Li Fransa û Kanada ji bo girtiyan destek
Kurdistaniyên li Fransa û Kanadayê dijîn, berxwedana girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de slav dikin.

DRAGÛÎGNAN
Li bajarê Dragûîgnan ê li Başûrê Fransayê, ji bo desteka li greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî meşek hate kirin. Di meşê de ku bi tevlêbûneke zêde pêk hat dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "AKP a terorîst û Erdogan ê terorîst", "Berxwedana zindanan rûmeta me ye’ hatin berzkirin.
Di meşê de her wiha danezanên agahdarkirinê jî hatin belavkirin.
TORONTO
Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî desteka ji bo girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne didome. Greva birçîbûnê îro ji hêla komeke nû ve dewr hate girtin.