ESP: Berxwedana li girtîgehan wê bi ser bikeve
ESP'ê li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand û got, "Mîna duh wê îro jî berxwedana li girtîgehan bi ser bikeve. Wê gelên me bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin."
ESP'ê li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand û got, "Mîna duh wê îro jî berxwedana li girtîgehan bi ser bikeve. Wê gelên me bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin."
Partiya Sosyalîst a Bindenstan (ESP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê heta roja îro gelek caran grevên birçîbûnê hatein lidarxistin. Hat ragihandin, ku di grevên birçîbûnê yên dawî de ji Şakranê heta Tarsûs, Wan, Sîncan û Menemenê li 30 girtîgehan 289 girtî ketine grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger û hat gotin, "Tevî vê yekê, ji bo destekkirinê bi sedan girtî di grevên birçîbûnê yên dorveger den e. Sê daxwazên bingehîn ên girtiyan hene.
-Rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî. Afirandina mercên ji bo danûstandinê.
-Sererastkirina şert û mercên girtîgehan, ku bi Rewşa Awarte re giran bû. Dawîanîna li binpêkirina mafên mirovan.
-Rakirina dorpêçiya li ser bajarên Kurdistanê.
Daxwazên girtiyan rewa ne û divê derhal bersiv ji wan re bê dayîn. Tecrîda li Îmraliyê, ku li mewzûata dewletê bi xwe jî nayê û bi rengekî kêfî û tolhildêr dewam dike, lazim e bê rakirin. Divê derfet bên dayîn ku Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Pêwîste were dîtin, bi dorpêçiya li ser bajarên Kurdistanê û bi operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî re gelê Kurd teslîm nayê girtin.
Astengkirina mafê wergirtina kovar, pirtûk û rojnameyan bi rengekî kêfî, nêzîkatiyên rûmetşikandinê û şîdetê yên di dema sewqkirina girtî û hikumxwaran ji bo nexweşxaneyê, astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re, bicihkirina kamera li cihên jiyana taybet, kêmkirina mafê sohbetê yê 10 saetan an jî rakirina vî mafî, destdirêjiya bi navê lêgerîna hesas li qewîşên jinan tê kirin, ferzkirina lêgerîna bi rengekî tazî li girtî û hikumxwarên jin, zextên li hucreyan, rêkûpêkkirina îşkenceyê û desteserkirina mafên din, ne yên qebûlkirinê ne.
Grevên briçîbûnê yên girtiyan ketine roja 60'î. Eger bê dîtin, ku li gelek girtîgehan vîtamîna B12 ji girtiyên di grevê de ne nayê dayîn û alîkariya têrker a tibî nayê dayîn, hingî wê were fêhmkirin ku êdî girtî li ser sînorê mirinê ne. Eger tiştek bi girtiyan bê, wê faşîzma AKP-Qesrê û wezareta edaletê ya xwe nade ber çareseriyê berpirsyar bin.
Ji bo destekkirina girtiyan, di serî de li Amedê li gelek bajaran xizmên girtiyan û wekîlên me dest bi grevên birçîbûnê kirine. Her roj bi armanca piştgiriyê çalakî têne lidarxistin. Li girtîgehan û li derve, ji bo parçekirina hucreyan, ji bo dawîanîna li îşkenceya tecrîdê û encamgirtinê, em li kolanan û li ber girtîgehan bibin dengê girtiyan û daxwazên wan bînin ziman. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!
Mîna duh wê îro jî berxwedana li girtîgehan bi ser bikeve. Wê gelên me bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin!"