ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Wanê teqîn: Serpêlek û cerdevanek hate kuştin
Di encama teqîna li navçeya Şax a Wanê de serpêlek û cerdevanek hate kuştin. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Dusseldorfê di roja 3. de ye
Çalakiya greva birçîbûnê a dorveger ya li bajarê Duseldorf ê Elmanya di roja 3. de didome, li herêma Bodenseyê ji çalakiyek hat lidarxistin. -
Rapora İHD'ê: Sala 2016'an 'Sala herî reş' bû
ÎHD'ê binpêkirinên mafan a sala 2016'an kir rapor. Li gorî vê raporê 594 înfazên bêdaraz hatin kirin. Di raporê de hat gotin ku pêwîste xwedî li Mûtabakata Dolmabahçeyê derbikeve û bi demildest bi Ocalan re hevdîtîn were kirin. -
Bahoz Erdal çalakiya li Amedê nirxand
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Dr. Bahoz Erdal çalakiya bi ser navenda polîsên Tirk a li Amedê nirxand. -
Karayilan: Her Kurdekî bi şeref û rûmet divê bêje NA
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan: Divê her kes zanibe; eger dengê 'erê' bi ser bikeve wê dijminatiya li Kurdan zêde bibe. Ji ber vê yekê, her Kurdekî bi şeref û rûmet, divê teqez bêje NA. -
Plansaziya çalakiyên li Elmanyayê hate ragihandin
Kurdistaniyên li Elmanya bi mebesta destekdayina berxwedana girtîgehan sibe li gelek navendan wê çalakiyan bikin. NAV-DEM’ê bang kir ku her kes tevlî çalakiyan bibe. -
Ramanên Ocalan li Zanîngeha Hambûrgê tên nirxandin
Konferansa bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" ku di çarçoveya ramanên Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, bi beşdariya bi sedan kesên ji welatên cuda, dest pê kir. -
Li Kasselê çalakiya piştgiriyê
Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê meşiyan. -
Greva birçîbûnê ya Tarsûsê kete roja 31’ê
Li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a a Tarsûsê, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kete roja 31'ê. Diyar bû ku gardiyanên zilam û leşker bi navê 'lêgerînê' bi ser qewîşa jinan de digirin. -
Yuksekdag: Ji bo dengê NA em biçin ser sindoqan!
Yuksekdag: Ji bo dengê NA, em bi erka xwe rabin, biçin ser sindoqan! Ez bang li gelên me dikim, ku bi jin, mêr, ciwan, extiyar, bi parêzvanên ked, xweza, aştî, azadî û edaletê, bi hemû rengê xwe bêjin NA. -
Li 2 girtîgehên din jî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dest pê kir
Li girtîgeha Kalkandere ya Tîpa L û li Menemen Tîpa T’yê jî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dest pê kir. -
Konferansa 'Modernîteya Demokratîk' li Hambûrgê dest pê kir
Konferansa 'Modernîteya Demokratîk', ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dest pê kir, wê 3 rojan dewam bike. -
Li Denizlî hêviya ji 'NA' mezin e
Hêzên demokrasiyê yên li Denizlî dibêjin ji ber sedema qelşa di MHP’ê de, têkçûna turîzmê, rewşa xirab a tekstîlê û rejîma zextê wê surprîzekê li AKP û MHP’ê bikin. -
Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo berxwedana zindanan dewam dikin
Çalakiyên li Ewropayê, ku ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên lidarxistin, roj bi roj zêde dibin. Li gelek bajaran grevên birçîbûnê, mîtîng û meş tên organîzekirin. -
'Divê em hîn bi xurtî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin'
Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Parlamenta NRW a li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di greva birçîbûnê de ne, ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê bang kirin. -
TJK-E û KCDK-E ji bo çalakiyên 15'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kirin
TJK-E û KCDK-E: Em bang li Kurdan û jinên Kurd ên li Ewropayê, her wiha dostên xwe û hêzên demokratîk-çep-sosyalîst dikin, ku tevlî çalakiyên roja 15'ê Nîsanê bibin. -
8 kes hatin girtin û 10 jî hatin binçavkirin
Ji 19 kesên ku li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçavkirin 8 jê hatin girtin, 6 kes din hatin binçavkirin.Li navçeya Hezex a Şirnexê jî di operasyona ji ber torên civakî de jî 4 kes hatin binçavkirin. -
Girtiyên ketine greva birçîbûnê hatin sirgûnkirin
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, 6 girtiyên siyasî yên ku ketin greva birçîbûnê hatin sirgûnkirin. -
Rêveberê HDP’ê yê rêxistina navçeya Bagcilarê Ovenç jiyana xwe ji dest da
Rêveberê HDP’ê yê rêxistina navçeya Bagcilarê Rikret Ovenç ê dema ku li Bagcilarê xebatên ‘NA’ birêve dibir, kirîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da. -
Li 3 welatan ji bo girtiyan çalakî
Li Swîre, Awûstûralya û Elmanyayê, ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin. -
Gelo çima kîsên dengan ên Elmanyayê çiriyayî bûn?
Derket holê ku roja HDP’yiyan li Elmanyayê herî zêde deng dan, AKP’yiyan li ser sindoqan fen û fût kirine. -
Yildirim: Bila ti gumanên we nebin; em ê bi ser bikevin!
HDP, çend roja mayî ji referandûmê re li Qada Îskele ya Kadikoyê bi gel re civiya. Parlementerê HDP’ê Yildirim ê ku bang li gelê ku bi alên ‘NA’ û ‘Hayir’ herikîn qada Kadikoyê ev peyam da: “Em ê bi ser bikevin; bila gumanên we nebin.” -
Peyama girtiyan: Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin!
5 girtiyên di Girtîgeha Dîlokê de biryar dan ku çalakiyên greva birçîbûnê weke bêdem û bêdorveger bidomînin û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. -
Greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropayê destpê kir
Ji bo piştgirî ji grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê re bê dayîn ku di roja 58'an de ne, li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê greva birçîbûnê destpê kir. -
Demîrtaş: Belkî jî wê dengê we karibe qedera civakê biguherîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş beriya referandûmê peyamek şand û banga çûna li ser sindoqan kir û got, "encam çi dibe bila bibe wê alîgirên azadî û wekheviyê çeperên xwe xurt bikin."