Hiqûqnas: Em xwedî li sindoqan derkevin
Beriya referandûmê hiqûqnasan hişyariyên xwe kirin. Parêzer gotin ku ji bo siberojeke bi xêr û ji bo azadiyê divê mirov xwedî li sindoqan derkeve.
Beriya referandûmê hiqûqnasan hişyariyên xwe kirin. Parêzer gotin ku ji bo siberojeke bi xêr û ji bo azadiyê divê mirov xwedî li sindoqan derkeve.
Parêzer Zuleyha Gulum bal kişand ser guherîna Destûra Bingehîn wê demokrasiyê ji binî ve ji holê rake. Gulum wiha got: “Jixwe demokrasî gelekî hindik e” û diyar kir ku li hemberî jiholêrakirina demokrasiyê divê hemû gel bibêjin ‘Na’. Gulsum wiha anî ziman: “Her Nayek wê ji bo avakirina Destûra Bingehîn aştiyane bibe zemînek. Ji bo ku Na jî bi ser bikeve, divê mirov xwedî li sindoqan derkeve.”
‘JI BO PÊŞEROJA ME HEMÛYAN, ‘NA’
Parêzer Kemal Ayaç diyar kir ku, heke ‘Erê’ bi ser bikeve em ê xweziya xwe bi van rojan bînin û got: “Gelo em dixwazin li welatekî demokratîk bijîn an jî li welatekî paşverû bi her kesî re şer dike? Roja Yekşemê wê gel dengên xwe bidin vî tiştî û diyar kir ku Erdogan li hundir polîtîkayên qutkirinê û li derve jî polîtîkaya dijminahiyê dike û bi ‘Na’yê em dikarin ji vê kaosê rizgar bibin.”
‘EZ VAN RAYEYAN NADIM SIYASETMEDARÊ PÊ BAWER DIKIM JÎ’
Parêzer Firat Epozdemîr jî bibîr xist ku ‘Erê’ wê ji bibe komkujiyeke girseyî. Epozdemîr diyar kir ku AKP di 7’ê Hezîranê de tena serê xwe nebû desthilatdar û dixwaze kaosekê ava bike. Epozdemîr destnîşan kir ku AKP dîsa van argumanan li pey desthilatdariyeke teqez e û divê mirov li hemberî vî tiştî stûyê xwe xwar nekin.
Epozdemîr diyar kir ku ew jî endamê HDP’ê ye, ligel ku herî zêde ji siyaseta Selahattîn Demîrtaş bawer be jî, wê qebûl neke ku van rayeyan bidin wî jî. Epozdemîr destnîşan kir ku, ev ne meseleya Erdogan e, ev meseleya rêveberî û îradeya welatekî ye. Divê tenê kesek nikaribe rêveberî û îradeya welatekî têxe bin kontrola xwe.