Li Edene û Stenbolê 27 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtinên malan de piraniya wan zarok zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin. Polîs li malan lêgerînê dikin. Li Edeneyê jî di operasyonekê de 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin.

AKP ku bi polîtîkaya şer û çewisandinê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de dengê bilind kir, piştî hilbijartinê lez da operasyonên qirkirina siyasî. Polîs şevê din li taxên Gazî û Yûnûs Emreyê operasyonên qirkirina siyasî ya hemwext pêk anîn. Di encama serdegirtina malan de gelek jê zarok in zêdetirî 20 welatî hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku lêgerîna malan hê jî didome.
LI EDENEYÊ 2 JÊ ZAROK 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li bajarê ku operasyona qirkirina siyasî lê didome yek jê Edene ye. Polîsan danê sibehê bi wesayîtên zirxî taxa Kuçukdîkîliya Seyhanê dorpêç kirin û bi ser malên ku berê diyar kiribûn de girtin. Di serdegirtinê de lêgerîn pêk anîn û gef li welatiyên ku nerazîbûn nîşanî serdegirtinê dan xwarin. Piştî lêgerînê bi hinceta "Li ser navê rêxistinê xebatê dimeşîne" rêveberê HDP'ê Ramazan Tûncer (56), endamê HDP'ê Mehmet Tûncer û welatiyên bi navê Mehmet Kiran, Mehmet Aydin, Şakir Gezici û zarokên bi navê H.E. û O.E. binçav kirin. Polîsan her du zarok birin şaxa zarokan û welatî jî birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
Malbata Ramazan Tûncer ê ku nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da ji aliyê polîsan ve hatin tehdîtkirin. Malbatê diyar kir ku polîsan ji wan re gotine "Di destê me de destûra lêgerînê heye. Em bixwazin dikarin deriyê mala we bişkînin û zarokên we jî bibin. Em bixwazin ji vê zêdetir jî dikarin tiştan bikin" gef li wan xwariye.