NCKD li Bergîsch Gladbach Kongreya xwe ya 4’emîn lidar xist

Li bajarê Bergîsch Gladbach ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kongreya xwe ya 4’emîn lidar xist.

Kongre li salona Sûn Calofornîa yê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî dîwan hate hilbijartin. Piştê hilbijartina dîwanê rewşa sîyasî hate nirxandin. Di nirxandinan de, li ser grevê birçîbûn a bêdem û bêdorveger ê ku ev 60 roj e berdewam dike hate kirin. Ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê banga piştgiriyê hate kirin.

Piştî nirxandinan rapora karê salekê hate xwendin, li ser xebatan nirxandin hatin kirin. Aynur Şakar û Hesen Gozlugol wek Hevserokên sala nû hatin hilbijartin.