Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo xwedîderketina li berxwedana li zindanên Tirkiyeyê dewam dikin. Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li paytexta Îngilîstan Londonê çalakî hatin lidarxistin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, greva birçîbûnê, ku roja Duşemê dest pê kir, dewam dike. Duh jî Kurdistaniyan ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, meşiyan.
Meşê li meydana Canebîerre dest pê kir û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Çalakî heta Vîeûx-Portê dewam kir û li vê derê mîtîngek hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser navê Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re axaftin hate kirin. Herî dawî li ser navê Navenda Civaka Demokratîk axaftin hate kirin û berxwedêrên zindanan hate silavkirin.
Greva birçîbûnê ya roja Duşemê dest pê kir jî wê ji îro û pê ve bi beşdariyeke xurt dewam bike.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi meş û Mîtîngekê xwedî li berxwedana li Girtîgehên Tirkiyeyê hate derketin.
Meş bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Franfûrtê pêk hat. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Hanaû û Offenbachê tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistanê ev 2 meh in di greva birçîbûnê de ne, azadî ji girtiyên siyasî re" hate hilgirtin. Girseya gel heta bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Destên xwe yên qirêj ji ser HDP'ê vekişînin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" heta Romerplatzê meşiya. Piştre li vê derê mîtîngek hate lidarxistin.
Li ser navê YJK-E Delal Yaman li vir peyivî û bibîr xist, ku girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ev 2 meh in di greva birçîbûnê de ne û got, "Daxwaza destpêkê ya hevrêyên me yên di greva birçîbûnê de ne, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîanîna li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan e. Weke Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, divê me vê çalakiyê nîşanî raya giştî ya Ewropayê bidin."
Li ser navê HDK-Elmanyayê Mehmet Emîn Yildiz di mîtîngê de axivî û bang kir, ku ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi lezgînî bikevin nava tevgerê.
Mîtîng bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" qediya.
LONDON
Bi armanca destekkirina grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, ku roja 60 li dû xwe hişt, li paytexta Îngilîstan Londonê meşeke girseyî hate lidarxistin.
Meşa ji aliyê 'Platforma NA ji bo demokrasiyê' ve hate organîzekirin, ji stasyona Manor Hoûse dest pê kir û heta Wood Greenê dewam kir. Bi sedan kesên tevlî meşê bûn bal kişandin ser grevên birçîbûnê û xwestin daxwazên girtiyan bên bihîstin. Di meşê de ji bo girtiyên şoreşger dirûşm hatin qîrîn û zextên hikûmeta AKP'ê yên li zindanan hatin şermezarkirin.
Çalakî piştî axaftina nûnerên Meclîsa Gel a Brîtanyayê li Wood Green û Kampanya Piştgiriya Kurdan, qediya.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ JI ALIYÊ KOMEKE NÛ VE TÊ DEWAMKIRIN
Greva birçîbûnê jî, ku ev pênc roj in li ber avahiya Serokwezaretiyê ya li paytext Londonê tê girtin, ji aliyê komeke nû ve dewr hate girtin. Koma nû, li binê konê li ber stasyona Manor Hoûse ve hate vedan, dest bi çalakiyê kir. Ji bilî navenda Londonê, li Brîghton û Cardîffê jî grevên birçîbûnê yên ji bo destekkirinê ev pênc roj in dewam dikin.