mijarê ji hevalên din re jî gotibû. Perwerde nedaba rehet nedibû. Qada ku herî baş dikaribû zanîn û ezmûna xwe tê de bîne ziman, qada perwerdeyê bû.

Li herêma Behdînanê şehîd bû. Ji bo perwerdeyê bide çûbû Behdînanê, piştî ku ji perwerdeyê derket şehîd bû. Wê ji wir ji bo perwerdeyê biçûya cihek din. Pêvajoyeke wiha ya dagirtî di aliyê perwerde de hebû. Pêşî hê dema wî dagirtî bû. Piştre ne ji bo her qadê, lê ji bo qadên hatine diyarkirin diçû wir û perwerde dida. Berê bêhtir digeriya, diçû nava hemû hêzên leşkerî û li her derê perwerde dida.

Kuliyata nivîskî ya heval Fûat gelek dewlemend e. Pirtûkên wî yên li ser dîroka Partiyê, Rastiya Rêbertî, Rejîma Heqîqetê hene. Ji gotarên wî yên di kovaran de hatine weşandin, deh pirtûk hatine amadekirin. Gelek kasetên ku hê nehatine deşîfrekirin hene. Bawerim dê ji van dengan jî bi dehan pirtûk bên amadekirin. Hem ji axaftin û hem jî ji nivîsên wî dikare gelek tişt bên amadekirin.

TÊKILIYA WÎ YA BI CIWANAN RE

Heval Fûat bi coşeke mezin perwerde dida. Ûslûbê wî mirovan qanih dikir. Bi zimanê Tirkî perwerde dida, her çend dimilkî dizanibû jî bi zimanê Tirkî perwerde dida. Lê ew tenê bi dayîna dersan re sînordar nedima; Di her kêliya jiyanê de bi hevalan re eleqedar dibû. Bi taybetî li hember hevalên ciwan pir bi baldar bû. Ji wan gelek hez dikir, ciwanan jî pir jê hez dikir. Di vî alî de heval Fûat îro jî di nava me de dijî. Bi hestên xwe û ramanên xwe dijî. Bi nivîs û axaftinên xwe bi rastî di nava rêxistin, gel û partiyê de dijî. Hest û ramanên xwe di dilê her kesî de çandiye. Ji ber vê yekê fikir û hewldanên wî hê jî dijîn û wê bijîn jî.

Bi giştî ûslûbê heval Fûat nerm bû. Dema ku rexneyek kiriba jî bi ûslûbeke nerm rexne dikir. Hewl dida kêmahiyek bi zimanek nerm bîne ziman. Lê eger mijar biba pîvan, wê demê ew ê helwestek pir tund û zelal bigirta. Di vî alî de nêzîkatiya wî ya li bûyeran û helwesta wî ya li hember xeletiyan hêjayê bibîr xistinê ye. Ez dixwazim di vî alî de mînakeke taybet bidim.

NÊZÎKATIYA REXNE Û XWEREXNEKIRINÊ

Dawiya sala 19952’yan bû me li Zapê civîna Komîteya Navendî ya Partiyê li dar xist. Zekî (Şemdîn Sakik) jî hatibû.  Hemû heval hatibûn, bes hevrê Cûma nehatibû. Hevrê Abbas, Cemal û Sara hemû hatibûn. Hevrê Fûat berpirsiyarê biryargehê bû, ji ber wê yekê wî civîn bi rê ve bir. Em derbasî beşa rexne û xwerexnekirinê bûn. Platforma Zekî bû, gelek rexne lê hatin kirin. Rexneyên giran lê hatin kirin. Qet li bendê nebû. Di civînê de herî zêde Zekî  hate rexnekirin. Matmayî ma. Rabû û bi awayekî ecêb ku ev yek di nava me de tune ye, got ku ‘Ez ne wisa me, ez van rexneyan qebûl nakim’ û îtîraz kir. Hevalan dîsa rexne kir. Rexnedayîna xwe neda. Weke ku rexnedayîna xwe bike wê girîngiya wî kêm bibe, nêzîk bû.

Heya wê rojê hevrê Fûat, Zekî û ez em berpirsiyariyên biryargehê bûn. Hevrê Fûat û Zekî li nêzî hev dixebitîn. Lê belê ez li Metînayê bûm. Piştre ez jî derbasî Zapê bûm. Gelek kêmasiyên Zekî hebûn, hevrê Fûat dixwest bi rê ve bibe. Nêzîkatiya wî jî hinekî wisa bû.  Li wir kesî texmîn nedikir ku wê hevrê Fûat bi ser Zekî de biçe. Hevrê Fûat ji nişka ve rabû û got: ‘Tu kî yî? Tu kî yî û li hemberî vê platformê û partiyê rexnedayîna xwe nakî? Tu dibêjî ki ez ne wisa me, ma ev heval ya şaş dibêjin? Li hemberî te helwest girtine?’ Nirxandineke bi vî rengî kir ku ez kurteya wê tînim ziman.

Zekî, heya wê rojê piştî Rêbertî xwe weke kesê duyem dihesiband. Dema ku hevrê Fûat nirxandineke bi vî rengî kir, matmayî ma û veciniqî. Lê nihêrî ku hevrê Fûat nerm e lê belê nirxandinên wî jî bihêz in, hevokên wisa saz dikirin ku nikare ji bin derkeve. Her wiha fêm kir ku hevrê Fûat binirxîne wê kûrtir bibe. Haya wî ji hêza hevrê Fûat jî hebû. Nêzîkatiyeke bi wî rengî jî çêbû.

Hevrê Fûat dema ku mijar digihîşt asta herî dawîn, dema ku mijar dibû berjewendiyên partî û rêxistinê, nirxên partiyê, dema ku li hemberî partiyê êrîşek çêdibû,  li hemberî rexne û kêmasiyan ne bi nermî bi awayê herî tund helwesta xwe nîşan dida.

Ev helwesta wî jî ji bo min gelekî girîng e: Dîsa ez, hevrê Fûat û Zekî berpirsiyarên biryargehê ne. Ez li Metînayê me û carna têm Zapê. Gelek caran bi Rêbertî re li ser telefonê hevdîtin dihatin kirin.  Bes ne em, rêveberiya nû ya li kampê jî beşdar dibû, di hevdîtinê de komeke ji 10-15 kesan pêk dihat, amade dibû. Dor hate Zekî û got: ‘’Rêberê min ez dixebitim, dixwazim bixebitim,  lê belê Karasû ji min re dibe astengî, pêşiya min digire. Serkeftina min naxwaze û min sabote dike. Ez di wê baweriyê de me ku bi zanebûnî vê yekê dike.’

Hema bibêje li hemberî Rêber Apo, weke sîxurekî ez dame naskirin. Weke ku Rêber Apo min nû nas dike. Wê demê navbera me nebaş bû. Qaşo wê giliyên min li Rêber Apo bike û wê min bê bandor bike. Helbet Rêber Apo wî baş nas dike. Lê belê hevrê Fûat jî heya wê rojê bi awayekî tund nêzîk nedibû. Weke ku Zekî ye, carna li gorî xwe tev digere. Lê belê ew ewqasî pê de diçe ku heya hevrê Fûat jê re dibêje ku bisekine. Telefonê ji destê wî distîne û dibêje; ‘Rêberê min, tiştên Zekî anîn ziman ne rast in. Ev hemû derew in, çêkirî ne û em tiştên bi vî rengî nabînin. Nêzîkatiyeke hevrê Karasû ya bi vî rengî tune ye. Ev nirxandinên Zekî ne.’ Helbet Zekî li wir matmayî dimîne.

Hevrê Fûat bi vî awayî xwedî li min derdikeve. A rastî xwedî li min dernakeve, li hemberî Zekî helwesta xwe nîşan dide. Helwesteke wiha ya tund nîşan dide. Wê demê hemû axaftinên telefonan dihatin tomarkirin, ji hemû herêman re dihatin şandin û hemû kesan dixwend.  Ez jî li Metînayê bûm, hatin û me xwendin. Min jî bi awayekî matmayî got: ‘Hela hela tu li vî, Zekiyî binêre, kêm maye dawiya me bîne.’ Ez dûr bûm, rast e carna pirsgirêkên me çêdibûn, lê belê tu çawa tişteke bi wî rengî dikî? Bibêje ku di navbera min û Karasû de pirsgirêk hene, ez ê fêm bikim. Lê belê bi van gotinan diyar e ku ji hedê xwe derketiye û hevrê Fûat jî bi hêrseke mezin helwesta xwe nîşan daye.

Hevrê Fûat di xwedîlêderketina hevrêyên xwe û rêxistinê de carna bi nermî nêzîk dibû, li hemberî şaşiyan jî helwesteke nerm nîşan dida û bi tundî nêzîk nedibû. Lê belê dema ku mijar dibû rêgezîbûn, weke min anî ziman bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan dida. Ji ber ku balkêş bûna van yekan min xwest ez van bînim ziman.

DI PÊŞKETINA XETA AZADIYA JINÊ DE ROLA HEVAL FÛAT

Piştî dîlgirtina Rêbertî yek ji hevalên ku herî baş xeta azadiya jinê fêm kir heval Fûat bû. Di vê mijarê de xwedî têgihiştineke kûr û berfireh e. Ne rast e ku mirov bibêje ew ji hevalên jin bêhtir fêm dikir. Ji ber ku jin bi kûrahiya xwe ya hestiyar dikarin hin pirsgirêkan baştir fam bikin. Lê hevalên jin û mêr hemfikir in ku heval Fûat li ser vê mijarê gelek lêhûrbûye û kûr fikiriye.

Heval Fûat kesekî wisa bû dizanîbû ku azadî, demokrasî, edalet û wijdan bêyî têgihiştina azadiya jinê nayê fêmkirin. Dizanibû ku fêmkirin û têgihiştina jinê û azadiya jinê bi rêya kûrbûna hizrî û mezinbûna kesayetî re pêkan e. Di vê mijarê de,  gihiştibû asteke bilind.

Heval Fûat kedeke mezin da ku xeta azadiya jinê di nava partiyê û civakê de bi bandor be. Pêşengtiya wî ya di vî mijarê de bi taybetî di nav hevalên mêr de diyarker bû. Ez bi hêsanî dikarim bibêjim ku ev aliyek xurt e ku ji hêla her kesî ve tê pejirandin.

Di vê mijarê de jêhatîbûna heval Fûat ji têgihiştina wî ya kûr a civak û civakîbûnê derketiye. Yek ji wan kesan bû ku herî zêde li ser mijarên wekî cihê jinê di civakê de, cewhera civaka dîrokî, pênaseya civaka exlaqî-polîtîk û nirxên ku ji aliyê serdema neolîtîk ve hatine afirandin, rawestiyaye. Wî ev hemû mijar bi awayekî berfireh û têgihîştî nirxand.

GIRÎNGÎ DIDA HEVRÊTIYA BI JINÊ RE

Hevrê Fûat gelek caran bi hevalên jin re nîqaş dikir û qîmet dida wan; hevalên jin jî bi heman awayî qîmet didin wî. Ew bi rastî jî heq dikir jixwe. Ji ber ku di kesayetiya xwe de zîhniyeta serdest a mêr tine kiribû. Heval Fûat feraseta ku Rêbertî jê re digot “kuştina mêraniyê” di kesayeta xwe de pêk anî.

Ji ber vê yekê, wateya kuştina mêraniyê çi ye? Tê wateya nêzî jin seknandin û bi awayekî herî baş fêmkirina wê ye. Ji ber ku bi zîhniyeta serdestiya mêr ne jin tê fêmkirin û ne jî rêhevaltiya rast bi wan re tê kirin. Heval Fûat ne tenê vê zîhniyetê di şexsê xwe de derbas kir, di dema perwerdeyan de jî vê rastiyê nîşan da. Bi taybetî ji hevalên xwe yên mêr re wateya nirxdayîna jinê, azadiya jinê û cihê jinê di civakê de bi bandor vegot.

Hevalên me yên jin gelek caran digotin “Pirsgirêkên jinan ne tenê pirsgirêkên jinan in, divê mêr jî xwe biguherin.” Ji ber vê yek ji kesên ku herî zêde ji bo vê guherînê hewl da heval Fûat bû. Ji ber vê yekê qîmeta ku hevalên jin nîşanî wî dida pir mezin bû. Dîrok teqez wê kedên rêheval Fûat ên di têkoşîna azadiya jinê de û xurtkirina cihê jinê di nava rêxistin û civakê de bipejirîne û nirxê ku heq dike bide.

TÊKARIYÊN TÊKILDARÎ ŞOREŞGERBÛNA CIWANAN

Bi taybetî bi ciwanan re jî eleqedar dibû. Beşdarî perwerdeyên wan dibû. Ji ber vê taybetmandiya xwe jî ji wan hevrêyan e ku gelekî piştgirî daye perwerdeya ciwanan. Li ser HPG, Hêzên Taybet û ciwanan gelek keda wî heye. Bi taybetî jî perwerdeya jinên ciwan gelekî girîng didît. Pêşketina, xurtbûn û bihêzbûna wan weke pêşketineke mezin a şoreşgerî pênase dikir. Weke bihêzbûna civak û rêxistinê pênase dikir.

Ji ber vê yekê di warên perwerdekirina hevrêyên ciwan, bihêzkirin û bandorbûna wan a ava pertiyê de xwedî kedeke mezin dida. Ciwanan jî gelekî ji hevrê Fûat hez dikirin. Hem ciwanên mêr û hem jî jinên ciwan gelekî jê hez dikirin. Keda hevrê Fûat a li ser ciwantiyê nayê jibîrkirin.

Ne tişteke hêsan e ku mirov di nava civakeke 5 hezar salî de were û li cihekî bi vî rengî were hezkirin, xwe pêş bixe û watedar bike… Ev gelekî girîng in. Ev yek bi taybetî jî li hemberî rastiya jinan ne tiştên hêsan in.  Dema ku Rêber Apo jin rakirin ser piyan hewleke mezin da, hewleke taybet da.  Hevrê Fûat jî bi vê taybetmendiya xwe di perwerdeya jinên ciwan de xwedî kedeke mezin e.

Gelekî keda hevrê Fûat li ser jinên ciwan heye ku Rêbertî û jiyanê nas bikin, li ser piyên xwe bisekinin û sekna azadiyê bi dest bixin. Têkildarî ciwanan nirxandinên wî hene. Hemû hevrêyên ciwan dixwazin Rêbertî baş nas bikin. Gelekî mereqa Rêbertî dikin.  Partiyê jî. Tişta ku dixwazin binasin jixwe Rêbertî û Partî ne. Wan ji ji hevrê Fûat hîn dibin ku vê yekê baş dide fêmkirin.

Hevrê Abbas jî di mijara partiyê de gelekî beşdarî perwerdeyan bûye. Hevrê Abbas jî gelekî kedê dide hevrêyên ciwan. Ya hevrê Fûat xwesertir û bi bandortir e.

Hevrêyên ciwan ên tevlî karwanê şehîdan bûne hene, jin-mêr… Keda hevrê Fûat li ser hemûyan heye. Hevrê Fûat berê wan daye kûrbûnê, ruhê fedaî bûnê li ba wan daye avakirin.  Dilsoziya ji Rêbertî û Partiyê re li wan zêde kiriye. Wan jî bi vî ruhê fedaî li çiyayan bi lehengî û fedaî li ber xwe dane.

Dema em dibêjin ku hevrê çawa tevlî karwanê şehîdan dibin û çawa bi fedaîyane bi ser dijmin de diçin? Wê demê divê em li vî ruhê ku hevrê Fûat li ba wan ciwanan daye avakirin, binêrin. 

FÎLOZOFÊ ŞOREŞGER Ê ÇIYÊ

Heval Fûat ne tenê bi ramanên xwe, bi şêwazê jiyan û têkiliyên xwe jî fîlozof, derwêş û zaneyê çiya yê rast bû. Di vî alî de bandoreke wî ya mezin li ser rêxistinê hebû. Em dikarin vê bibêjin: Di mijarên mîna hevrê û rêxistina me girîngî dayîna fikir, ûslûb û kesayetiyê de bandora heval Fûat hebû. Bi nêzîkatiya xwe ya dilnizm, nerm û kûr bandor li derdora xwe kir. Ji ber li bûyeran bi perspektîfek felsefî dinêrî bandor dikir.

Heval Fûat hewl dida nêzîkatiya Rêbertî ya li bûyeran, hestên wî û rêbaza wî bi kûrahî fêm bike. Vê yekê hişt ku bibe yek ji kesên ku Rêbertî herî baş fêm dike. Ji ber vê yekê ne tenê di aliyê teori, siyasî û rêxistinî de, di heman demê de di aliyê felsefî de jî tevkarî li têgihiştina me ya ji bo rastiya Rêbertî kir.

Hevrê Fûat bi sekn, nêzîkatî û nirxandina rastiya Rêbertî re ev peyam her tim da: “Fêmkirina Rêbertî bi tenê dubarekirina tesbîtên wî yên teori têrê nake ku em fêm bikin. Hestên wî çi ne? Dixwaze civakek çawa ava bike? Dixwaze di nava civakê de têkiliyeke çawa a jin-mêr ava bike? Divê nasnameyên cuda çawa fêm bike? Divê civak, gundiyek û hevrêya xwe çawa fêm bike? Heta ev hemû neyê fêmkirin kes nikare bibe Apoyî û endamek PKK’ê.’ Hevrê Fûat vê rastiyê bi jiyana xwe nîşan da.

Bi awayekî eşkere mirov dikare vê bibêje: Sedema ku heval Fûat xwe nêzî Rêbertî didît û Rêbertî jî ew nêzî xwe didît nêzîkatiya wî ya felsefîk bû. Nêrînê wî ya felsefîk bû û hevpariya hestan bû. Hevrê Fûat hewl dida bi kûrahî Rêbertî fêm bike. Mîna Rêbertî tiştek bigota, her tim lêpirsîn dikir û digot "Rêbertî çima vê yekê dibêje?" difikirî, hewl dida ku hest û armanca wê fam bike. Me bi giranî vê di aliyê teorik û siyasî de digirt dest. Lê heval Fûat jî ji aliyê civakî û hestyarî ve hewl dida ku vê yekê kûrtir fêm bike. Vê nêzîkatiyê dilsoziya wî ya bi Rêbertî re xurtir kir.

NÊZÎKATÎ, ELEQE Û LÊHÛRBÛNÊN WÎ YÊN LI SER ROJHILATA NAVÎN

Yek ji taybetmendiyên herî diyarker ên heval Fûat jî hewldana wî ya ji kûr ve naskirina dîroka Rojhilata Navîn, dîroka olan û mîrateya çandî ya vê erdnîgariyê bû. Çawa ku Rêbertî got, “Ez parastina xwe weke parastina Rojhilata Navîn dikim”, heval Fûat jî ji bo fêmkirina Rojhilata Navîn kedeke mezin da. Di vê hewldanê de bêguman nêrîn û nirxandinên Rêbertî ji xwe re esas girt.

Di vê çarçoveyê de pirtûkê gelek filozofên Rojhilata Navîn xwendiye. Pirtûkên li ser fîlozofên weke Hallac-î Mansûr, Elî Şerîetî û Seyîd Qutb xwendiye. Muqaddîma Ibn Xeldûn xwendiye. Wêjeya felsefî, civaknasî û olî ya Rojhilata Navîn xwendiye. Di heman demê de, heval Fûat gelek caran nivîsên pîroz ên wekî Quran, Încîl û Tewrat xwendin; Di derbarê van pirtûkan û dîroka olan de pir zana bû. Ev zanîna berfireh a wêjeyê hişt ku heval Fûat mîrata rewşenbîrî, sosyolojîk û olî ya Rojhilata Navîn bigire dest.

Dîrok û çanda Rojhilata Navîn baş nas dikir. Kûrahiya wî ya felsefî bi giranî ji vir dihat. Ji ber ku dîroka Rojhilata Navîn dîroka ol, felsefe û zanayan e. Derwêş, aqilmend û alim li ser van axan mezin bûne. Ewropa tenê ev hezar sal in heye. Lê Rojhilata Navîn bi derwîş, filozof, aqilmend û zaneyên xwe ya hezar salan re dîroka ramana mirovahiyê ava kiriye.

Heval Fûat jî di wê baweriyê de bû ku rêya têgihîştina cîhanê û mirovahiyê bi zanîna vê yekê re pêkan e. Heta ev rastî neyên zanîn mirovbûn dê çawa bê fêmkirin? Ji ber ku ev kevneşopî hemû civakî ne. Van fîlozofan mirovan ne wek ferd, weke hebûnên civakî dihesiband. Lê belê kapîtalîzmê di hezar salên dawî de çand, huner û wêjeyek ku giraniyê dide ferdbûnê ava kiriye.

Di vî alî de Rêbertî Rêberekî Rojhilata Navîn e. Her wiha parêznameyên xwe weke parastina Rojhilata Navîn dît. Weke ku fêmkirina Rojhilata Navîn girtiye dest. Em dikarin vê bibêjin; Rêbertî ew kes e ku herî baş Rojhilata Navîn digire dest. Her wiha Rêberê ku herî baş dîrok, civak, ol, pêxemberan û wateya van nirxan ji bo gelan fêm kiriye.

Rêbertî qîmeteke mezin daye aqilmendên dîrokî, derwêş, alim, pêxember û şopdarên wan. Heval Fûat jî vê rastiyê bi kûrahî fêm kir. Rêbertî gelê Rojhilata Navîn baş nas dikir. Ji ber vê yekê li Rojhilata Navîn guhertinên civakî, siyasî û şoreşgerî çawa çêdibin; Ew jî baş dizanibû ku mirov çawa xîtabê dil û fikrê mirovan bike.

‘DEMA KU ME GUHDARIYA WÎ DIKIR, WEKE KU ME GUHDARIYA DERWÊŞ Û ZANAYEKÎ ROJILATA NAVÎN DIKIR’

Dema ku me guhdariya hevrê Fûat dikir, jixwe me guhdariyeke zana û çepgirekî klasîk nedikir, me wisa hîs nedikir. Dema ku me guhdariya hevrê Fûat dikir weke ku me guhdariya zana, derwêş, alim û fîlozekî ji Rojhilata Navîn dikir. Me ziman û şêwaza wan a têkildarî wijdan, exlaq û civakê li ba hevrê Fûat dît. Hêza xwe ji vir digirt. Xwe dispart civakê.

Nêzîkatiya PKK’ê ya rast ya li ser civakê nîşan dida. Aliyekî wê yê wiha bihêz hebû. Hevrê Fûat ev yek dizanî; Rastiya Rêbertî jî wisa ye:’Heya ku dîrola olan neyê fêmkirin, dîroka mirovahiyê jî nayê fêmkirin, civak jî nayê fêmkirin.’ Çimkî di tevahiya dîrokê de qoxanên girîng ên pêşketina mirovahiyê bi lîteratûra olî hatiye îfadekirin, ji zimanê pêxemberan hatiye îfadekirin.

Ji ber vê yekê helwesteke tund, dogmatîk û teng nîşan neda. Weke Rêber Apo, nirx û wateya civakî ya rastîn li olan bar kir û hevrêyeke wisa bû. Lîteratûra olî dizanî û digot ku divê li hemberî olê nêzîkatiyeke rast hebe û wisa difikirî.

Çanda Elewîtiyê baş nas dikir. Ew gelekî girîng didît. Fonksiyon û afirîneriyên Îslamiyetê yên li Rojhilata Navîn girîng didît. Girîngiyeke mezin dida nirxên Xiristiyanî û Cihûtiyê. Helbet Xiristiyaniyê piştre xizmeta pergala dewletparêz û desthilatparêz kiriye. Îslamiyetê li gel Emewî-Ebbasiyan xizmeta desthilatdariyê kiriye û di çarçoveya dagirkeriyê de hatiye bikaranîn. Cihûtî yan jî baweriyên din  ji aliyê hêzên serwer ve di çarçoveya berjewendiyan de hatine bikaranîn, ev cuda ne. Kesê ku herî baş analîza van yekan dikir jî hevrê Fûat bû.

Gelek derwêş, fîlozof û şervanên edaletê yên di rêya olê de xizmet kirine, hene. Hevrê Fûat gelekî qala wan dikir. Qala Ebûzer dikir; dibêjin ya di Îslamiyetê de Ebûzer pîvana maf û edaletê ye. Ev yek bi nêzîkatiyeke kûrahî dianî ziman. Qala Xelacê Mensûr û Nesîmî dikir.

Hemû ewliya û zanayên ku di Îslamiyetê de pîvanên civakîbûn, maf û edaletê kiribûn weke çandeke civakê,pîroz dikirin. Di nava Xiristiyaniyê de rola hewariyan, nirxên mirovî yên Îsa, têkariyên wî yên li ser çemê mirovahiyê bi awayê herî baş dinirxand û giramî pê dida.

Li hemberî bûyer, hêman, ol, çanda Rojhilata Navîn û civakan helwesteke dogmatîk û hişk nîşan nedida. Li rex Rêbertî, rastfêmkirina van nirxandinên hevrê Fûat ên di vê mijarê de ji aliyê nêzîkatiya rast a li hemberî olan û fonksiyona hemû ol baweriyan a civakî ve gelekî girîng e. Ev hem têkariya mirovahiyê hem jî ya gelên Rojhilata Navîn dikin. Çimkî li gel gelên Rojhilata Navîn di vê mijarê de nirxandinên şaş û kêm gelek in. Ji bo sererastkirina û rastfêmkirina wan divê mirov ji dengê hevrê Fûat guhdariya ol, pêxember û ewliyayan bike. 

HOZAN Û HELBESTVANIYA WÎ

Ji bo helbestvaniyê hewceyî bi du taybetmendiyên sereke heye; Yek; kûrahiya hestan û nazikî. Ya duyem jî; pisporiya zimên. Mirov nikare bes bi pisporiya zimên bibe helbestvan ne jî bes bi kûrahî û nazikahiya hestan. Li gel hevrê Fûat ev her du taybetmendî hebûn. Bi hestiyarî li nêzî bûyeran dibû; hêrs, disozî û hezkirina wî zêde bû. Bi nêrîneke felsefîk û hestiyarî li nêzî bûyeran dibû.

Zimanê Tirkî gelekî baş dizanî. Min carna jê re digot: ‘Hevrê Fûat em Kurd in, em dikarin di Tirkî de jî hin tiştan bikin.’ Digot: ‘Na nabe, madem em vî zimanî jî bi kar tînin , wê demê ji bo ku em xwe bidin fêmkirin, divê em awayê herî baş bi kar bînin, bi awayê herî baş qal bikin. Nexwe em bi kar neînin.’

Dixwest vê yekê bibêje: Divê mirov xwe baş bide îfadekirin, tişta ku tîne ziman baş bide fêmkirin.

Helbestvan bû. A rastî karên wî yên cudatir nebûna, hevrê Fûat heya niha Antolojiyek amade kiribû. Dikarî bi sedan helbestên gelekî serkeftî binivîse. Helbet wê bi Tirkî binivîsanda. Lê belê gelek nedinivîsand. Digot ku divê ez li ser hestê binivîsim. Digot ku divê ev hest were îfadekirin, bi zimanekî edebî were hînkirin.

Têkildarî mijar, sekn, guherîn, îfade, pêşketin, bedewî û başiyên gelekî girîng didît, digot ku divê ez bi hunera herî baş îfade bikim û helbest dinivîsandin. Em ji wê yekê jî vê fêm dikin; kûrbûna wî, ji kûrahiya hestan re dibêjin ku badekên hestan ên kûr hene, badekên ramanên ên kûr, hûrgiliyên jiyanê hene. Heya ku mirov van nezane nikare helbestan binivîse. Helbest jêhatîbûnekê dixwaze.  Hin kes bêyî van taybetmendiyan helbestan dinivîsin. Heya ku mirov ne hosteyê ziman û hestan be nikare helbestan binivîse.

Mirov dikare çîrok û romanekê binivîse lê belê nikare helbestekê binivîse û wê mayînde bike. Dema helbest gelekî bi bandor bin, dikarin mayînde bin. Ji ber vê yekê hevrê Fûat helbestvanê Partiya me bû. Yekem helbesta xwe ya xweşik, li ser Hakî bi navê ‘Ez însan bûm’ nivîsand. Ji ber vê yekê nivîsandiye; ‘Divê teqez Hakî were behskirin, ev mirovê mezin bi zimanê hunerç were mayîndekirin, bi awayê herî baş were îfadekirin.’ Bi kûrahiya van hestan nivîsandiye.

Wê helbestê nîşan da ku şehadeta Hakî çi qasî gelek bandor li hevrê Fûat kiriye. Hevrê Fûat ev yek dîtiye; Şehadeta vî hevrêyî bandoreke çawa li Rêbertî û partiyê kiriye. Ji bo ku ev yek dizanî û di çarçoveya berpirsiyariya xwe de, bi deyndariya ji hevrê Hakî re, ji bo xebatên wî yên têkildarî  mirovahiyê û nirxandina sekna wî ew helbest nivîsandiye. Helbest jî ji bo civakê, xizmeta civakê nivîsandiye. Ji bo dewlemendkirin û bedewkirina hestên civakê nivîsandine.

Gelekî helbest dixwend. Ji xwendina helbestên xweş hez dikir. Girîngî dida helbestvanên mezin. Ji xwe ji ber vê taybetmendiya xwe jî pisporê ziman bû. Hevrê jî bi rastî helbestên hevrê Fûat bi kêfxweşî dixwînin.  Divê ev helbestên hevrê Fûat jî di nava civakê de werin belavkirin, naskirin û hêza wateya wan di nava hemû civakê de were fêmkirin.

NÊZÎKATIYA WÎ YA JI BO ŞEHADETAN

Nêzîkatiya heval Fûat a ji bo şehadetê jî mîna şêwazê Rêbertî bû. Rêbertiyê şehadeta Hakî Karer weke qonaxeke girîng dît û li ser wê şehadetê bingehên tevgerê ava kir û got, "Tevger bûye dozek mezin, êdî veger jê nîne." Her wiha wateyek kûr da şehadeta Denîzan û soza "Rêhevalên wekî wan careke din têk naçin" da.

Heval Fûat jî wate dayîna rastiya şehîdan mîna ya Rêbertî gelek xurt kir. Rêber Apo digot “Ez berdevkê şehîdan im, xwedî li wan dertêm û şehîd ne bê xwedî ne’ Xwe weke berdevkê şehîdan dît.  Rêbertî hê jî dibêje ez di vê rêyê de dimeşim.

Heval Fûat jî bi vî rengî wate dida şehadetan. Ji nêzîkatiyên hestewarî dûr bû. Hevrê Fûat digot, ‘Wate dayîna şehîdan, hesret û armanca wan gihandina serketinê ye.’ Ew girî û nalînan ji bo şehîdan qebûl nedikir. Gelek caran di vê mijarê de wiha mînak dide: “Di eşîreke Ereban de kesekî girîng dimire. Dema ku her kes digirî, şêx tê û dibêje: “Negirîn, eger hûn bigirîn êş sivik dibe. Ger wisa be, hûn li hember wî xwe berpirsyar nabînin.” Heval Fûat vê gotinê tim û tim dubare dikir. Ji ber ku li gorî wî pêwîst bû ne ku êşê sivik bikin, li hember wê êşê berpirsyariya xwe bigrin ser milê xwe.

Heval Fûat her tim destnîşan dikir ku divê her şehadet veguhere têkoşîneke şoreşgerî, wete jê re bê dayîn û dilsoziya bi wan re her bidome. Li gorî wî taybetmendiya herî bingehîn a mirovbûnê dilsoziya bi şehîdan re bû. Digot heta mirov ne dilsozê şehîdan be ew ne dikare bibe mirov, ne rêheval û ne jî endamê partiyê.

Hesreta şehîdan çi ye? Pratîkkirina wan e. Di vê mijarê de rastiya Rêbertiyê heye. Hayrî got, 'Li ser gora min deyndare binivîsin.’ Kemal got, "Ez jiyanê bi qasî di oxira wê de bimirim hez dikim.” Şehîdên me heta nefesa xwe ya dawî xwedî helwest in. Heval Fûat jî girîngî û wateyek mezin dida şehadetê. Hemû tiştî dijiya. Wî tevahiya jiyana xwe diyarî wan kir. Diyarî girêdanê wan kiribû.

Di demekê de ku ewqas şehîd hene, nexebitîn bi gotina herî giran 'bênamûsî’ ye. Dema ewqas şehîd hebin, nexebitîn di kîjan pirtûk an jî hestan de heye? Wê ewqas hevrêyên te şehîd bibin û tu yê nexebitî, ev ne hevrêtî ye, ev kêmbûna hestan e. Hevalê Fûat di vî warî de dixwest ku girêdayî wan bin û têkoşîna wan pêş bixin. Dixwest ku di her kêliya jiyanê de werin bibîranîn.

Eger heval Fûat bi vî rengî nêzî şehadetan dibû, divê em hevrêyên wî jî bi vî rengî nêzîk bibin. Rêber Apo çawa nêzîkî şehadetan dibe pêwîst e em jî wisa nêzîk bibin. Keda hevalê Fuat di pêşxistina nêzîkatiya rast a li hember şehadetên di nava partiyê de heye. Di nava PKK'ê de qîmetdayina şehîdan xurt e. Rêbertî jî pir xurt e. Di vir de nêzîkatiya Rêbertiyê heye. Heval Fûat jî di watedayina şehadetan de û vê yekê ji heval û hevrêyên xwe re şîrove dikir û 'rastiya şehîdan çi ye' dida fêmkirin.

Yek ji dersên wî yên herî girîng, ‘Rastiya şehîdan çi ye, şehîd çi ye, şehîd tê çi wateyê?' bû. Şehîd, di aliyekî de şahid e. Ma hûn ê lxwedî li wê şahidiyê derkevin? Şahidbûn tê wateya dîtina tiştên mezin, têgihîştin û nirxdayin e. Her tim di vê çarçovê de dinirxand.

Lazime ku tevahiya civaka me û hevalên me bê hevalê Fuat çawa nêzîkî şehîdan dibû, wateya dida şehîdan, îfadekirina şehîdan, baş zanibin.

BANDORA KU ŞEHADETAN HIŞTIYE

Ev şehadet hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo me gelek girîng e. Tê wateya hêzbûneke mezin. Tevgera me û gelê me hevalê Fûat nas dikirin. Lê bi şehadeta wî re hewceye em bêtir nas bikin, gelê me jî hewceyê bêtir nas bike.

Ji ber ku ev tevger nirxek mezin dide şehadetê, ji ber ku tevgereke ku wate bide her şehadetê, ji ber ku gelê me jî nirxek mezin dide şehadetan, heval Fûat wê di têkoşîna civakî û di têkoşîna tevgerê de hîn bêtir xurt bike. Ev gel bi rastî li ser bingeha girêdana bi şehadetan re serhildan pêk anîn.

Şehadeta heval Fûat wê teqez ji bo me bibe sedema bihêzkirinê, wê bibe sedema bihêzkirina civakê. Em ê nêrîna wî ya li bûyer û heyînan bikin nêrîna xwe û nêrîna civakê. Di vî warî de, em ê vê şehadetê veguherînin destketiyekê. Eger em vê yekê nekin, em ê neheqî li hevalê Fûat bikin. Em ê nikarin bibin layiqî hevalê Fûat. Eger em şehadeta wî nekin çavkaniyek mezin a hêzê, em ê bi awayekî rast nêzîkî wî nebin. Di vî warî de hem rêxistina me û hem jî gelê me divê heval Fûat rast fêm bikin.

Em ê her tim hevalê Fûat weke kêmaniyeke xwe hîs bikin, civak jî wê hîs bike. Ew hêza raman û hestên me bû. Hêza evîna me bû. Wî ew hêz dida me û tevkariya me hemûyan dikir. Ev kêmanî wê her tim bê hîskirin. Lê her ku em hevalê Fûat fêm bikin emê vê kêmaniyê ji holê rakin. Em ê xwe bi hêztir bikin. Weke tevger û gel erka dikeve ser milê me ew e ku em hevalê Fûat fîm bikin û wî vegiherînin têkoşînê. Xurtkirina têkoşînê, xurtkirina ruhê têkoşînê ye. Em jê re dibêjin ruh, dibêjin cîhana hestan, felsefe. Em dibêjin taybetmendiyên herî girîng ên hevalê Fûat. Hingê em ê ruh û hestên têkoşîna xwe hîn kûrtir û xurttir bikin.

Hêrsa me… Hevalê Fûat kûpeke mezin a hêrsê bû. Li hemberî çi? Li hemberî dijmin. Ew li dijî kesên qirkirina Dersimê pêk anîn, li dijî kesên ku 5 hezar salin êşê bi mirovahiyê didin kişandin, li dijî kesên ku zilm li jinan kirin, li dijî kesên ku zilm li gelan kirin, bi hêrs bû.

Wê demê divê em jî nesîbê xwe ji vê hêrsê bigirin. Divê em nesîbê xwe ji hêrs, evîna welat, evîna mirovan, evîna jinan û evîna civakê bigirin. Hem hêrs û hem jî evîn xurt dike.

Ez wisa difikirim ku divê tevgera me û gelê me bi vî rengî watedar bike û li ser vê bingehê têkoşînê pêş bixe. Wê demê em bibin layiqî hevalê Fûat. Ez difikirim ku divê di çarçoveya nêrîna hevalê Fûat a li şehadetan û cîhanê de em nêzîk bibin.

'DIVÊ EM BI AZADKIRINA RÊBERTIYÊ Û AZADKIRINA WELAT BIBIN BERSIV’

Milîtanên PKK’ê di heman demê de milîtanên ku kedê dizanin. Çima nirxek ewqas mezin didin Rêbertiyê? Ji ber ku Rêber kedeke mezin dide û tevkariyeke mezin dike, ji ber wê hezkirina Rêbertiyê mezin e. Hezkirina me hemûyan a ji bo Rêbertiyê, ji ber ku têkoşînê mezin dike. Ji ber ku me hemûyan perwerde kiriye. Ji ber ku me hemûyan aniye ser hişê xwe. Ji ber ku xwe bi me hemûyan daye ferqkirin.

Em ê çawa ji bo mirovahiyê bikêrhatî bin an jî hêjayî gelê xwe bin? Em ê çawa xwe li hember gelê xwe berpirsiyar bibînin? Ji ber ku Rêbertî van tiştan derxistiye holê em nirxeke mezin didin Rêbertiyê. Hevalê Fûat jî gerîla perwerde dikir. Çima perwerde kir? Çima ciwanan perwerde kir? Çima ewqas ders da? Ji bo hezkirina wan a azadiyê geş bibe, hezkirina welat geş bibe, hêrsa li hember dijmin mezin bibe, têkoşînê mezin bikin, wan perwerde kir.

Divê teqez gerîla hêrsa xwe ya li hember dijmin mezin bike, hezkirina gel mezin bike, hezkirina azadiyê xurt bike û li ser vê bingehê têkoşînê pêş bixe. Eger ev bibe, wê demê ew ê layiqî hevalê Fûat bin. Ew ê ji ked û perwerdehiya hevalê Fûat re bibin bersiv.

Hevalê Fuat tenê ji bo ku ew perwerde bibin û agahdariyan bigirin ji wan re negot. Ne ji bo ku ew zana bin û cîhanê nas bikin ji wan re got. Wî perwerde da ku bikaribin vê dinyayê nas bikin, wê biguherînin û dawî li neheqî û zilmê bînin. Niha zilmek mezin li ser gel heye, divê hemû gerîla, hemû milîtan bersiva pêwîst bidin vê zilmê. Zilm li ser Rêbertiya me heye, divê bersiva pêwîst bidin.

Bi kurtasî, tevkariya hevalê Fûat a perwerdehiyê divê bi azadkirina Rêbertiyê, azadkirina welat re bibin bersiv. Em van nirxandinan di çarçoveya kampanyaya misogerkirina azadiyê de dikin. Ji bo misogerkirina azadiyê û azadkirina Rêbertî û welat, divê hemû gerîla erkên xwe bi cîh bînin. Her wiha, pêwîst e gerîla li hember vê şehadetê hin çalakiyên bi bandor li dijî dijmin bikin. Ez difikirim ku divê em bi vî rengî bersiva şehadeta hevalê Fûat bidin.

'HEVALÊ FÛAT HEVALEKÎ ​​KU JI BO PÊŞXISTINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QIRKIRINA DERSIMÊ KEDEKE MEZIN DA’

Hevalê Fûat hevrê û hevalê me yê ku li Dersimê Kurdbûn rakir ser piyan û pêşxistina têkoşîna li dijî qirkirina sala 1938’an kedeke mezin da. Ew Pîrê Dersimê ye. Divê hevalê Fûat wekî derwêşê Dersimê were dîtin.

Belê, ew ne Pîrekî ku ji ocaxên baweriya Elewî dihat, lê ew bi hest, raman, têgihîştinû kesayetiya xwe bi rastî Pîr e. Hemû civak dixwazin layiqî Pîrên xwe bin û li pey Pîrên xwe biçin. Hevalê Fûat Dersimiyekî wiha ye. Ew Pîrê Dersimê ye. Mezinê Dersimê ye.

Divê xelkê Dêrsimê vê yekê bi vî awayî fêm bike. Ew rêhevalekî me bû ku ruh, dîrok, rabirdû, êş û evîna Dersimê bi tundî hîs kir. Divê gelê Dersimê vê yekê bibîne.Heta ku em hestê heval Fûat ê li ser Dersimê fêm nekin, em nikarin Dersimê bi tevahî fêm bikin.

Di vî warî de, ew modelek û mînakek e. Divê çawa bibin Dersimî? Xwedî li çanda Dersimê derkevin? Bibe hezkiriyê Dersimê? Divê evîndarê Dersimê be? Divê xelkê Dersimê hez bike? Divê ji erdnîgariya Dersimê hez bike? Divê li hember kesên ku zilm li Dersimê kirine bi hêrs bibe? Dema ku wisa bê gotin divê em li hevalê Fûat binêrin.

Hunermend û wêjevanên xelkê Dersimê hene. Pêwîst e ew jî hevalê Fêat fêr bibin, divê ew erkên xwe yên li hember hevalê Fûat bicîh bînin.

Heval Fûat nirxên mezin bi hemû gelê Kurdistanê re çêkiriye. Wî nirxên mezin li Dersîmê zêde kiriye. Eger li Dersimê evîna azadiyê ewqas pêşketiye, ger gerîla pêşketiye, ger Kurdbûn li Dersimê pêşketiye, eger îro li Dersimê wêje, huner û çand bi zimanê Kirmanckî tê hilberandin, rola hevalê Fûat di van hemûyan de bi rastî jî pir girîng e.

‘WÎ GELEKÎ XWIŞK Û BIRATIYA GELAN DIXWEST'

Dema ku di salên 1970'î de dixwestin Dersim û Kurdan biqedînin, rastiya heval Fûat ê ku bi Rêbertiyê re rabû ser piyan heye. Di vî warî de, çawa ku xwedî li hevala Sara derketin, divê hîn xurttir xwedî li hevalê Fûat derkevin.

Heval Sara û heval Fûat sembolên Dersimê ne. Divê xelkê Dersimê xwe ji bo xwedîderketina li hevalê Fûat xwe berpirsyar bibîne, berî her tiştî divê fêr bibe, fêm bike û li ser vê bingehê di pêşxistina Dersimê û rizgarkirina Dersimê de erka xwe bi cih bîne.

Heval Fûat ji hemû gelan hez dikir. Mijara ku ew herî zêde li ser hêrs dibû ev bû; nîjadperestî, heznekirina gelekî ji gelê din. Ji hemû gelan, ji hemû çandan hez dikir. Rêz li hemû baweriyan digirt û qîmet dida wan. Di vî warî de, wî bi hest, raman, helbest, nivîs û nirxên xwe, hem di nav Partiyê de û hem jî di nav gelê me de, pêşxistina xwişk û biratiya di navbera gelan de, pêşxistina hişmendiya neteweyî ya demokratîk, rêzgirtin û hezkirina ji bo gelên cuda de kir. Divê hemû neteweyên bindest hestên heval Fûat fêm bikin û qîmetê bidinê. Heval Fûat xwişk û biratiya gelan pir dixwest, xwişk û biratiya hemû gelan dixwest.

Wî qîmet dida Kurd, Ereb, Faris, Tirk, Azerî, Ermenî… Yanî hemû gelên cîhanê Efrîkî, Ewropî.  Di vî alî de, ji nîjadperestiyê nefret dikir. Wî nîjadperestî wekî dijminê dewlemendiyê, dijminê hestan û dijminê mirovahiyê didît. Di vî warî de divê hemû kesên ku dixwazin bi awayekî azad û demokratîk bijîn qîmetê bidin hevalê Fûat.

'DIVÊ XELKÊ DERSIMÊ, BI TAYBETÎ CIWANÊN DERSIMÊ XWEDÎ LI HEVALÊ FÛAT DERKEVIN’

Divê gelê Dersimê, ciwanên Dersimê xwedî li hevalê Fûat derkevin, hevalê Fûat xwedî li hem Kurdbûna xwe û hem jî Elewîbûna xwe derdiket. Lê dema ku vê yekê dikir, rêz li hemû gel û baweriyan digirt. Hevalê Fûat xwedî nêzîkatiyek wisa bû. Divê xelkê Dersimê û ciwanên Elewî, xwedî li hevalê Fûat derekeve û wî wekî fîlozofek, aqilmendek, derwêşek ku rêzê li hemû bawerî û çandan digire û nasnameyan diparêze bibîne.

Hevalê Fûat girîngiyeke mezin dida ciwanan. Tevkariya perwerdehiya wan kir. Hevalê Fûat çandeke girîng a ciwanan derxist holê. Hevalê Fuat digot, 'Bila ciwanên nû werin û ez ê wan perwerde bikim.' Ew ji beşdarên nû û ciwan hez dikir.

Ji bo ku em hêjayî hevalê Fûat bin û hestên heval Fûat bînin cih, ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim ku berê xwe bidin çiyayên azad, ber bi welatê xwe ve bibezin. Ger ciwan werin van çiyayan, wê nirx û evîna ku hevalê Fûat dida ciwanan, di heval û hevrêyên xwe yên din de bibînin.