ROJANE
Hemû Nûçe
-
Encama bi guman a referandûmê
Li Tirkiyeyê, paketa destûar bingehîn a dîktatoriya Erdogan, li hemberî dengê NA yê ji sedî 4.6'an bi dengê 'erê' yê ji sedî 51.4'an hate qebûlkirin. -
Çalakiyên ji bo berxwedana zindanan dewam dikin
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên lidarxistin, dewam dikin. -
Çapemeniya cîhanê bi îxlalên di referandûmê de hesiya
Çapemeniya cîhanê bi îxlalên AKP'ê yên di dema referandûmê de hesiya û destnîşan kir, ku Erdogan bi zorê bi ser ketiye. Saziyên çapemeniyê ragihandin, ku ev yek 'peyameke girîng e'. -
Schûlz: Encama referandûmê nîşan da ku Erdogan ne Tirkiye ye
Serokê berê yê PE û Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) Martîn Schûlz, li ser encamên referandûmê got, "Eşkere bû ku Erdogan ne Tirkiye ye." -
Kongreyên NCDK hatin lidarxistin
Li Elmanya, Belçîka, Fransa û Swîsreyê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel kongreyên xwe pêk anîn. -
YE wê li benda rapora OSCE be
Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê (YE) de hate ragihandin, ku encamên referandûmê hatine 'notkirin' û hat gotin, wê li benda rapora îxlalan a ji aliyê çavdêrên OSCE ve tê amadekirin. -
Gelan ji polîtîkayên şer û qirkirinê yên Erdogan re gotin 'NA'
Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan, di referandûma 16'ê Nîsanê de, ku ji bo xurtkirina dîktatoriya xwe ya 'yek şexsî' amade kir, encama li bendê bû bi dest nexist. -
Jaglan: Divê hikûmet di mijara gav avêtinê de hişyar be
Jagland: Li Tirkiyeyê divê rêveberî li gorî encamên ji referandûmê derketîn li ber çavan bigire, ji niha û şûn ve jî di mijara gav avêtinê de hişyar be. -
Wekîlên HDP’ê: Encam ne meşrû ne, em nas nakin
Parlemeterên HDP’ê Huda Kaya û Fîlîz Kerestecîoglû yên ku encamên referandûmê ji ANF’ê re nirxandin, diyar kirin ku wê encamên ne meşrû, nas nekin. -
HDK: Têkoşîna me ya li dijî ‘Yek kesiyê’ wê bidome
HDK: Têkoşîna me ya li dijî ‘Yek kesiyê’ ya di nav şertên giran de wê ji niha û pê ve jî bi biryardarî bidome. -
Li Stenbolê dirûşmên ‘Hikûmet îstîfa’ tên qîrandin
Li Stenbolê gel derketin ber paceyan û bi lêdana beroşan û bi dirûşmên “Hikûmet îstîfa” encamên ne fermî û bi guman ên referandûmê prosteto kirin. -
Baydemir: Encamên sindoqan û encamên YSK'ê ne wek hev in
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir têkildarî encamên referandûmê li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniyek da û wiha got: "Divê vîna ku kete sindoqan û ya ji sindoqan derketî heman be." -
Li Torosan di 10 sindoqan de hejmara dengan ji hilbijêran zêdetir derket
Li navçeya Torosan li dibistanekê di 10 sindoqan de ji hejmara hilbijêrên tomarkirî zêdetir deng derketin. -
Polîsan êrîşî girseya li pêşiya YSK'ê kombûyin kir
Têkildarî encamên bi guman ên referandûmê girseya gel li pêşiya avahiya YSK'ê kombûn, polîsan êrîşî girseyê kir. -
Raportora Parlementoya Ewropayê Pîrî: Em bi fikar li benda raporên AGÎT’ê ne
Şîroveya yekem a Yekîtiya Ewropayê ya li ser encamên ne fermî ya referandûma, îro ji aliyê Raportora Parlementoya Ewrûpayê Katî Pîrî ve hate kirin. Pîrî got: “Em bi fikar li benda raporên AGÎT’ê ne”. -
Girtiyên berxwedêr gotin “NA”
Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê di greva birçîbûnê de ne bi 195 dengan gotin “NA”. -
Onder: Ji ser sindoqan veneqetin
Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder got ku daneyên Ajansa Anadolûyê û yên Saziya Bilind a Hilbijartinê hevdu nagirin. -
Serokê sindoqan dengên bê mohr, mohr kir!
AKP, di fen û fûtên xwe yên hilbijartinê de sînoran nas nake. Serokê sindoqan pusulayên dengan ên bê mohr, mohra ‘Erê’ li ser dixe.! -
Navenda Giştî ya HDP’ê, manîpulasyonekî bi qasî 3-4 puanan heye
Di daxuyanaiya li ser hesabê Twîtter Navenda Giştî ya HDP’ê hate dayîn de, hat diyarkirin bê ku temaşeyî necaman bikin wê îtiraz bike. -
CHP: Li Stenbolê ji sedî 56, li Îzmîrê jî ji sedî 70.3 ‘NA’ li pêş e
Alîkarê Hevserokê Giştî yê CHP’ê Erdal Aksunger diyar kir ku, li Stenbolê ji sedî 56, li Îzmîrê jî ji sedî 70.3 ‘NA’ li pêş e. Aksunger bal bir ser vê yekê ku kanalên hin televîzyonan encaman manîpule dikin. -
Li Mêrsînê li edliyeya ku deng di hatin hilbijartin de elektirîk hate qûtkirin
Li Edliyeya Mêrsînê ya ku encamên referandûmê lê dihat hilbijartin, elektirîk hate qûtkirin. -
YSK, agahiyên têkildarî encama referandûmê qut kir
YSK’ê tora agahiyên têkildarî encamên referandûmê qût kir. -
Stenbolê got: NA
Li Stenbolê ji sedî 50.6’an dengê ‘NA’ bikaranî. -
Li girtîgehan ji sedî 80’ê dengê ‘NA’ derket
Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê yên ku deng bi kar anîn, ji sedî 80’ê degê ‘NA’ bikar anîn. -
HDP: Sindoqan ne terikînin
HDP’ê bang kir ku sindoqan ne terikînin.