ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Ewropayê piştgiriya ji bo berxwedana zindanan zêde dibe
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, li bajarên Viyana û Lînz ên Awûstûryayê, li bajarên Basel û Zurîch ên Swîsreyê û li bajarê Lîmasol ê Qibrisê grevên birçîbûnê yên bi dorveger ên ji bo piştgiriya girtîgehan didomin. -
Li Îzmîrê greva birçîbûnê kete roja 6'an
Li Îzmîrê greva birçîbûnê ya demkî û bi dorveger ku malbatan dayî destpêkirin di roja 6’an de dewam dike. -
Rêveberê PJAK'ê Şaho: Em berxwedana zindana silav dikin
Endamê Meclîsa Rêveber a PJAK'ê Amed Şaho piştgirî da grevên birçîbûnê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bang li gel û siyasetmedarên li Rojhilatê Kurdistanê kir, ku li ber hovîtiya AKP'ê rabin. -
KCDK-E li Strasboûrgê dest bi greva birçîbûnê dike
Ji bo destekkirina grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê, ku di roja 57'an de ne, li Ewropayê jî greva birçîbûnê dest pê dike. Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Tûgba Hezer jî wê beşdarî grevê bibin. -
Operasyonên ji bo referandûmê: 152 kes hatin binçavkirin
Li Amed û Stenbolê, 152 kes hatin binçavkirin ku rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de hene. -
Soylû li derewa xwe mikur hat
Suleyman Soylû, ku ji bo teqîna li avahiya emniyeta li Amedê gotibû, "Di dema tamîra wesayîtekê de rû da. Êrîş ji derve nehatiye kirin" li derewa xwe mikur hat. Soylû îro jî got, "Di binê avahiyê de tunelek kolandine û teqemenî bi cih kirine." -
Aşçi: Em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
Parêzer Behîç Aşçi, ku li dijî tecrîd û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan di sala 2006'an de 293 rojan kete grevê, diyar kir ku divê xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin. -
Li 27 girtîgehan 219 girtî di greva birçîbûnê de ne
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger di roja 57. de ye. Her roj girtiyên nû tevlî grevê dibin. Li 27 girtîgehan, 219 girtî ku 38 ji wan jin in, di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. -
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo grevên birçîbûnê dewam dikin
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo xwedîderktina li berxwedana grevên birçîbûnê dewam dikin. -
ÎHD: Bila derbasî qonaxa jêveger nîne, nebe
Ji Komîsyona Girtîgehan û rêveberiya ÎHD'ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen destnîşa kir, ku grevên birçîbûnê bêyî bigihêjin qonaxa ku ji aliyê tibî ve vegera jê nîne, bingehek ji diyalogê re bê danîn. -
Bi fona AKP xapandina 'erê'
Li Wanê, AKP’yî tên cem kesên ku li ber Fona Alîkariyê ya Sosyal, formên di destê xwe de nîşan didin, dibêjin, "bibêjin 'erê' û bi ser bikevin. Vê formê dagirin, piştî referandûmê em ê bi we re alîkar bin." -
FAO: 7 mîlyon mirovên li dora Gola Çadê birçî ne
Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand, li herêma Gola Çadê ya Afrîkayê, bi mîlyonan mirov birçî ne û ji bo girtina tedbîrên lezgîn, bang kir. -
Parlamenterên ji 9 partiyên Hollandayê xwestin HDP'yî bên berdan
Parlamenta Hollandayê jî piştgirî da parlamenterên HDP'ê ku ji aliyê dewleta AKP'ê ve hatine girtin. Gelek parlamenterên çepgir û rastgir, ji bo azadiya parlamenterên HDP'yî çalakî lidar xistin. -
Wêneyên ku Erdogan aciz kir, bûn pirtûk
Wêneyên pêşangeha ku Serokkomarê Tirk Erdogan jê aciz bû, niha jî bûn pirtûk. -
Li nêzîkî otobusa Tîma Fitbolê ya Borûssîa Dortmûndê teqînek pêk hat
Li bajarê Dortmûn ê Elmanyayê l i nêzîkî otobûsa tîma fitbolê ya Borûssîa Dortmûndê teqînek pêk hat. Di teqînê de kesek birîndar bû. -
Qeyûm Parka Aştiyê hildiweşîne
Li Qelqeliyê ya Wanê yek ji cihê ku şîn mayî Parka Aştiyê bi biryara Qeyûm tê hilweşîn. Qeyûm ê ku dest bi kar kirî, karê yekem darên li parkê jê kirin. -
Li Romayê piştgiriya çalakiyê greva birçîbûnê dewam dike
Li paytext Romayê piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re didome. -
Li Hollandayê û Elmanyayê ji bo girtiyan çalakî hatin lidarxistin
Kurdistanî û Tikiyeyiyên ku li Hollanda û Elmanyayê dijî jî, piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan. -
Li pêşiya Girtîgeha Şakranê çalakî: Bila daxwaz werin qebûlkirin
Ji bo balbirina ser rewşa girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de li pêşiya Girtîgeha Şakranê daxuyanî hat dayîn. Bang li raya giştî hat kirin ku bila deng bidin girtiyên siyasî û bang li hikumetê jî hat kirin ku bila daxwazan qebûl bike. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya malbatan belav dibe!
Malbatên girtiyan, ji bo piştgirî bidin grevên birçîbûnê yên li Girtîgehan de, li Wanê û Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Li Antalya û Enqerê operasyonên qirkirina siyasî
Li Antalyayê 5 û li Enqereyê jî 7 kes hatin binçavkirin. -
Ji Demîrtaş peyamên referandûmê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo referandûma 16’ê Nîsanê ji bo hemû Tirkiyê peyam şandin. Her sê peyamên Demîrtaş ên di 10'ê Nîsanê de hatin şandin, ji aliyê Navenda Giştî ya HDP’ê ve hatin weşandin. -
Dayê Ûveyş li ser gora xwe hate bi bîr anîn
Diya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan, li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Dorpêçkirina Tebqayê: Li eniya rojhilat şer giran e
Li rojavayê navenda bajarê Tebqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Wesayîteke bombebakirî ya çeteyan hate rûxandin. -
Li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê greva birçîbûnê
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan a bi dorveger kirin. Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn jî di nav çalakvanên greva birçîbûnê de ye.