Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhejek çêbû
AFAD’ê ragihand ku li navçeya Kulu ya Konyayê saet derdora 15.46'an bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû.
AFAD’ê ragihand ku li navçeya Kulu ya Konyayê saet derdora 15.46'an bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû.
Îro saet derdora 15.46’ê de li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû. Erdhej, derdora 20 saniyeyan domiya û bajarên derdorê jî hejiyan. AFAD’ê ragihand ku erdhej 18 km’an di bin erdê de çêbûye. Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Kuluyê bû.