Îro li Xezeyê herî kêm 103 kes hatine kuştin
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê roja Pênçşemê jî berdewam kir û erkdarên alikariyê dan zanîn ku ji sibehê heya niha herî kêm 103 kes hatine kuştin.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê roja Pênçşemê jî berdewam kir û erkdarên alikariyê dan zanîn ku ji sibehê heya niha herî kêm 103 kes hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên Parastina Sivîl di encama bombardûmana Îsraîlê de bi taybetî ên li ser bakur û başûrê Xezeyê, tenê îro zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Heman çavkaniyê roja Çarşemê jî ragihandibû ku 80 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Li gel bîlançoya îro jî hejmara kesên hatine kuştin bû 183 kes.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump, girêdayî seredanên ji bo Rojhilata Navîn di daxuyaniyeke xwe ya li Dohaya paytextê Qeterê de anî ziman ku wê ‘’bidestxistina’’ xakên Filîstînê ‘’herêmeke azad’’ were avakirin.
Filîstiniyan nerazîbûnên xwe nîşanî gotinên Trump dan û rêxistinên mafên mirovan û çavdêran diyar kirin ku ev gotinên Trump li dijî hiqûqa navneteweyî ne.