Dengdana li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, dengdana ji bo referandûmê dest pê kir. 55 mîlyon 319 hezar û 222 hilbijêr wê dengê xwe bidin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, dengdana ji bo referandûmê dest pê kir. 55 mîlyon 319 hezar û 222 hilbijêr wê dengê xwe bidin.
Ji bo referandûma li ser guhertina destûra bingehîn, dengdêrên li Kurdistanê saet di 07:00 û yên li Tirkiyeyê jî saet di 08.00 de dest bi dayina dengan kirin.
Dengdana li Kurdistanê wê saet di 16:00 û ya li bajarên din jî saet di 17:00 de biqede.
Ji bo dayina dengan, divê hilbijêr nasnameya xwe ya jî belgeyeke fermî ya ku nûmaraya nasnameyê li ser e, bi xwe re bîne.
Di referandûmê de wê 55 mîlyon, 319 hezar û 222 hilbijêr di 167 hezar 140 sindoqan de dengê xwe bidin.