Li Egeyê gel diçe ser sindoqan

Li bajarên Egeyê, danê sibehê dengdêran berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe didin. Li gelek bajaran eleqeyek mezin ji bo dengdanê heye.

Li bajarên Egeyê, danê sibehê dengdêran berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe didin. Li gelek bajaran eleqeyek mezin ji bo dengdanê heye.

ÎZMÎR

 Li Îzmîrê hilbijêr saet di 08.00’an de çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Li navçeya Karabaglarê li pişt 25 pûsulayên deng bêyî mohr lêbixin, deng hat bikar anîn. Rêveberên sindoqê îtîrazî vê kirin û kirin girtek. 

Polîs ji çavdêrên HDP’ê re astengî derxist. Li pêşiya  gelek dibistanan dor çêbû. Li navçeyên Îzmîrê, Konak, Bornova, Karşiyaka, Çigli û Karabaglar tevlîbûna hilbijartinê sedî sed zêdebûye. Bi taybet li navçeyên derdor yên weke Dikili, Urla, Selçuk û Bergama yê tevlîbûna hilbijartinê, ji hilbijartinên din zêde bûye.

MANÎSA

Li Manisa jî dana dengan saet di 08.00'an de dest pê kir. Gel eleqeyek mezin nîşanî referandumê da û çû ser sindoqan. Di saetên serê sibê de gel li ber deriyê dibistanan kom bû û ketin dorê. Welatiyan xwest ev hilbijartin bibe wesîleya xêrê.

MÛGLA

Li bajarê Mûgla , tevlîbûna hilbijêran û eleqe gelek mezin  ya gel ji bo referandûmê heye. Li navçeyên Bodrum, Datça, Milas û Marmarisê tevlîbûn di asta herî jor de ye. Peywirdarê sindoqa hêjmar 1117'an a Dibistana Seretayî ya Salih Zekî Gur û Kadir Tazecan, ji aliyê polîsan ve rastî astengiyê hat. 

Polîsan di ketina dibistanê de li GBT'ya Tazecan nerî û gef lê xwar. 

AYDIN

Li bajarê Aydinê jî gel di saetên serê sibê de çûn ser sindoqan û li pêş dibistanan dor çêbû. Eleqeyek mezin ji bo dengdayînê heye.

DENÎZLÎ

Li bajarê Denîzliyê jî gel di saetên serê sibê de çû ser sindoqê û eleqeyek mezin nîşanî hilbijartinê dan. Li hinek navçeyên Denizliyê tevlîbûn sedî 90 zêde bûye.