Kaya: Bi gefa îstiqrar û kaosê desthilatdarî bi dest xist
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku di 1'ê Mijdarê de AKP'ê bi gefa 'îstiqarar û kaosê', desthilatdarî bi dest xistiye.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku di 1'ê Mijdarê de AKP'ê bi gefa 'îstiqarar û kaosê', desthilatdarî bi dest xistiye.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku di 1'ê Mijdarê de AKP'ê bi gefa 'îstiqarar û kaosê', desthilatdarî bi dest xistiye.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ku cara duyemîn hat hilbijartin, encamên hilbijartinê ji ANF'ê re nirxand.
Kaya di şexê Kubra Meltem Molaloglû û Aycan Kaya yên HDP'yî de ku di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê hatin qetilkirin, hemû kedkarên di şerê Qesrê de hatin qetilkirin bibîr anî.
Kaya da xuyakirin ku AKP'ê bi hêza aborî, siyasî, leşkerî û kadroyî ya dewletê, xebatek ji bo hilbijartinê meşandine û got, "Divê em ji bîr nekin ku me hilbijartinek neadîl, newekhev pêk anîn."
Kaya daxuyaniya Serokkomar Erdogan ku digot, '1'ê Mijdarê wê nebe mîna 7'ê Hezîranê. Ji hemû tîpên alfabeyê planên me hene' bibîr xist û anî ziman ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi hîleyan hatiye meşandin. Kaya got, "Hînê kîsên dengdan ber bi desteyên hilbijartinê ve dihatin birin, rewşeke welê nîşan dan ku ji sedî 99 ê sindoqan hatine vekirin."
'DIZÎTIYEKE PROFESYONEL KIRIN'
Kaya bibîr xist ku bi hezaran hilbijêrên bi salan e dengên xwe bi kar tînin, navê xwe di lîsteya hilbijêran a 1'ê Mijdarê de nedîtine û anî ziman ku ji ber şer bi qasî 600 hezar mirov neçar mane ji bajarên Kurdan koç bikin û nekarîne dengê xwe bi kar bînin. Kaya got, "Li hemberî me dizîtiyeke hawizê heye, ku gelekî bi profesyonel hatiye kirin."
Kaya tevî vê dizîtiyê jî bal kişand ser kêmasiyên xwe yên di wergirtina tedbîran de û ragihand, ku encamên hilbijartinê wê li saziyên pêwendîdar bên nirxandin û encamên girîng jê werin derxistin.
Kaya sansura medyayê jî bibîr xist û got, "Li ekranên televîzyonê, tevî ku HDP'yiyek bi tenê jî lê ne amade bûn, bi mehan HDP rexne kirin, li ser HDP'ê axivîn. Lê mafê gotinê nedan me."
'LI CIHÊ XWÎN LÊ HEYE, SIYASET NIKARE BÊ MEŞANDIN'
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku li dijî hêza dewletê, wan têkoşîna hebûna mirovahiyê meşandine û got, "Desthilatdariyê plana xwe ya jê re digot ji A heta Z, bi serketî meşand. Komkujî, înfaz... Berî ku em êşa komkujiyekê ji bîr bikin, êşeke din dan kişandin. Ji ber komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, ji ber ewlekariya jiyanê ya gelê me, me mîtîng pêk neanîn. Bi sedan mirovên me hatin qetilkirin. Bi rojan em bi defikirina cenazeyên xwe, bi teselîkirina mirovên xwe re mijûl bûn. Li cihê xwîn lê heye, siyaset nayê kirin, nikare bê kirin. Me nikarîbû bikin. Tevî vê yekê me hewl dan gorên zarokên mirovên xwe biparêzin. Di nava van hemû êş û azaran de me ji sedî 11 ê dengan stend. Ev yek serketina vîna jiyana bi hev re ya mirovahiyê ye."
'XWÎN JI DILÊ WAN HAT , LÊ DENGÊ XWE DAN'
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, ji bo hilbijêrên deng dane AKP'ê ev nirxandin kir: "Mixabin hin mirovên me bê hêvî bûn û gotin, 'eger ew bi tena serê xwe nebe desthilatdar, wê me hemûyan bikuje'. Bi nêrîna 'Bila bi ser bikevin, lê zêde mirovan nekuje', tevî ku xwîn ji dilê wan hat jî neçar man deng bidin. Desthilatdariyê bi gotina 'îstiqararê' gef xwar. Li ser gel 'ya îstiqrar ya jî kaos' ferz kir. Tevî kêmasiyên me jî, girseyek mûxafazakar a oldar, ku nelirêtî û zilma AKP'ê didîtin gotin, 'Em deng bidin wan, bila bêdeng bibin'. Nehiştin ku em peyama xwe ya 'Eger hûn îstiqrarê dixwazin, li dijî şer, deng bidin aştiyê' bigihînin gel.
Tevî nirxandina hilbijartinên 1'ê Mijdarê, ya girîng axaftina li ser kar û barên ji niha û pê ve ye. Têkoşîna edalet, azadî, maf û aştiyê ne tenê li Meclîsê tê meşandin. Li Meclîsê, dema ku em ji vê rewşê qelstir jî bûn, me karên gelekî serketî bi ser xistin. Îro hem li Meclîsê hem jî li kolanan derfetên me ji bo serketinê zêdetir in. Em ê vîna derketiya holê heta dawiyê nîşan bidin, rexnedayîna xwe bidin û bi çareserkirina şaşîtiyên xwe, destketiyên girîngtir bi dest bixin."