BI DÎMEN

Li Parîs hezaran kes ji bo bibin dengê girtiyan meşiyan

Li paytext Parîs a Fransayê, bi hezaran kes ji bo bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ku kete di roja 60’an de, meşiyan.

Di meşa li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd ên Fransa, Ciwanên Azad ên Parîsê hate lidarxistin de, saziyên mîna ACTÎT, ADHK-PARÎS, SKB, BÎR-KAR û Sendîka Solîdarîte jî piştgirî kirin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan di saet 18:00’an de li Qada Repûblîqûe, pankarta bi nivîsa “Berxwedana girtiyên siyasî yên Kurd di roja 60’an de ne” û dowîzên peyamên hestyariyê ji bo girtiyan tîne ziman hilgirtin û belavok belav kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku heta Qada Bastîlle meşiyan, dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” qîr kirin, bang li raya giştî ya Fransa û parêzvanên mafê mirovan kirin ku li hember greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê didome bêdeng nemînin.

Di mîtînga li Qada Bastîlle hate lidarxistin de jî endamê Desteya Dîwana KCDK-E’ê Mûrat Ceylan axaftin kir.

Ceylan ê ku berxwedana di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li zindanan jî gihiştiye roja 60’an silav kir wiha got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo û zextên li ser girtiyan bi tundî şermezar dikim. Tecrîd û zextên li girtîgehan ji tirsa dewleta Tirk û Erdogan tê.

Li Erdogan binêrin ê ku gotin heta meha Adarê wê ti kes nekar li ser vê xaka navê PKK’ê bîne, avahiya midûryeta emniyetê di serê wan de hilweşiya û berxwedana dîrokî ya têkoşîna azadiya Kurd carekî din li Amedê hat nîşandan.

Bila dost û dijmin vê yekê baş bizanibin, heta ku Rêberê me, hevalên me yên girtî û gelê me azad bibe wê berxwedana me bidome.”

Nûnerê ADHK-Parîs jî axaftinek kurt kir û got: “Li vê qada ku şoreşa Fransa lê hate pêk anîn, hevalên ketine greva birçîbûnê ku li ber xwe didin silav dikîn. Em ê bi hevalên xwe yên girtî re berxwedana xwe mezin bikin û ev erkê mey ê rûmetî ye. Em wan bi ruhê Kemal Pîr silav dikin. Bi şîara li hundir û li derve zincîran parçe bike, em ê berxwedanê mezin bikin.”

Çalakî bi dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan” ve bidawî bû.