Barzanî û Sînîrlîoglû li ser 'PKK-Rojava' hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû, bi Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû, bi Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Sînîrlîoglû yê duh danê êvarê ji bo hin hevdîtinan hat Başûrê Kurdistanê, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê rayedaran ve hat pêşwazîkirin. Sînîrlîoglû ji derê derbasî ofîsa Serokwezaretiyê bû û bi Barzanî re rûnişt.

Hat ragihandin ku di hevdîtina Sînîrlîoglû û Barzanî de êrîşên li hemberî PKK'ê hatine nirxandin, Wezîrê Tirk di vê mijarê de xwestiye hevkariya xwe xurttir bikin û bendewariyên hikûmeta xwe ragihandiye.

Nêçirvan Barzanî jî, piştî ku AKP ji ber hilbijartinên 1'ê Mijdarê pîroz kir, diyar kir ku ew li bendê de tavilê hikûmeta nû were avakirin û di mijara hevkariya stratejîk û kûr a bi herêma Kurdistanê re gav werin avêtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Ferîdûn Sînîrlîoglû wê îro bi Mesûd Barzanî re jî hevdîtinê bike. Di hevdîtinan de tevî Rojava wê 'têkoşîna li dijî PKK'ê û mijarên îxracata petrolê bên rojevê.

DI SERDANA DAWÎ YA SÎNÎRLÎOGLÛ DE ZERGELE HATIBÛ BOMBEKIRIN

Ferîdûn Sînîrlîoglû, dema Musteşarê Wezîrê Karên Derve bû, di polîtîkaya şerê qirêj a li hemberî Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd de, weke aktorê sereke tevdigeriya. Herî dawî di 1'ê Tebaxê de hatibû Başûrê Kurdistanê û di dema vê hevdîtinê de balafirên şer ên artêşa Tirk dest bi pêleke mezin a êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribûn. Di vê êrîşê de balafirên şer ên Tirk gundê Zergele yê sivîlan hedef girtibûn û di encama bomberdûmanê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, 15 sivîl jî birîndar bûbûn.