Hevserok û parlementerên girtî li girtîgehê dengê xwe dan
Hevserokên giştî yên HDP û DBP’ê, 11 parlementer û 83 hevşaredaran li girtîgehê dengê xwe yê 'Na'yê dan.
Hevserokên giştî yên HDP û DBP’ê, 11 parlementer û 83 hevşaredaran li girtîgehê dengê xwe yê 'Na'yê dan.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, 11 parlementerên HDP’ê û 83 hevşaredaran li girtîgehê dengê xwe dan.
Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê, Yuksekdag jî li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kandirayê dengê xwe da. Parlementerên HDP’ê yên girtî Çaglar Demîrel, Gulsel Yildirim û Besîme Konca li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kocaeliyê, Nûrsel Aydogan, Meral Daniş Beştaş, Selma Irmak, Nîhat Akdogan û Ayhan Bîlgen li Girtîgeha Sîlîvriyê, Abdûllah Zeydan li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê, Ferhat Encu û Îdrîs Balûken jî li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kandirayê dengê xwe dan.
83 hevşaredarên ku di nav wan de hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî hebûn, li girtîgehê dengê xwe dan.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel li Sîlîvriyê û Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya ku bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de hatibû girtin Ayla Akat Ata jî li Kandirayê dengê xwe da.