Bi dengdanê re zext û zordariya AKP'ê jî dest pê kir
Îxlala ku AKP ji destpêka kampanya referandûmê ve dike, îro jî dewam kir. Li Colemêrgê jî, welatiyên ku taxên wan hatin hilweşandin ji bo dayina dengê 'NA' çûn ser sindoqan.
Îxlala ku AKP ji destpêka kampanya referandûmê ve dike, îro jî dewam kir. Li Colemêrgê jî, welatiyên ku taxên wan hatin hilweşandin ji bo dayina dengê 'NA' çûn ser sindoqan.
Îxlala ku AKP ji destpêka kampanya referandûmê ve dike, îro jî dewam kir. Li Colemêrgê jî, welatiyên ku taxên wan hatin hilweşandin ji bo dayina dengê 'NA' çûn ser sindoqan.
WAN
Gelê Wanê, bi destpêkirina dengdanê re berê xwe da navendên dengdanê. Dek û dolabên AKP'ê bi dengdanê re dest pê kirin. Li navçeyên Payîzava û Artemêtanê, endamên AKP'ê xwestin bi zorê dengê 'erê' bi gel bidin dayîn. Li ser vê yekê alozî derket.
Li navçeya Artemêtanê, polîsên Tirk li sindoqa bi hejmara 1067'an a li Dibistana Seretayî ya Ertûgrûl Gazî hewl dan bi zorê dengê 'erê' bidin dayîn. Gel li ber vê rabû û alozî derket.
Li navçeya Payîzavayê jî, jendermeryan li navçeya Xoşapê wezîfedarên li ser sindoqan derxistin derve. Piştî ku jenderme ji dibistanê derketin, aloziya li vir qediya.
Li sindoqa bi hejmara 1203 a li Dibistana Seretayî ya Yûnûs Emre ya li taxa Yenî, derket holê ku 57 pisûlayên dengan kêm in.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan li Dibistana Seretayî ya Mehmetçîk Selen, Parlamentera HDP'ê Bedîa Ozgokçe li Dibistana Seretayî ya Kazim Karabekîr, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Ahmet Aygun li Dibistana Seretayî ya Yûnûs Emre, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yakûp Ataş li Dibistana Seretayî ya Valî Mîthat Bey, Gulîstan Orhan jî li Dibistna Seretayî ya Nîyazî Turkmenoglû deng dan.
STENBOL
Tevî qedexeyên hilbijartinê jî li hin dibistanan afîşên 'erê' hatin dîtin.
Li dîwarê Lîseyê ya Mehmet Niyazî Altûg a li Guneşlî ya Bagcilar a Stenbolê, afîşa 'erê' hê daliqandî ye.
Li hewşa Dibistana Navîn a Tantavî Ataturk a li Umraniyeyê wesayîtek bi nivîsa "Erê ji mirina ji bo te" disekine.
Rayedarên ku zexteke giran li dengdêrên NA dikin, bi ti awayî dengê xwe ji van îxlalên 'erê' re nakin.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di dema qedexa derketina derve ya 79 rojan berdewam kir de taxên wekî Cumhuriyet, Gungor, Maxsudavayê hatin xerakirin welatî ji bo ku serê sibehê dengê bavêjin ketin li ser rêyan. Welatiyên ku di nava enqazan de jiyana xwe ji nû ve înşa kirin serê sibehê kom bi kom diçin taxên ku sindoqên wan hatine veguhastin.
Welatiyên ku malên wan hatine xerakirin û li bajar, navçe û gundên derûdorê bi cih bûne û xwendekarên zanîngehan jî diyar kirin ku ji bo dengê xwe bi kar bînin hatine û bal kişandin li ser girîngiya bikaranîna dengan.