ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tirsa ji dengê 'NA': Li sê bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin
Li Edene û Mersînê bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Dersîmê jî 16 kes hatin girtin. -
Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li wezaretê dan
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo biçin hevdîtina Ocalan û 3 girtiyên din, serî li wezaretê dan. -
Yuksekdag: Dengê 'NA' wê bi ser bikeve
Yuksekdag di rûniştina dozê de axivî û got, di referandûmê de wê dengê 'NA' bi ser bikeve. -
Li Enqereyê jî malbatan dest bi greva birçîbûnê kirin
Desteka ji bo grevên birçîbûnê yên girtiyan didome. Li Enqereyê jî malbatan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Wanê jî, komeke nû greva birçîbûnê dewr girt. -
NY hişyarî da: Eger dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê mafên mirovan hîn bêhtir bên binpêkirin
Raportorên Taybet ên NY gotin, pêkhatina referandûmê di nava şert û mercên Rewşa Awarte de cihê fikaran e û hişyarî dan, ku eger dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê hîn bêhtir mafên mirovan bên binpêkirin. -
Li 20 girtîgehan zêdeyî 200 girtî di grevê de ne
Grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî mezin dibin. Zêdeyî 200 girtî li 20 girtîgehan di grevê de ne. Greva birçîbûnê ya li Şakranê di roja 58'an de ye. -
'Li dijî komkujiyan û ji bo azadiya xwe em bibêjin, NA'
Nivîskar Recep Maraşli û Serokê Enstîtûya Kurd a Brukselê Derwêş Ferho li dijî polîtîkayên komkujî û asîmîlasyonê di serî de gelê Kurd bang li hemû gelan kirin ku di 16’ê Nîsanê de dengê 'NA' bidin. -
Wekîlên Şirnexê: Em di 16’ê Nîsanê de bersiva xwe bidin!
Wekîlên HDP’ê yên Şirnexê Sariyildiz û Bîrlîk bang li gelê Şirnexê kir ku di 16’ê Nîsanê de biçe ser sindoqan. -
Wezîrê Elman ji bo Erdogan got: Ev kes bêhna mirovan teng dike
Li Elmanyayê, ku tevî hemû zext, zordarî û komkujiyên salên dawî piştgirî ji hikûmeta AKP'ê re hate dayîn, gotinên Wezîrê Maliyeyê yên li dijî Erdogan di rojevê de ye. -
AvEG-Konê ji bo geşkirina berxwedanê bang kir
AvEG-Konê li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên li Tirkiyeyê daxuyaniyek da û ji bo geşkirina piştgirî û berxwedanê bang kir. -
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê didomin
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li Ewropayê dewam dikin. Li gelek bajaran, grevên birçîbûnê û mîtîng hatin lidarxistin. Çalakger xwedî li girtiyên di grevê de ne derdikevin. -
'Em bi dengê NA li ber vê rewşa ne rewa rabin'
Akademîsyen Galîp Genîz Altinay, ku ji ber mohra xwe danî binê belavoka aştiyê ji zanîngehê hate avêtin diyar kir, referandûma ku desthilatdariya AKP-MHP ferz dike rewa nîne û ji her kesî xwest, bi dayina dengê NA, li ber vê rabin. -
Pisporên Bîrîtanî diyar kirin ku di êrîşa Îdlîbê de gaza Sarîn hatiye bikaranîn
Ji ber êrîşa kîmyamî ya ku 4’ê Nîsanê li bajarê Îdîlbê hate bikaranîn her ku diçe zextên li ser Sûriyeyê zêde dibe. Nûnerê Bîrtîanyayî yê ku agahî da BMGK’ê, di nimûneyên ji cihê bûyerê hatin girtin de gaza sarîna hatiye bikaranîn. -
Ji ber êrîşa Dortmundê kesêkî ku tekîliya wî bi DAÎŞ’ê re hate binçavkirin
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, piştî êrîşa li nêzî otobusa tîma footbola Dortmund Borussîayê, gumana çalakiya terorîstên radîkal zêde bû, hat ragihandin ku piştê lêkolînan ji 2 çeteyên gumanbar yek hate binçavkirin. -
Bûldan ji Gundogduyê bang kir: Kurd ji bo te nabêjin ‘Erê’!
Parlementera HDP’ê ya Stanbolê Pervîn Bûldan a ku di mîtîngê de axivî wiha got: “Dema ku em deng bi kar bînin, divê kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin ji bîr nakîn. Ji ber wê em dibêjin ‘NA’.” -
‘Em ê xwedî li ‘NA’yên xwe derkevîn’
Platforma NA ya Ewropayê: Em weke Platfrorma NA ya Ewropayê wê têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî faşîzmê, wê piştî referandûmê jî bidomînin. -
Gefên binçavkirinê li HDP’yiyên ku stand vekirin tên xwarin
Polîsan bi hincetên wêneyên hevserokên HDP’ê û muzîkên Kurdî li standa ku li Edîrneyê hatiye danîn, hatiye pêxistin, gevfa binçavkirinê li HDP’yiyan xwarin. -
Li Meletiyê êrîşî wesayîta HDP’ê ya ku xebatên referandûmê bi rêve dibirin hate kirin
Li Meletiyê kesekî bi kevirina êrîşî wesayîta HDP’ê ya ku xebatên refarandûmê bi rêve dibirin kir. Camên wesayîta hilbijartinê ya HDP’ê hate kirin. -
Mîtînga HDP’ê ya Îzmîrê destpê kir
Mîtînga HDP’ê ya Îzmîrê destpê kir. Li qada ku coşek mezin heye bi yek dengî dirûşmên mîna “Ji sîstema yek kesî, qetilkirina jinan, cînayetên kar, şer, mêtîngerî û serokatiya faşîzmê re NA’” deng veda. -
Rêya êrîşkarê li Stockholmê jî li ser Tirkiyeyê re derbas bûye!
Hat diyarkirin ku Rakmat Akîlov ê 39 salî ku li Stockholmê bi kamyonê êrîşek lidar xist û di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû, ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûye. -
Li pêşiya Parlementoya NRW’ê çalakiya greva birçîbûnê
Ji bo piştgiriya zindanan li pêşiya Parlementoya Eyaleta NRW’ê çalakiya kon a bêdem û greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger hate destpê kirin. -
Xebatên dengê NA li gelek navendan didomin
Ji referandûmê re tenê 4 roj ma partiyên siyasî , sendîka û rêxistinên civaka sivîl tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal digerin û banga dengê NA ji welatiyan kirin. -
Li Kopenhag û Atînayê piştgirî ji bo çalakiyên greva birçîbûnê
Bi armaca pitgirîkirina çalakiya girtiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehên li Tirkiyeyê û Kurdistanê, li Kopenhag û Atînayê çalakiya greva biçîbûnê ya dorveger destpê kir. -
Êrîşî avahiya HDP’ê kirin
Li Denîzliyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin. Êrîşkaran li nava avahiyê nivîsên nîjadperest û zayendî yên wekî “Bila Xwedê Tirkan biparêze”, “Em hatin, hûn ne li vir bûn” nivîsandin û 2 komputerên destan û 300 TL desteser kirin. -
Li Ewropayê piştgiriya ji bo berxwedana zindanan zêde dibe
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, li bajarên Viyana û Lînz ên Awûstûryayê, li bajarên Basel û Zurîch ên Swîsreyê û li bajarê Lîmasol ê Qibrisê grevên birçîbûnê yên bi dorveger ên ji bo piştgiriya girtîgehan didomin.