Li Elmanya, Hollanda û Kanadayê ji bo berxwedana zindanan çalakiyên piştgiriyê
Bi armaca balê bikişîn ser berxwedana zindaniyan a greva birçîbûnê li Almanya, Hollanda û Kanadayê meş, mîtîng û grevên birçîbûnê hatin lidarxistin.
Bi armaca balê bikişîn ser berxwedana zindaniyan a greva birçîbûnê li Almanya, Hollanda û Kanadayê meş, mîtîng û grevên birçîbûnê hatin lidarxistin.
MANNHEÎM
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi armaca piştgirî û bal kişandina ser berxwedêrên greva birçîbûnê meşek lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Scholss a Mannheînê kombûn heta Alterfeûrwacha meşiyan. Partiya Çep a Elman jî bi boneya Ostermarschê meşek lidar xistin. Kurdistanî û endamên Partiya Çep meş kirin yek û mîtîngek lidar xistin.
Bi boneya roja Ostermarsch çepgirên Elmanya û saziyên demokratîk di mîtîngê de peyamên wan hati xwendin.
A.Kerîm Kurt ê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin kir, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê û Kurdistanê, bang li her kesê kir ku xwedî li berxwedêrên zindanan derkevin.
Di mîtîngê de belavoka NAV-DEM’ê ya bi zimanê Elmanî ku têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya zindaniyên ku 60 roj li pey xwe hêlan hate xwendin.
Çalakgerên ku di tevahiya meşê de belavok belavkirin dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindana” qîr kirin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, NAV-DEM’ê bi armanca pirtgirîkirina berxwedêrên zindanan ên ku li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê ketine greva birçîbûnê meşek lidar xistin.
Meşa ku ji pêşiya gara trenê destpê kir heta pêşiya avahiya Parlementoya NRW’ê dewam kir. Meşa ku nêzî 500 kes beşdar bûn, Kurdistanî û derdorên demokratîk jî piştgirî kirin.
Çalakgerên ku di çalakiyê de tim dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Dîktator û faşîst Erdogan” qîr kirin, daxwaza kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û daxwazên girtiyan bê qebûlkirin.
ESSEN
Li bajarê Elmanya Essenê jî , bi tevlîbûna Kurdistaniyên ku li Essen, Dûisbûrg û Dortmûndê dijîn, meşek û mîtîngek hat lidarxistin.
Girseya ku derbasî meşê bûn, ji aliyê polîsên Elman ve bi hinceta ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine hildan hatin sekinandin. Polîsan zext li girseyê kir ku posterên Ocalan ranekin. Gel li dijî vê bertek nîşandan û çalakî li cihê ku polîsan sekinandî pêkhat.
DEN HAAG
Greva birçîbûnê ya dorveger li bajarê Den Haag ê Hollandayê ku ketiye roja 6’emîn, bi koma 2 destpêkir.
Ev 60 roj in girtiyên sîyasî ji bo pêşxistina çareserîya sîyasî, bi dawî anîna tecrîd, îzolasyon û îşkenceya ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û ji bo komkujîyên fîzîkî û sîyasî yên dewleta Tirk ser Kurdistane tên kirin bên rawestandin, di nava greva birçîbînê ya mirinê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Li pêşiya avahiya Dîwana Edaletê ya Laheyê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku 300 Kurdistanî û dostê wan tevlîbûyîn de ji bo girtiyên greva birçîbûnê qada navnetewî hat agahdar kirin û banga bi hestiyariyê li raya giştî ya navnetewî hat kirin
Piştî axaftina vekirinê ya Hevserokê Navenda Civaka Demokratik a Kurd Huseyn Yildiz bi zimanê Tirkî û xwendina daxuyanîyê bi zimanê Hollandî, berpirsyarê komîteya greva birçîbînê Fûrat Varto mafê axaftinê girt û banga tevlîbuna çalakîyên bo piştgirîya girtîyên siyasî yên ku ev 60 roj in di nava greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Piştre Hevberdevkê HDK'ê Egîd,Berdevkê ADHK Gurbuz û Berdevkê Partîzanê Mamoste Cetin ji gel re axivîn.
Çalakî bi stran û govend ve bi dawî bû.
TORONTO
Li bajarê Kanada Torontoyê bi armanca bal kişandina ser berxwedanên li girtîgehên Tirkiyeyê de û xwedî derketina li berxwedana girtiyan 14 kesan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.