Li Stockholmê serdana piştgiriyê ya ji bo greva birçîbûnê
Eleqeyek zêde ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Kurdistaniyên ku duh li Stockholmê bi armanca piştgirîkirina berxwedêrên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê dabûn destpêkirin heye.
ANF
STOCKHOLM
şemî, 15 avrêlê 2017, 19:51
Di serdana çalakiya kon greva birçîbûnê de, nûnerên Swêdê, Kurdistan, Partiyên Siyasî yên Tirkiyeyî û rêxistinên civaka sivîl, peyamên xwe yên piştgiriyê ji bo berxwedêrên girtiyên ketine greva birçîbûnê diyar kirin û bang kir divê ji destûra bingehîn ku wê sibehê bê dengdan rawestînin.
Çalakgerên greva birçîbûnê di roja 2’emîn de çûn cihê ku qetlîama roja Înê lê qewimî ziyaret kirin, ji bo kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane gul danîn û find pêxistin.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û çalagerên greva birçîbûnê bi operlorên ku li qadê hatin danîn têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê her wiha referandûma ku wê sibehê dîktaroriyê bixe dengdanê welatiyên herêmê agahdar kirin û gelavok belavkirin.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ku çalakgerên greva birçîbûnê ziyaret kirin ji ANF’ê re axivîn.
Ji Damezrênerên Tevgera Attac Asa Wollîn: Ez ji bo têkoşîna gelê Kurd a li dijî Erdogan û piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê hatime vir. Destûra nû wê welat ber bi dîktatoriyê ve bibe. Divê rê neyê dayîn ku Erdogan bibe Hîtlerê nû.
Nûnera Buroya Swêd a Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê Ster Kardoxî: Referandûma ku sibehê dikeve dengdanê wê siberoja Tirkiyeyê diyar bike. Em piştgirî didin berxwedêrên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê. Divê dewleta Tirk dawî li polîtîkayên zext, şidet û çewisandinê bîne û demildest daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bînin.
Nivîskar û Şêwekar Lennart Asp: Ez ji bo kesên ku sibê di referandûmê de bibêjin NA û ji bo piştgirî dayîn çalakgerên greva birçîbûnê li vir im. Ez tekoşîna çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo mafê mirovan girîng dibînin û piştgiriyê didin tekoşîna wan.
Şanoger Serpîl Înanç: Em ji Destûra Bingehîn a ku li ser gel şer dide ferzkirin re dibêjin NA. Niha greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 60. De ye. Ji ber hinek pirsgirêkên tenduristî ez tevlî greva birçîbûnê nebûm. Pêwîste êdî dawî li faşîzmê were. Pêwîste bi hev re em li dijî faşîzmê tekoşînê bikin. Vebijêrtinekî din a me nîne.
Seroka Koma Partiya Çep a Şaredariya Stockholmê Ann Margarete Lîvh: Piştgirîdayîna girtiyên ku li girtîgehên Tirkiyeyê di grevên birçîbûnê de ne gelek girîng e. Çalakgerên ku di nava wan de Parlamenterên HDP'ê heyîn di asta sînorê mirinê de ne. Em neçar in ku li Swêdê piştgirî bidin tekoşîna girtiyan. Destûra Bingehîn ya nû ya Tirkiyeyê rê li ber dîktatoriyekî nû ve dike. Di rewşa ku dengê NA derbikeve de ez bawer nakim ku Erdogan rêz li îradeya gel bigre û ez difikarim ku şerekî navxweyî wê derbikeve. Di referandûmê de derketina dengê NA wê min keyfxweş bike û di heman demê de ez bi guman im ku Erdogan rêz nîşanî îradeya gel nade.
Endama Meclîsa Şaredariya Jergella a Partiya Çep Naîle Aras: Abdullah Ocalan ev 2 sal e dibin tecrîdê deye û destûr nayê dayîn ku bi kesekê re hevdîtin bike. Tecrîd, zext û êşkenceya li dijî girtiyên di girtîgehan de nayê qebûlkirin. Ev wiha berdewam nake. Di destpêkê de Swêd û hemû welatên Ewropa divê li dijî vê helwest nîşan bide.
Bêdengiya Ewropa ya li dijî pirsgirêka koçbera û li pêş çav girtina aboriyê nayê qebûlkirin.
Saziya Pişgtiriyê Suleyman Yîgît: Em wek şoreşgerên Tirkiyeyî pişgtiriyê didin greva birçîbûnê ya girtiyan. Em li gel hemû berxwedanan bi mafin û emê her tim li gel wan bin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêdê û Meclîsa Jînên Kurd a Amarayê bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî çalakiya sibehê ku wê saet 12:00'an li Qada Sergel ya ji bo piştgirî dayîna girtiyên li girtîgehan di grevên birçîbûnê de ne.