ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dengdayîna li gelemperiya Tirkiyeyê bi dawî bû
Dengdayîna referandûma 16’ê Nîsanê ya li gelemperiya Tirkiyeyê ku saet di 17'an de bi dawî bû. Hejmartina dengdana destpê kir. -
Li Stockholmê ji bo girtiyên di grevê de ne çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne, çalakiyek hate lidarxistin. -
Hevserok û parlementerên girtî li girtîgehê dengê xwe dan
Hevserokên giştî yên HDP û DBP’ê, 11 parlementer û 83 hevşaredaran li girtîgehê dengê xwe yê 'Na'yê dan. -
14 gerîla li Fransayê hatin bîranîn
Yûsûf Dogan (Ferhat Çem) û 13 gerîlayên li Dersîmê di operasyona 26'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
Konferansa Modernîteya Demokratîk: Mirov dikare ji kapîtalîzmê bibihure
Di konferansa 'Modernîteya Demokratîk' a Hambûrgê de, di roja 3'an de jê bihurîna kapîtalîzmê û perspektîfên siberojê têne nîqaşkirin. -
Li Egeyê gel diçe ser sindoqan
Li bajarên Egeyê, danê sibehê dengdêran berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe didin. Li gelek bajaran eleqeyek mezin ji bo dengdanê heye. -
Çalakgerên li Strasboûrgê: Berxwedana zindanan berxwedana azadiyê ye
Greva birçîbûnê ya li pêşiya vahiya Konseya Ewropayê di roja 4. de ye. Çalakgeran gotin, berxwedana li zindanan berxwedana azadiya gelekî ye û bang li her kesî kirin, ku tevlî vê berxwedana azadiyê bibin. -
Gelê Cizîrê dorpêç rakir û ji bo ‘NA’ çûne ser sindoqê
Gelê Cizîrê ku hêzên dewletê kirine dorpêçê ji bo bibêjin ‘NA’ çûne ser sindoqê. -
Girtî: Mudaxile ne ya qebûlkirinê ye, em ê li ber xwe bidin!
Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 61. de ne. Rêveberiya Girtîgeha Şakranê ragihand, ku ew ê 'bi zorê' mudaxileya tibî li girtiyan bike. -
Li Fransa û Kanada ji bo girtiyan destek
Kurdistaniyên li Fransa û Kanadayê dijîn, berxwedana girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de slav dikin. -
Sînor ji zext û zordariyê re nîne: Dengê vekirî, lêdan, binçavkirin...
Zext û zordariya AKP'yiyan di dengdanê de bi rengekî bê sînor dewam dike. Dayina dengan bi awayekî vekirî, lêdan, girtin û binçavkirin çend ji van e... -
Bi dengdanê re zext û zordariya AKP'ê jî dest pê kir
Îxlala ku AKP ji destpêka kampanya referandûmê ve dike, îro jî dewam kir. Li Colemêrgê jî, welatiyên ku taxên wan hatin hilweşandin ji bo dayina dengê 'NA' çûn ser sindoqan. -
Hamzaoglû: Ji bo Tirkiyeyeke bê Rewşa Awarte 'NA'
Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû dengê xwe li Stenbolê da. Hamzaoglû got, "Ji bo Tirkiyeyeke bê Rewşa Awarte, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em dibêjin 'NA'." -
NCDK a Montpellîerê kongreya xwe pêk anî
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Montpellîer ê Fransayê, kongreya xwe ya 4. lidar xist. -
Dengdana li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, dengdana ji bo referandûmê dest pê kir. 55 mîlyon 319 hezar û 222 hilbijêr wê dengê xwe bidin. -
ESP: Berxwedana li girtîgehan wê bi ser bikeve
ESP'ê li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand û got, "Mîna duh wê îro jî berxwedana li girtîgehan bi ser bikeve. Wê gelên me bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin." -
Li Marsîlya, Frankfûrt û Londonê çalakî
Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo xwedîderketina li berxwedana li zindanên Tirkiyeyê dewam dikin. Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li paytexta Îngilîstan Londonê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Parîs hezaran kes ji bo bibin dengê girtiyan meşiyan
Li paytext Parîs a Fransayê, bi hezaran kes ji bo bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ku kete di roja 60’an de, meşiyan. -
NCKD li Bergîsch Gladbach Kongreya xwe ya 4’emîn lidar xist
Li bajarê Bergîsch Gladbach ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kongreya xwe ya 4’emîn lidar xist. -
Li Stockholmê serdana piştgiriyê ya ji bo greva birçîbûnê
Eleqeyek zêde ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdistaniyên ku duh li Stockholmê bi armanca piştgirîkirina berxwedêrên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê dabûn destpêkirin heye. -
Li Elmanya, Hollanda û Kanadayê ji bo berxwedana zindanan çalakiyên piştgiriyê
Bi armaca balê bikişîn ser berxwedana zindaniyan a greva birçîbûnê li Almanya, Hollanda û Kanadayê meş, mîtîng û grevên birçîbûnê hatin lidarxistin. -
Li Agiriyê xebatên NA
Çend saet mayî ji referandûmê re di pêşengtiya HDP,DBP û TJA’ê de, di çarçoveya kampanyaya ‘NA’ de xebat didomin. -
Li Şakranê gelo wê mudaxeleyî greva birçîbûnê bikin?
Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyan di roja 60'emîn de ye û hat îdiakirin ku wê îdareya girtîgehê mudaxeleyî girtiyan bike. -
Li Helebê gelek sivîl hatin qetilkirin
Li Helebê nêzî konvoya otobusan a ku tê de sivîlên ji bajarên Fûa û Kefrayê hebûn, teqînek pêk hat. Sivîlên vê herêmê piraniya wan Şîa ne û ji qadên şer dihatin tehliyekirin û di êrîşê de gelek sivîl mirin. -
Hiqûqnas: Em xwedî li sindoqan derkevin
Beriya referandûmê hiqûqnasan hişyariyên xwe kirin. Parêzer gotin ku ji bo siberojeke bi xêr û ji bo azadiyê divê mirov xwedî li sindoqan derkeve.