14 gerîla li Fransayê hatin bîranîn

Yûsûf Dogan (Ferhat Çem) û 13 gerîlayên li Dersîmê di operasyona 26'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Li herêma Normandîe ya Fransayê, Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Les Mûreaûxê û Komîteya Malbatên Şehîdan civîneke bîranînê organîze kirin û xizmên gerîla û Kurdistaniyên li wê herêmê tevlî bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo gerîlayên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Piştre Nûnerê Malbatên Şehîdan Xeyrî Ûlûdag peyivî.

Ûlûdag got, "Em ê dilsozê bîranîn, pîvan û armancên şehîdan bin û bi vî rengî têbikoşin. Ala wan wê ti carî danekeve erdê."

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Fransayê Zozan Serhat jî got, "Di şexsê hevalê Ferhat de em her 13 hevalan bibîr tînin û dibêjin, ku em ê hîn bêhtir xwedî li têkoşîna wan derkevin. Heval Ferhat mîna her gerîlayekî, neferekî serketina têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo ye. Têkoşîna me ya azadiyê ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye. Di şexsê hevalê Ferhat de, serketin mîrateya şehîdên me ye."