Li Bernê panela 15’ê Gulanê hat lidarxistin
Li Bernê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panel hat lidarxistin.
Li Bernê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panel hat lidarxistin.
Li Kantona Bern a Swîsreyê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panel hat lidarxistin. Panel li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Îrfan Babaoglû weke axaftvan tevlî panelê bû.
Panel bi silavkirina Kongreya 12’emîn a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Di panelê de peyama Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê hat xwendin. Piştre ji enstîtuyê Îrfan Babaoglû axivî. Babaoglû anî ziman ku Kovara Hawar di 15’ê Gulana 1932’an de dest bi weşanê kir û got: “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) roja 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî îlan kir. Ji wê rojê û vir de 15’ê Gulanê Cejna Zimanê bi çalakiyên cuda tên pîrozkirin.”
Babaoglû da zanîn ku bi pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo re û Kongreya 12’emîn a PKK’ê re wê xebatên li ser ziman hîn xurtir bên kirin û got: “Di rojên borî de li Elmanya Zanîngeha Kurdî hat avakirin. Em vê weke geşedanek mezin dibînin.”
Babaoglû li ser xebatên Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê jî agahî parve kir.
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.