ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji çavê girtiyan Girtîgeha Şakranê
Yek ji girtîgehên ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger lê didome T4 Girtîgeha Şakranê ye. Em çend notên ji rojnivîska girtiyên di greve de ne parve dikin. -
Li Enqereyê bi hezaran kes encaman prostesto dikin
Bi hezaran kesên ku li Parka Kûgûlûyê ya Enqereyê hatin ba hev, encama bi guman a referandûmê protesto dikin. -
Rewşa Awarte tê dirêjkirin
Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK), di serokatiya Erdogan de kom bû. Civîn nêzî 50 deqîqeyan domand û di civînê de pêşniyara dirêjkirina Rewşa Awarte hate kirin. -
Beşîktaş li hemberî dek û dolabên referandûmê li ser piyan e
Li Beşîktaşê bi hezaran kes hatin gel hev û bi sloganên “Erdoganê diz û qatîl”, “Na, neqediya, em têkoşînê didomînin” meşiyan. -
Li Dusseldorf, Edînbûrgh û Parîsê çalakî
Çalakiyên li Ewrûpayê yên ji bo balbirina ser berxwedana li girtîgehên Tirkiyeyê didomin. Li Dusseldorf, Edînbûrgh û Parîsê îro jî çalakî hebûn. -
Gerîllayê HPG’ê Jiyan Firat ber bi koça dawî hate oxirkirin
Gerîllayê HPG’ê Jiyan Firat Esîn ê ku di şerê Karazê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Yenîkoyê ber bi koça dawî hate oxirkirin. -
Li Beşîktaşê meşa ‘Na, hê xelas nebûye, wê têkoşîna me bidome’
Bi hezaran kes li Bêşîktaşê hatin gel hev, bi dirûşmeyên “Dizo, qatîl Erdogan”, “Na hê xelas nebûye, wê têkoşîna me bidome” berz kirin û bi pankarta “NA, em bi ser ketin” li dijî bêqanûniya encamên referandûmê dimeşin. -
Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist
Li bajarê Nîenbûrgê yê Elmanyayê, Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 3’emîn a asayî li dar xist. -
Nehiştin ku Vîllûmsen biçe serdana girtiyên di greva birçîbûnê de ne
Daxwaza hevdîtina bi girtiyên li Girtîgeha Şakranê yên ku di greva birçîbûnê de ne, ya parlementerê ji Danîmarkayê Nîkolaj Vîllûmsen ji aliyê rêveberiya girtîgehê nehat qebûl kirin. -
Li Îzmîrê polîsan êrîşî gel kir ên ku dixwestin encamên referandûmê protesto bikin
Li Bornovayê ya Îzmîrê girseyeke xwest ku encamên referandûmê protesto bike û polîsan êrîşî vê girseyê kirin. Gelek kes jî hatin binçavkirin. -
Li Wêranşarê îxlal: Di 60 sindoqan de deng bi komî hate bikaranîn
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê yê Rihayê Yavûz bal kişand ser dengên herêma Wêranşarê ku di 60 sindoqan de 13 hezar û 67 dengên 'Erê', 58 dengê 'NAa derketiye û wiha got; "AKP’ê bi îmzeya kesekî dengên komî bi kar aniye." -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 5’an de ye
Greva birçîbûnê ya ji bo bihistyariya grevên birçîbûnê yên di roja 63’an de li girtîgehan didome, li Strasboûrgê hatibû dest pê kirin di roja 5’an de ye. -
Di nexşeya dengên bêmohr de Kurdistan di serî de ye
Nexşeya dengê bêmohr yên ji bajarên Kurdan hat parvekirin. -
Dengê bêmohr di sala 2014’an de hilbijartin dabû betalkirin
Di hilbijartina 2014’an de ya ku BDP bi ser ketibû, bi hinceta ku dengê bêmohr hilbijartin hatibû betal kirin. -
Parêzer Demîrer: Girtiyê di asta krîtîk de xwîn ji qirika wî hat!
Parêzer Fatma Demîrer li ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê da agahî da û got, “Muwekîlê me Şîrvan Bîlîk xwîn ji qirika wî hatiye.” -
Di cîhanê de ji Erdogan re pîrozbahiya destpêkê ji aliyê El Kaîdeyê hat
Koma çete Ehrar el Şam a ku aligirê El Kaîdeya Sûriyeyê ye, ji Serokkomarê Tirk Erdogan re got ‘Birayê me’ û ji ber encamên referandûmê, ew pîroz kir. -
Di referandûmê de fêl û hîle herî zêde li Kurdistanê hatiye kirin
Xwediyê AKAM'ê Kemal Ozkîraz diyar kir, pûsûlayên bê mohr herî zêde li bajarên Kurdan hatine dîtin û di hilbijartinê de fêl hatiye kirin. -
'Hemwelatîbûna Tirkên gotine 'Erê' dibe ku betal bibe'
Li Belçîkayê daxwaz hat kirin ku hemwelatîbûna Tirkên dengê 'Erê' dane bê betalkirin. Li Hollandayê jî siyasetmedaran gotin, Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve diçe. -
Li Essenê ji bo Çûva û Erhan mewlûd hate dayîn
Kurdên li bajarê Essenê dijîn, ji bo Nêçirvan Akbal û Nûjiyan Erhan mewlûd dan. -
Saziyên Kurd ên li Moskowayê piştgirî dan grevên birçîbûnê
Nûnerên saziyên Kurd ên li Rûsyayê ji Rûsyayê xwestin, ku li pêşberî zext û zordariya li girtîgehên li Tirkiyeyê bêdeng nemîne. -
KODAR ji bo demokratîkbûna Îranê nexşerêyekê amade dike
Komelga Demokrasî û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), wê di rojên pêşde li ser çareseriya pirsgirêka Kurd a li Îranê û naskirina mafên dmeokratîk nexşerêyekê amade bike. -
Greva birçîbûnê di roja 62. de ye
Greva birçîbûnê ya 15'ê Sibatê dest pê kir, di roja 62. de ye. Bi tevlîbûna girtiyên li girtîgehên din re çalakî berfireh û dijwar bûye. -
Nameya girtiyên di grevê de ne: Bibin dengê me!
Girtiyên li beşa T2 a Şakranê ev 62 roj in di greva birçîbûnê de ne, nameyek şandin û bang li raya giştî kirin. -
Li bajarên ku Şaredarî hatin desteserkirin, 'NA' deng veda
Li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê yên şaredarî hatin desteserkirin, bi rêjeyek bilind dengê NA bi ser ket. -
'Em encama referandûmê nas nakin'
Platforma NA ya li Ewropayê, der barê encama referandûma duh de daxuyaniyek da û got, "Em encama referandûmê, ku bi hîleyê hate kirin nas nakin."