ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ebadî li Mûsilê li herêma operasyonê ye
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî, ji bo venêrîna hêzên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, hate Mûsilê. -
Li sê bajaran gelek dengdêrên 'NA' hatin binçavkirin
Rejîma AKP/Qesra Erdogan, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî piştî referandûma bi guman jî didomîne. -
Grevên birçîbûnê li ser banga KCK'ê qediyan
Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, piştî banga KCK'ê bi dawî bûn. -
Li Nurnbergê çalakiya piştgiriyê
Çalakiyên ji bo piştiriya greva birçîbûnê didomin. Kurdistanî û dostên wan ên li Nurnbergê dijîn, bi vê armancê daketin kolanan. -
Ji rojnivîska girtiyên di grevê de ne..
Ji rojnivîska girtiyên li Beşa T-1 a Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, em ê çend anekdotan par ve bikin. -
KONGRA GEL: Faşîzm têk diçe
KONGRA GEL diyar kir, di referandûmê de hêzên demokrasiyê bi ser ketine û destnîşan kir, eger berxwedan bê geşkirin wê faşîzm bi temamî têk biçe. -
HDP'ê giliyê Serokê YSK'ê kir
HDP'ê ji ber referandûma bi fen û fûtan, giliyê Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Guven kir. -
Terora wesayitên zirxî: Kesek hate kuştin, 5 kes birîndar bûn
Li Wanê şevê dî polîsan bi wesayitên zirxî li 2 cihên cuda pê li 5 kesan kirin. 1 kes kuştin û 5 kes birîndar kirin. -
12 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kirin
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, ku ketiye roja 64'an, berfireh dibe. Hat ragihandin, li girtîgehên Curnê Reş û Sêweregê 12 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. -
15 çeteyên DAIŞ'ê hatin berdan
15 çeteyên DAIŞ'ê, ku hefteya bihurî li Konyayê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. -
Ozkaya: Bêyî derengmayînê divê her kes xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
Xebatkara Ozgur Halkê Rabîa Ozkaya ku berî niha bi 12 rojan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê derket, bang li her kesî kir ku destekê bidin berxwedana girtiyan. -
Hûnko li dijî kampanya derewan a AKP'ê daxuyaniyek da
Parlamenterê Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Andrej Hûnko, ku ji ber çavdêriyên xwe yên li ser referandûmê parve kir bû hedefa AKP'ê, daxuyaniyek weşand û nerazîbûn nîşanî hewldanên 'bêgiramî'kirinê da. -
Luksembûrg û Îtalya: Tirkiye nikare bibe endam
Wezîrên Karên Derve yên Luksembûrg û Îtalyayê gotin, ew li dij in ku niha Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. -
Nobeda Azadiyê ji aliyê Kurdên ji Sachsenê ve tê girtin
Çalakiya Nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate destpêkirin, di roja 252. de ye. Komeke nû çalakî dewr girt. -
Li Parlamenta Norwêcê semînera li ser Tirkiyeyê
Li Parlamenta Norwêcê semînerek bi sernavê "Tirkiye ber bi kîjan alî ve diçe?" hate lidarxistin. -
Li London, Parîs, Marsîlya û Hannoverê çalakî
Li paytexta Îngilîstan Londonê, li bajarê Parîs û Marsîla yên Fransayê û li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana girtîgehan çalakî hatin lidarxistin. -
Herî kêm li 14 bajaran encamên referandûmê tên protestokirin
Encamên referandûma 16’ê Nîsanê ya ku YSK eşkere kir tên protestokirin. Di çalakiyên herî kêm ên li 14 bajaran de, biryara YSK ya têkildarî pejirandina dengên bê mohr tê protestokirin. -
Leşkerê li Bazîdê giran birîndar bibû mir
Li navçeya Bazîd a Agiriyê leşkerê ku di ecama teqîna teqemeniya li ser rê hatibû bicihkirin de, giran birîndar bibû mir. -
Li Lînz û Dresdenê çalakiyên piştgiriyê ji bo grevên birçîbûnê
Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Awûstûrya Linzê di roja 7 de didome, li bajarê Elmnaya Dresdenê ji bo balê bikişînin ser daxwazên berxwedêrên zindanan, çalakiyek hat lidarxistin. -
Ji YE’yê ji bo AKP’ê: Divê îdîayên hîleyan’bi awayekî zelal’ bê lêkolînkirin
Komîsyona Yekîtiya Ewopa (YE), têkildarî îdîayên ku Hikûmeta AKP’ê di referandûmê de bêhiqûqî û hîle kirine, bang kir ku ‘bi awayekî zelal bê lêpirsînkirin’. -
Dorpêçkirina Tebqayê: Şerên dijwar diqewimin
Li bakurêrojavayê Tebqayê, di nabera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteên DAIŞ'ê de şerên dijwar diqewim in. Şervanan 2 xwekujên DAIŞ'ê kuştin. -
Greva birçîbûnê ya li Viyanê di roja 8'an de ye: Em xwedî li berxwedanê derbikevin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ji bo girtiyan hatibû destpêkirin didome. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi tevlîbûnên nû didome
Bi armanca piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya ku ev 63 roj e didome, li bajarê Fransa Strasbourgê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatibû destpêkirin, di roja 6'an de bi tevlîbûnên nû didome. -
Erkdarên dewletê yên ku di helîkoptera li Dersîmê ketî de, mirin
Hat ragihandin ku Li Dersîmê helîkoptera ku tê de dadger û polîs hebûn kete xwarê. Li gorî daxuyaniya fermî 12 kes mirine. -
Telal Silo: Bajarê Reqa wê ji aliyê Meclîsa Sivîl ve were birêvebirin
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mîralay Telal Silo ragihand ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, wê rêveberiya bajêr radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin.