Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn piştî ku şehadeta wan hate ragihandin li gelek bajaran hatin bibîranîn.
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn piştî ku şehadeta wan hate ragihandin li gelek bajaran hatin bibîranîn.
Di bîranînên girseyî yên ji Şirnexê heta Edeneyê de hate destnîşankirin ku wê têkoşîna were domandin.
Di bîranînan de gelek caran dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin. Her wiha îşaret bi têkoşîna azadiyê ya Kaytan û Altûn hate kirin û soz hate dayîn ku xeyalên wan were pêkanîn.
ŞIRNEX
Bi pêşengtiya Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û bi tevlibûna rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan kesan, li avahiya DEM Partiyê ya Cizîr a Şirnexê bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta "Şehîd fermandarên me ne em leşkerên wan in" û wêneyên Kaytan, Altûn û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin hilayîstin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin" û “PKK gel e gel li vir e” hatin berzkirin.
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan di bîranînê de got ku têkoşîna Kaytan û Altûn ber bi azadiyê ve diçe û ew ê têkoşîna wan mezin bikin.
Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Esmer Çikmaz jî got ku weke dayik ew ê têkoşîna Kaytan û Altûn mezin bikin û ev tişt anî ziman: “Dê bîranîna wan her tim bi me re bijî. Em ê wan tu caran ji bîr nekin û dê têkoşîna wan bijî. Em ê xeyalên wan pêk bînin û xeyalên wan heta digihijin serkeftinê em ê têbikoşin.”
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got ku têkoşîna tê dayin dê bigihije armanca xwe û ew ê ji bo aştiyê têbikoşin.
Piştî axaftinan, belgefîlmeke ku Kaytan û Altûn vedigot û sînevîzyona “Şehîdên Gulanê” hate pêşandan.
ÎDIR
Li Îdirê jî bi pêşengtiya DEM Partî û DBP’ê bîranîn hate lidarxistin. Gelek welatî tev li bîranîna li avahiya DEM Partiyê bûn. Di bîranînê de wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û DEM Partiyê ji bo Kaytan û Altûn nivîsandibûn hatin xwendin. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan û bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
MÛŞ
Li avahiya DBP’ê ya Mûşê jî bîranîn hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Welatiyan, helbestên Kaytan xwendin.
EDENE
Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Edeneyê jî hatin bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya AKKAY-DER’ê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê hat lidarxistin. DBP, TJA, HDK, Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, AATUHAY-DER û gelek kes tev li bûn. Bi wêneyên Altûn û Kaytan quncikê bîranînê hate amadekirin. Di bîranînê de sînevîzyoneke jiyana Kaytan û Altûn vedigot hate pêşandan. Her wiha ji dengê Kaytan helbestên wî hate guhdarîkirin. Hinek helbestên Kaytan jî ciwanan xwendin. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Li rêxistinên DEM Partiyê yên Mêrsîn û Antalyayê jî bîranîn hatin lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.
MÊRDÎN
Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, li Mêrdînê jî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, li eywana konferansan a avahiya DEM Partiyê ya bajar hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Wêneyên Kaytan û Altûn danîn eywanê û li dora wan jî qurnefîl û find hatin bicihkirin. Aktîvîsta TJA’yê Şîrîn Damar di bîranînê de helbesta Kaytan a “Ez Mirov Bûm” xwend. Piştre jî Mehmet Şîrîn Bariş ku li Zindana Hejmar 5 a Amedê li gel Altûn û Kaytan bi hev re mabû bîranînên xwe vegot û bal kişand ser aliyên têkoşer ên Kaytan û Altûn. Bîranîn, piştî axaftinan bi dawî bû.
ÊLIH
Li Sendîkaya Petrol Îşê ya Êlihê jî bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatiyan bîranîn hat lidarxistin. Li Eywanê wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilayîstin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.
SÊRT
Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de sînevîzyon hate pêşandan.
ÇEWLIG
Li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Çewligê merasîma bîranînê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Bername, bi belavkirina loqmeyê bi dawî bû.
XARPÊT
Rêxistina DEM Partiyê ya Xarpêtê jî li avahiya xwe bîranîn li dar xist û gelek kes tevlî bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir û bi pêşandana sînevîzyonê û guhdarîkirina helbestan bi dawî bû.
STENBOL
Rêxistina DEM Partiyê ya Bahçelîevler a Stenbolê jî bîranîn li avahiya xwe bîranîn li dar xist. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî bûn. Gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" hate berzkirin. Di bîranînê de quncikeke ku wêneyên Kaytan û Altûn hatin bicihkirin hate avakirin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Dayikên Aştiyê di bîranînê de axivîn û gotin ku ew ê xeyalên Kaytan û Altûn pêk bînin û serkeftina wan e.