Gelê Cizîrê dorpêç rakir û ji bo ‘NA’ çûne ser sindoqê

Gelê Cizîrê ku hêzên dewletê kirine dorpêçê ji bo bibêjin ‘NA’ çûne ser sindoqê.

Dayikên Cemîle Cagırca û Mehmet Tûnc ku di dema qedexeyan de  hatibû qetilkirin bang li gel kirin ku biçin ser sindoqê.

Cizîr ku di dema qedexeya derketina derve de hatibû kavilkirin, li gel dorpêça dewletê jî welatî ji bo ku dengê xwe bidin diçine ser sindoqê.

Li Cizîrê ya Şirnexê li gel dorpêça dewletê jî gel ji bo bibêje ‘NA’ ber bi sindoqan ve diherike. Li navçeyê ku 5 caran qedexeya derketine derve lê hatibû ragihandin û di encamê de  nêzî 300 kesî lê hatibû qetilkirin, gel ji bo dengê xwe bide diherike ser sindoqan. Li dibistanekê hilbijêr ketibûn dorê, rêxistina navçeyê ji bo nexweş û yixtiyaran wesayit eyar kirine. Gelek kesên ku dengê xwe didin jî dibistanê bernadin û ji bo ewlehiya sindoqê dimînin. Polîsan navçe û dibistan bi wesayitên zirxî dorpêç kirine û hewl didin ku dengdêran dûr bixin.

ABLÛKA Û ZEXTA DENGÊ VEKIRÎ

Polîs li dibistanan hilbijêran seh dike û li GBT’ya wan dinere. Hin kesên ku navên wan diyar nebûn hatin binçavkirin. Polîsa bi wesayitên zirxî diçin dengê xwe didin, muşahîdên HDP’ê mudahele li polîsan kirin ku li cem sindoqan dimînin.
Li Gundê Zêwikê Serokê Navçeyê yê AKP’ê Cîhan Guven û xizmên wan zextê li gel dikin ku dengê xwe hişkere bidin. Li ser vê Wekîla HDP’ê Leyla Guven mudaleyî kir. Guven piştre mudaheleyî serokê sindoqê kir ku bi rozêta AKP’ê hewl dida têkeve Lîseya Îmam Hatîbê. Li ser vê jî yên li cem Guven gef li serokê sindoqê kirin.

MALBAT: EM BIÇIN SER SENDOQÊ

Dayik Cemîle Çagirca û Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeyan de hatibûn qetilkirin, Emîne Çagirca û Esmer Tûnc bang li gel kirin ku biçin dengê xwe bidin.