NÛ BÛ

Dengdayîna li gelemperiya Tirkiyeyê bi dawî bû

Dengdayîna referandûma 16’ê Nîsanê ya li gelemperiya Tirkiyeyê ku saet di 17'an de bi dawî bû. Hejmartina dengdana destpê kir.

Piştî ku li 32 bajaran saet di 16'an de dengdayîn referandumê bi dawî bû li 49 bajarên din jî dengdan saet di 17.00'an de bi dawî bû. Li tevahiya Tirkiyeyê 167 hezar û 140 sandoq hate danîn û 55 milyon û 319 hezar 222 hilbijêran dengên xwe bi kar anîn. Hate hînbûn ku beşdariya referandumê zêde ye.

SINDOQ TÊN VEKIRIN

Piştî ku dengdan bi dawî bû, sandoq wê bên vekirin, deng bên hejmartin, girtek bên girtin, zerf û hejmara hilbijêran bînin ber hev. Piştre jî zerf wê bên hejmartin û ev bên nivîsandin. Li gorî mezuetê ev wê li lênûska girtekê bên nivîsandin. Di heman demê de îtirazên bên kirin karên hejmartina dengan wê nede rawestandin. Piştre pusulayên dengan ên bikin hundirê torbeyan, li gorî hejmara zerfên ji sindoqan bên derxistin derbasî girtekan bikin. Hejmara dengan û encam derbaskirina cetwelên bi dawî bû serokê lijneya sindoqan wê bi dengeke bilind encaman aşkera bike. Piştre jî deng wê bi torbeyan ji aliyê 2 endamên lijneya sindoqan ve wê bibin lijneya hilbijartinê ya navçeya girêdayî.