Li Şakranê gelo wê mudaxeleyî greva birçîbûnê bikin?

Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyan di roja 60'emîn de ye û hat îdiakirin ku wê îdareya girtîgehê mudaxeleyî girtiyan bike.

Li girtîgehan girtiyên PKK û PAJK'ê bi daxwaza "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîlêanîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û sekinandina operasyonên leşkerî" dest bi grevên birçîbûnê kiribûn. Hat diyar kirin ku greva birçîbûnê di roja 60'emîn de ye û êdî xwîn ji devê girtiyan tê û girtî gelekî zeîf bûne.


'WÊ LI JÊR NAVÊ VENÊRÎNA TENDURISTIYÊ  MUDAXELEYÎ GIRTIYAN BIKIN' 

Girtiyê bi navê Abdulbahrî Yildirim ê li Beşa T2'yan a Girtîgeha Şakranê tê ragirtin îro telefonî malbata xwe kiriye û ragihandiye ku, li girtîgehê her diçe rewş girantir dibe, ji devê hin girtiyan xwîn tê û roj bi roj zeîf dibin. Yildirim, ragihand ku îdareya girtîgehê ji wan re gotiye ew ê li jêr navê venêrîna tenduristiyê mudaxeleyî girtiyan bikin û xwest ku bila raya giştî ji vê rewşê haydar be.

'YA HÛN Ê BI XWEŞIKÎ DEV JÊ BERDIN AN JÎ EM Ê RÊYEKÊ JÊ RE BIBÎNIN' 

Li gor agahiyên malbatên ku çend roj berê hevdîtin bi xizmên xwe re kirin, midûrê Girtîgeha T2 a Şakranê ji girtiyên di greva birçîbûnê re wiha gotiye: "Ya hûn ê bi xweşikî dev jê berdin an jî em ê rêyekê jê re bibînin." 

BÛRCÛ ÇELÎK: ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ DIBE KU MUDAXELEYA TIBÎ BIKE

Parlementera HDP'ê ya Mûşê Bûrc, diyar kir ku wan têkildarî mijarê bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin çêkirine û got, rayedarên girtîgehê ragihandine ku ji ber girtî bi awayekî zêde zeîf dibin, dibe ku ew di warê tibî de mudaxele bikin. Çelîk, destnîşan kir ku ew nizanin wê mudaxeleyeke çawa bê kirin û got, hewldanên wan ên bi îdareya girtîgehê re didomin. 

BÛLDAN: LI GIRTÎGEHA T3'YAN AMADEKARIYÊN MUDAXELEYÊ HENE, WEZÎRÊ DADÊ BERSIVA TELEFONÊN ME NADE 

Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan a têkildarî mijarê hewl dide xwe bigihîne Wezîrê Dadê, diyar kir ku agahî hatiye ku li Girtîgeha T3'yan rêveberiyê ji bo mudaxeleyê amadekarî kirine. Bûldan got ku têkildarî mijarê Wezîrê Dadê bersiva telefonê nade.