Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate ragihandin, ji Kurdistanê heta Ewropayê di gelek navendan de sersaxî û çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Sersaxiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Koln ê Elmanyayê hatiye danîn jî di roja 4’an de dewam dike.
Hevrêyên têkoşînê yên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, Kurdistanî, derdorên çep û sosyalîst tevlî sersaxiyê bûn. Di sersaxiyê de îro ji aliyê jinên endamên Federasyona Elewiyên Demokratîk ve xwarin hate dayîn.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinan dewam kir.
Berdevka FEDA’yê ya Swîsreyê Songul Çelîk kesayetiyên têkoşer ên du kadroyên pêşeng ên PKK’ê û fedakariya wan a ji bo gelê Kurd vegot.
‘MÎRATEYEKÎ MEEZIN JI MIROVAHIYÊ RE HIŞTIN’
Serokê Giştî yê Tevgera Îslamiya Nûjen û Nûjenîxwaz Ahmet Hafiz Tûrhalli got ku du nirxên mezin ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di dawiya meşek mezin a li çiyayên Kurdistanê dane destpêkirin de gihiştin heqîqetê. Tûrhalli diyar kir ku têkoşîna PKK’ê ya 52 salan di dîroka Kurd de yekem e û anî ziman ku Altûn û Kaytan wekî kadroyên pêşeng ên vê tevgerê xwedî fedakarî û têkoşînekî bênimûne ne.
Tûrhalli bi bîr xist ku hêzên ku Kurdistanê dagir dikin, di bin navê ol de vê dagirkeriyê rewa nîşan didin û wiha got: “Ev dagirker ji Kurdan re gotin, ‘ol dijminê we ye.’ Ji oldaran re got, ‘Kurd dijminê we ne.’ Lê Kurd ji bo heq û heqîqetê şer dikirin. Yên ku ji bo heq û heqîqetê li ber xwe didin û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest didin, dibin şehîd. Ji ber vê yekê em dibêjin ku têkoşîn û bîranîna van hevalan nemir e.”
‘ME BI FIKRÊN WAN XWE NAS KIR Û FÊRÎ DÎROKA XWE BÛN’
Siyasetmedar Pero Dundar wiha got: “Bila serê Rêber Apo û gelê me sax be. Hêrî zêde Rêber Apo ji ber van şehadetan xemgîn bû. Ji ber ku ji bo Hakî Karer ku di dîroka vê têkoşînê de şehîdê ewil e, wiha gotibû, ‘Min aliyek xwe winda kir.’ Şehadeta wan hevalan jî ewqas bandor li wî kiriye.”
Pero Dundar îşaret bi gotina “PKK romanekî bêdawî ye” kir û wiha got: “Ev hevalên me destpêka vê romanê ne. Em bi fikir, hizir û têkoşîna wan mezin bûn, xwe nas kir û fêrî dîroka xwe bûn. Yên ku PKK’ê û pergala Rêbertiyê nas nakin, nikarin dîrok û kûrbûna vê têkoşînê fêm bikin.”
Pero Dundar destnîşan kir ku li ser pêşketin û veguherandina vê mîrateya têkoşînê paradîgmaya civaka demokratîk were avakirin û got ku ev kevneşopiya têkoşînê bi mîrateya kesên ev qas fedekar û bibawer qezenc bike.
Sersaxî heta 17’ê Gulanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê dewam bike.