Girtî: Mudaxile ne ya qebûlkirinê ye, em ê li ber xwe bidin!

Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 61. de ne. Rêveberiya Girtîgeha Şakranê ragihand, ku ew ê 'bi zorê' mudaxileya tibî li girtiyan bike.

Girtiyan bi rêy malbatên xwe ragihandin, ku ew ê vê nêzîkatiyê qebûl nekin û destnîşan kirin, ku eger bûyereke neyînî biqewime wê rêveberiya girtîgehê û Wezareta Edaletê ji vê yekê berpirsyar bin.

Greva birçîbûnê ya 13 girtiyên li Girtîgeha Kampusa Şakranê, ev 61 roj in bi rengekî bêdorveger-bêdem dewam dike. Ji 29 girtîgehan 278 girtiyên din tevlî vê greva birçîbûnê bûn. Çalakî roj bi roj mezin dibe.

Girtiyên li Beşa T2 a li Girtîgeha Şakranê, îro bi malbatên xwe re axivîn û ragihandin, ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotine, eger grevê neqedînin ew ê 'bi zorê' wan rakin revîrê û mudaxileya tibî li wan bike. Girtiyan destnîşan kirin, ku ew vê nêzîkatiyê bi ti awayî qebûl nakin û gotin, "Rêveberiya girtîgehê ji me re got, ku 'rewşa me ya tenduristiyê di asteke xetere de ye û wê bi me re bê revîrê û divê em grevê bidawî bikin'. Me ji rêveberiya girtîgehê re got, ku em vê nêzîkatiyê bi ti awayî qebûl nakin. Em ê vê nêzîkatiya girtîgehê qebûl nekin û li dijî vê pêkanîna kêfî li ber xwe bidin. Eger li vê derê rewşeke neyînî rû bide, wê rêveberiya girtîgehê, Wezareta Edaletê û raya giştî ya xemsar berpirsyar be. Em mudaxileyeke tibî ya li derveyî îradeya me, qebûl nakin. Divê bala raya giştî li ser mijarê be."