BI DÎMEN

Çalakgerên li Strasboûrgê: Berxwedana zindanan berxwedana azadiyê ye

Greva birçîbûnê ya li pêşiya vahiya Konseya Ewropayê di roja 4. de ye. Çalakgeran gotin, berxwedana li zindanan berxwedana azadiya gelekî ye û bang li her kesî kirin, ku tevlî vê berxwedana azadiyê bibin.

Greva birçîbûnê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo destekkirina grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê hate destpêkirin, di roja 4. de ye.

29 çalakger bi rengekî bêdem-bêdorveger di greva birçîbûnê de ne. Gelek kes jî bi awayekî dorveger dikevin grevê û piştgiriyê didin wan.

Çalakger balê dikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku di roja 61. de ne û ji her kesî dixwazin ku her qadê bikin qada çalakiyê.

Komek ji çalakgeran jî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li nava dêran geriya û dosya pêşkêş kir. Çalakger her wiha bi baldarî encamên referandûma îro ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dişopînin.

Ji çalakgeran Kenan Ayaz, Tahîr Koçer û Alî Gursu ji kamerayên me re axivîn, bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û destnîşan kirin, ku divê piştgiriya ji bo berxwedêrên zindanan bê xurtkirin.

AYAZ: EV BERXWEDAN BERXWEDANA MAZLÛMAN Û MEHMET TÛNÇAN E

Kenan Ayaz bibîr xist, ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan gihîştine ber sînorê mirinê û destnîşan kir, daxwazên çalakgeran daxwazên tevahiya gelê Kurd in. Ayaz got, "Îro careke din zindan pêşeniyê ji berxwedanê re dike" û anî ziman, ku divê bi çalakiyên li her qadê, piştgirî ji berxwedanê re were dayîn.

Ayaz diyar kir, berxwedêrê herî mezin ê zindanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Daxwaza herî mezin a berxwedêrên îro li zindanan jiyana xwe dane ber mirinê, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev daxwaza daxwaza me hemûyan e, daxwaza herî mezin a gelê Kurd e. Em ê dest ji vê bernedin. Bila her kes zanibe, ev berxwedan dewama berxwedana Mehmet Tûnçan, Mazlûm Doganan, Kemal Pîran e. Ev berxwedan wê bi ser bikeve."

KOÇBER: BERXWEDANA ZINDANAN BERXWEDANA ISRARA GELÊ KURD A JI BO AZADIYÊ YE

Tahîr Koçer jî destnîşan kir ku berxwedana zindanan berxwedana azadiyê ya gelekî ye û got, "Li dijî konsepta tinekirinê ya li ser gelê me tê ferzkirin, divê em xwedî li berxwedana li zindanan derkevin." Koçer anî ziman, desteka ji bo grevên birçîbûnê tê wateya israra di daxwaza azadiyê de. Koçer ragihand, heta daxwazên girtiyan bi cih werin anîn, wê li Strasboûrgê çalakiya xwe bidomînin û bang li Kurdistanî demokratên Tirkiyeyî yên li Ewropayê kir, ku xwedî li çalakiya wan derkevin.

GURSU: DIVÊ DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME BIN

Alî Gursu ku ji bo piştgiriyê ketiye greva birçîbûnê ya bi dorvegerî got, "Her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im, ez sosyalîst im' divê piştgiriyê bide gelê Kurd." Gursu destnîşan kir, ku bi berxwedana zindanan re heta roja îro pêşî li polîtîkayên zaliman hatiye girtin û got, "Divê li her derê çalakî bên lidarxistin, destek ji berxwedana zindanan re bê dayîn û xwedî li daxwazên wan bê derketin."