Sînor ji zext û zordariyê re nîne: Dengê vekirî, lêdan, binçavkirin...

Zext û zordariya AKP'yiyan di dengdanê de bi rengekî bê sînor dewam dike. Dayina dengan bi awayekî vekirî, lêdan, girtin û binçavkirin çend ji van e...

Zext û zordariya AKP'yiyan di dengdanê de bi rengekî bê sînor dewam dike. Dayina dengan bi awayekî vekirî, lêdan, girtin û binçavkirin çend ji van e...

RIHA

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, polîs li pêşiya muşahîdên HDP'yî bûn asteng ku biçin ser sindoqan. Li taax Şawatoyê, ku temamiya wê cerdevan e, keyayê Dervîş Gumuş xwest, deng bi rengekî vekirî were dayîn. Ji ber ku ev daxwaz hat redkirin, wezîfeyên HDP'yî yên li ser sindoqê Necmî Taş û Mahmût Şahîn bi lêdanê ji taxê hatin derxistin.

Rêveberên HDP'ê li desteya hilbijartinê ya navçeyê gilî kirin.

Li sindoqa bi hejmara 1083 a li Dibistana Navîn a Încîrlîova ya navçeya Karakopru ya navenda Rihayê, serokê sindoqê pisûlaya dengan bi rengekî ku aliyê 'erê' bê dîtin li hev pêçandiye û bi vî rengî radestî dengêdaran dike.

DÎLOK

Li Dîlokê, dengdayîn jî bi hîleyên AKP'yiyan dest pê kir. Lİ taxa Mesthoyuk a navçeya Nûrdagi, dîmenê dengê bi rengekî vekirî hatin dayîn, hatin weşandin.

Li dibistna Şehîd Nafî Çevîk a taxa Kayaonu ya Şehîtkamîlê jî, di navbear wezîfedarên AKP û CHP'ê de ji bo demeke kurt alozî derket. 

Li heman dibistanê, li sindoqa bi hejmara 2171, derket holê ku 52 deng kêm in. Parêzerên HDP'ê çûn ser sindoqê û kêmaniya pisûlayan qeyd kirin.

EDENE

Li navçeyên Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê, li Dibistana Seretayî ya Karşiyaka, Dibistana Seretayî ya Sakip Sabanci, Dibistana Seretayî ya Çûkûrova, Dibistana Seretayî ya Haci Nazim Tûrgût, Dibistana Seretayî ya Beyazevler Semîha Yucel û Dibistana Seretayî ya Mareşal Çakmak dengdanê seat di 08:00 de bi kêmaniya dengan dest pê kir. Ev yek ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind re hate ragihandin.

Li Dibistana 29'ê Ekîmê jinek navê wê nehat hînbîn, bi îdîaya propaganda "NA" kiriye hate binçavkirin. Li Dibistana Anafartalarê jî ciwanekî bi navê Cîhat Baytekîn ahte binçavkirin. Li taxên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, wesayîtên zirxî digerin.

HATAY

Li hin ji 159 sindoqên i navçeya Reyhanli ya Hatayê, derket holê ku hin pisûlayên hatine belavkirin, ji berê ve mohra 'erê' li wan hatine dayîn.

AMED

Li Amedê, berpirsyaren HDP û DBP'e yên li Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy Haygul Aktaş û Rojîn Şeker hatin binçavkirin.

SEMSÛR

Li Semsûrê, li pêşiya dibistaneke deng lê tê dayîn wesayîtek nivîsa 'erê' li ser e, disekine.

Li Stenbol û bajarên herêma Marmara di saetên serê sibê de hilbijêr çûn ser sindoqan û deng dan. Piştî dengdayînê dest pê kir îhlalên dengdayînê jî dest pê kir. Li 

Arnavutkoy a Stenbolê welatiyê bi navê Turgay Hisoglu dengê "erê" bikar anî û wêneyê wê kişad. Peywirdarê sindoqê der barê Hisoglu de girtek girtin û dengê wî betal kirin. Li Dibistana Navîn a Derince Cumhuriyet a Kocaeliyê jî Nurten Abay du caran deng avêt sindoqê. Li Uskudarê jê li salona sindoqê wêneyê 15'ê Tîrmehê daliqandin. Li Sindoqa Hêjmar 1272 ya li Vîlayên Ustay a Sariyerê jî dema memûrê polîs wêne kişand hat girtin. Peywirdarê sindoqê dengê polîs betal kirin. Li Lîseya Pir Bernameyî ya Alî Kul a Esenyurtê dema deng bikar anîn wêne kişandin. Peywirdaran deng betal kir. Li gelek navçeyên Bajar pankartên "Erê" hat daliqandin. Li Dibistana Navîn a Sultançiftliği ya Çerkezkoy ji hin torbeyên dengan vekiri bû. Hin zarf bê mohr bûn. Li hin dibistanan pusulayên dengan kêm derketin. 

Li Dibistana Seretayî ya Bahçelîveler a Çorluyê jî AKP'îyan li ser sindoqê belavokên "AKP Sandik Rehberi" li serokên sindoqan belav kirin.