HRW: Îsraîl dorpêça Xezeyê veguherandiye ‘amûra tinekirinê’
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) roja Pêncşemê 15’ê Gulanê daxuyanî da û destnîşan kir ku Îsraîl dorpêça alîkariya mirovî ya li ser Xezeyê veguherandiye "amûra tinekirinê”.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) roja Pêncşemê 15’ê Gulanê daxuyanî da û destnîşan kir ku Îsraîl dorpêça alîkariya mirovî ya li ser Xezeyê veguherandiye "amûra tinekirinê”.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Federico Borello anî ziman ku dorpêç ji taktîkek leşkerî derbas bûye û bûye polîtîkayek tinekirineke sîstematîk.
Borello daxuyand ku Îsraîl hewl dide nêzîkî 2 milyon xelkê Xezeyê di nav heremêmeke teng de bi cîh bike û herêmê din bike cihên ku mirov nikaribe lê bijîn.
Borello ev tişt anî ziman: “Dorpêça Îsraîlê taktîkên leşkerî derbas kiriye û bûye amûra tinekirinê.”
HRW’ê vê yekê wekî "tawanên li dijî mirovahiyê" pênase kir û da zanîn ku “ev pêla kirêt” metirsiya paqijkirina etnîkî û qirkirinê bi xwe re tîne.
Îsraîl ji 2’yê Adara 2024’an û vir ve hemû alîkariyên mirovî yên bo Xezeyê rawestandiye.
Rêveberiya Tel Avîvê îdîa dike ku wan ev gav ji bo tolhildana êrîşa 7’ê Cotmeha 2023’an a ji hêla Hamasê pêk hat û ji bo serbestberdana rehîneyan avêtiye.
Rayedarên HRW û NY’ê dibêjin ku ev nêzîkatî li ser sivîlan encamên dermirovî derxistiye holê û li Xezeyê krîzên xwarin, derman û sotemeniyê çêkiriye.