Li Helebê gelek sivîl hatin qetilkirin
Li Helebê nêzî konvoya otobusan a ku tê de sivîlên ji bajarên Fûa û Kefrayê hebûn, teqînek pêk hat. Sivîlên vê herêmê piraniya wan Şîa ne û ji qadên şer dihatin tehliyekirin û di êrîşê de gelek sivîl mirin.

Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya ku spartin çavkaniyên herêmî, di teqînê de li gorî daxuyaniya pêşîn 20 kes mirine.
Hat diyarkirin ku kesekî nêzî otobusên li îstasyona benzînê ya li herêma Raşîdînê bombeya li ser xwe teqandiye û otobusên li îstasyona benzînê, ji hêrema Fûa û Kefrayê hatibûn a ku sivîl lê dihatin tehliyekirin.
Duh jî ji bo ji Fûa û Kefrayê 5 hezar kes werin tehliyekirin, konvoyeke ku ji 75 wesayîtan pêk dihat çûbû Helebê.
Tehliyekirina sivîlên ji herêma Fûa û Kefrayê wekî peymaneke di navbera hikumeta Sûriyeyê û komên çekdar de hatibû qebûlkirin. Ji sala 2013’an û vir ve li herêma ku 20 hezar kes lê asê mabûn, xurek û pêdiviyên bingehîn ji wan re nediçûn.