Li Agiriyê xebatên NA

Çend saet mayî ji referandûmê re di pêşengtiya HDP,DBP û TJA’ê de, di çarçoveya kampanyaya ‘NA’ de xebat didomin.

Hevşaredar Siri Sakik, Endamê MYK’ê yê HDP’ê Metîn Bîngol, Aktivîtên TJA’yê, endama PM’ê ya HDP’ê Xecê Şen, HDP’yî û DBP’yî beşdarî xebatên ‘NA’yên li Agiriyê bû.

Sakik ê ku di dema serdana li dikandarên li ser Rêya Tahîr Elçî, Rêya Kagizman, Rêya Cûmhûryet û dikandarên Sûka Girtî de bi gelê ku nerazîbûn ji bo qeyûmê ji bo şeredariyê hatin wezîfedarkirin re axivî wiha got: “Ya ku ev dikin zilm e.”

Sakik ê ku diyar kir ku yên ku li şûna wî qeyûm wezîferdar kirin rêz ji vîna gel re negirtin û wiha anî ziman: “ Ev serkeftin we ye. Şaredariyekî du care bi keda Agiriyan hatiye bidestxistin. Eger ku ev şaredarî bi vîna vî gelî hatibe vê astê, divê her kes rêz jî vîna vî gelî re bigire. Divê her kes rêz ji vîna gel re bigire.”