BI DÎMEN

Li Stockholmê ji bo girtiyên di grevê de ne çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne, çalakiyek hate lidarxistin.

 

 

20 Kurdistaniyên ji bo destekkirina grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ketibûn grevê, li meydana Sergel a Stockholmê xwepêşandanek lidar xistin û greva xwe qedandin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe li vir axivî û diyar kir, rejîma AKP'ê ku navçeyên Kurdistanê hilweşand, bi darbeyekê nûnerên gelê Kurd xiste zindanê û zext û êrîşên li ser girtiyan zêde kir.

'EM Ê NEHÊLIN KU ÊRÎŞ BÊN REWAKIRIN'

Goktepe diyar kir, AKP bi rêya guhertina destûra bingehîn re dixwaze zext, êrîş û komkujiyên li ser gelê Kurd û gelên bindest rewa bike û anî ziman, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê destûrê nedin vê yekê û li dijî faşîzmê berxwedanê geş bikin.

Goktepe ragihand, ew greva xwe ya birçîbûnê ya 3 rojan diqedînin, lê belê çalakiyên wan ên li dijî rejîma AKP-Erdogan wê bidome. Ji bo xwepêşandana 22'ê Nîsanê bang li parêzvanên mafên mirovan kir, ku tevlî bibin û têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin.

Li ser navê KNK'ê jî Karwan Saîd peyivî û bibîr xist, ji ber ku daxwazên însanî yên girtiyan ji aliyê rejîma Erdogan ve hatine redkirin, girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Saîd got, "Em ji dewleta Tirk dixwazin ku van daxwazan tavilê qebûl bike. Girtiyên ku zêdeyî 60 roj in di greva birçîbûnê de ne, li ber mirinê ne. Nabe ku Swêd û Yekîtiya Ewropa bêdeng bimînin. AKP niha jî bi zext û şantajê hewl dide destûra bingehîn a nû bide qebûlkirin û bi vî rengî zex, êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan rewa bike. Em ê destûrê nedin vê yekê."

Di çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji girtiyên siyasî re", "Azadî ji Ocalan re, statu ji gelê Kurd re", "Bê Serok jiyan nabe", "Em ê pêşî li faşîzmê bigirin" hate qîrîn.

'HETA KU OCALAN Û HEMÛ GIRTÎ WERIN BERDAN, TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME'

Ji Kurdistaniyên tevlî greva birçîbûnê bû Ahmet Karadagli yê ji bajarê Ûppsalayê hat, diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya bi girtiyan re bi çalakiyên cihêreng bidomînin û ji ANF'ê re axivî:

"Li Kurdistan û Tirkiyeyê, êrîş û zextên giran li ser gelê Kurd û girtiyan heye. Greva me ya birçîbûnê, çalakiyek piştgiriyê ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan e. Em dixwazin di serî de Serok Apo hemû hevalên me yên di zindanan de ne bên berdan. Ji bo aştî û aramiya Kurdistan û Tirkiyeyê ev yek pêwîstiyek e. Ji ber vê yekê, weke Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn, em ji dîktatorî û destûra bingehîn a Erdogan re dibêjin NA."