NCDK a Montpellîerê kongreya xwe pêk anî

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Montpellîer ê Fransayê, kongreya xwe ya 4. lidar xist.

Di destpêka kongreyê de ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre dîwan hate hilbijartin. Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol li vê derê rewşa dawî ya siyasî nirxand. Bîngol bal bir ser greva birçîbûnê û banga xwedîderketinê kir.

Piştre rapora li ser karê salekê hate xwendin û nirxandin.

Ji bo serdema nû jî Zubeyde Denîzhan û Cevat Guneş weke hevserok hatin hilbijartin.

Guneş û Denîzhan gotin, "Em kongreya NCDK'ê diyarî berxwedêrên zindanan ên 60 roj in di greva birçîbûnê de ne, dikin. Em vê berxwedana li zindanan silav dikin."

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" qediya.