YDG-H’ê AKP hişyar kir, banga berxwedanê li ciwanan kir
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê û berxwedana li hember wê daxuyaniyek nivîskî weşand
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê û berxwedana li hember wê daxuyaniyek nivîskî weşand
YDG-H’ê AKP hişyar kir û xwest dawî li polîtîkayên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û dagirkeriyê bine. YDG-H bang li ciwanan kir got; “Divê biherikin qadên xwerêveberiyê û eniya berxwedanê xurt bikin. Her bajar û navçeyên Kurdistanê weke Gever, Cizîrê û Farqînê pêwîste bikeve nav berxwedana topyekûn.”
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê û berxwedana li hember wê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “AKP’a di hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an de civak tehdîd kir zext li civakê kir û bi vî awayî desthilatdarî xesp kir hema piştî hilbijartina li hemberî Kurdistanê êrîşên xwe yên dagirkerî û mêtinkariyê bi awayekî zêde didomîne. Êrîşên ku hema piştî hilbijartinan li çiyayên Kurdistan, di serî de li Farqîn û Geverê li navçe û bajarên Kurdistanê ku hatin despêkirin destnîşan kiriye ku wê rejîma AKP’ê ya paşverû di pêvajoya pêşiya me de jî li hemberî gelê Kurd heta dawiyê komkujiyê ferz bike.”
Di daxuyaniyê de ev xisûs hat diyarkirin: “Paşverûtiya AKP’ê ya şêwazê modern ê zilma Dehaq e li Kurdistanê qetilkirina ciwanan êdî kiriye rewşeke asayî. Her roj li navçe û bajarekî ciwanekî qetil dike.” di daxuyaniyê de qetilkirina ciwanên Kurd Dogan Dogma, Çetîn Dara, Mûslûm Tayyar ve Sertîp Polat wek mînak hatin nîşandan.
‘DAWÎ LI SIYASETA LI HEMBER RÊBER APO Û DAGIRKERIYÊ BÎNIN’
Di berdewama daxuyaniyê de ev hişyarî hat kirin:
“Rejîma dagirker li gel van êrîşan ji bo karibe qadên me yên xwerêveberiyê bi dest bixe sewqiyatên leşkerî dike û amadekariyên topyekûn dimeşînî. Di serî de rejîma AKP’ê, tevahî hêzên tarî yên piştgiriya vê rejîmê dikin bila zanibin; ciwanên Kurd ti carî li hember vê rejîma zilmê serî natewîne, heta dawiyê wê di xeta azadiyê de li Kurdistanê berxwedanê mezin bike, wê bajarên Kurdistanê li dagirkeran bike goristan. Em AKP’ê aşkera hişyar dikin; bê ku demê winda bike, bila dest ji vê siyaseta li hember Rêber Apo dimeşîne berde û polîtîkayên dagirker ên li hember Kurdistanê terk bike. An jî wê bi berxwedanek heta vê rojê rû bi rû nehatiye were.”
'BILA CIWAN JI BO BERXWEDANÊ AMADE BIN'
YDG-H xwest di serî de ciwanên Kurd tevahî tevgerên demokrat, pêşverû, sosyalîst ên ciwanan li hemberî paşverûtiya AKP û DAIŞ’ê ji bo berxwedanê xwe amade bikin û wiha berdewam kir: “Bi herikîna qadên xwerêveberiyê divê çeperên berxwedanê bên xurtkirin. Her bajar û navçeyên Kurdistanê, pêwîst e wek Gever, Cizîr û Farqînê bikeve berxwedanek topyekûn. Em soz didin ku em ê bîranînên hevrêyên xwe yên ciwan ên şehîd di têkoşîna xwe de zindî bihêlin, tola wan hilînin û meşa xwe ya serketinê bidomînin.”