Konferansa Modernîteya Demokratîk: Mirov dikare ji kapîtalîzmê bibihure

Di konferansa 'Modernîteya Demokratîk' a Hambûrgê de, di roja 3'an de jê bihurîna kapîtalîzmê û perspektîfên siberojê têne nîqaşkirin.

Konferansê 14’ê Nîsanê dest pê kir. Di konferansê de li ser krîzên ku kapîtalîzmê ava kirine, rêya derketina ji vê û li ser piştî kapîtalîzmê guftûgo têne kirin. Nîqaş li dor ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne kirin, li ser mijarên çareseriyên alternatîf, avakirina ya nû, ekonomoiya xwecih, têkiliya sirûşt û civakê, têkoşîna hevpar tê sekinandin.

SPASÎ LI MALBATÊN KURD

Di roja sêyan de mêvanan spasî dane Kurdan ku ev 3 rojan wan diezimînin. Di roja sêyan de ekonomîst û dîrokzan Frîederîke Habermann, antrpolog û nivîskar Eleanor Fînley, aktîvîsta tevgera azadiya jinê Halîme Kurt, Hevserokê PYD’ê û aktîvîstê Hevgirtina Boston-Bakurê Emrîka- Rojava Cora Roelofs gotarên xwe dan.

KÎ BIÇE SER AVÊ AV A WAN E

Frîederîke Habermann got, "Kî biçe ser bîrê av a wan e ne yê xwediyê bîrê ye" û bi vê gotinê bal kişande ser avabûna milkê taybet û diyar kir bê ka çawa dewlemendî di yek destî de dicive. Haberman bal kişande ser rengê têkiliyê ku takekes û civakê diparêze. Habermann herî dawî diyar kir ku mirov dikare ji kapîtalîzmê bibihure.

DIVÊ DAWÎ LI TÊKILIYA MÊTINGER A DI NAVBERA GUND-BAJAR DE WERE

Cora Roelofs diyar ki ku divê hişmendiya ekolojiyê çêbibe. Roelof xwest ku gundên ekolojîk werin avakirin û di nav plansaziya wan de divê burokrasî nebe.

Roelofs diyar kir ku divê dawî li têkiliyên mêtinger ên di navbera gund û bajêr de were.

Roelofs got, tenê têrê nake kapîtalîz were redkirin, her wiha divê têkiliya di navbera civaka ekolojîk û sirûştê de were xurtkirin.

GELEK TIŞT HENE KU DIVÊ EM JI KURDAN HÎN BIBIN

Antropolog Eleanor Fînlet bal kişande ser giringiya qutbûna ji hişmendiya netew-dewletê û got, ‘’Di vê mijarê de gelek tişt hene ku divê em ji Kurdan hîn bibin.’’

Fînley bi domdarî got di pratîkê de du lingên konfederalîzma demokratîk hene û got, ‘’Rêxistiniya siyasî, li Rojhilata Navîn sîsteme rêxistiniya bê dewlet.’’

QUTBÛNA JI SÎSTEMA BAVIKSALARIYÊ

Aktîvîstan tevgera jina azad Halîme Kurt girêva birçîbûnê ya li zindanan slav kir û got, qutbûna ji sîstema baviksalarî û hişmendiya wê ji bo şaristaniya demokratîk pir girîng e. Halîme Kurt diyar kir ku kêşeyên ku têne jiyîn xwe dispêrin şertên baviksalariyê, bi baviksalariyê heqîqet tê nixumandin.

QUTBÛNA JI HIŞMENDIYA MILÎTARÎZMÊ

Herî dawî Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axivî.  Muslim gotara xwe li ser qutbûna ji hişmendiya milîtarîzmê da. Muslim di nav vê çarçoweyê de li ser xweparastinê sekinî û got, "Her zindî, her bûnewer hewceyî bi xweparastinê heye."