Hamzaoglû: Ji bo Tirkiyeyeke bê Rewşa Awarte 'NA'
Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû dengê xwe li Stenbolê da. Hamzaoglû got, "Ji bo Tirkiyeyeke bê Rewşa Awarte, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em dibêjin 'NA'."
Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû dengê xwe li Stenbolê da. Hamzaoglû got, "Ji bo Tirkiyeyeke bê Rewşa Awarte, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em dibêjin 'NA'."
Hevbedevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû dengê xwe li sindoqa bi hejmara 1025 a li Dibistana Seretayî ya Şamsî Paşa ya li Uskudarê dengê xwe da.
Hamzaoglû dengê 'NA' da û got, "Eger em karibin îro di asta ji sedî 85 de biçin ser sindoqan, bawerim wê dengê 'NA' weke bijartiyea yekane û rewa bi ser bikeve. Ji ber ku alîgirên Rewşa Awarte dengê 'erê' dixwazin. Ji ber vê yekê dengê 'NA' encama yekane ya rewa ye. Û alîgirên dengê 'erê' soz dan hilbijêren xwe ku wê cezayê Îdamê bînin. Ji bo Tirkiyeyeke bê Rewşa Awarte, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, em dibêjin 'NA'."