Mehmet Şîrîn Tekmenûray, piştî 32 sal hat berdan

Mehmet Şîrîn Tekmenûray ê ku 32 sal li girtîgehên dewleta Tirk hat dîlgirtin, ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê hat berdan.

Mehmet Şîrîn Tekmenûray ku li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Tekmenûray ji hêla malbata xwe, rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê, Hevserokên MATUHAYDER’ê Nûrten Karagoz û Mehmet Zekî Kiliç û rêveberên komeleyê ve hate pêşwazîkirin. Tekmenûray ku bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin, li pêşiya girtîgehê kevokên aştiyê firand.

Tekmenûray li pêşiya girtîgehê axivî û got ku 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd rojeke qedîm e. Tekmenûray, got: “Derketina min a ji qewşê ya di rojeke wiha taybet de, pir watedar e. Têkoşîna me didome. Heta Rêbertiya me azad nebe ji me re jî azadî tune ye. Ez derketim lê bi hezaran hevalên me hêj di girtîgehê de ne. Ji vir û şûnde jî ez ê ji bo heval û gelê xwe tişta ji dest tê bikim. Ez ê ji bo layiqî şehîdên vê têkoşînê bibim bixebitim û têkoşîna xwe bidomînim.”

Tekmenûray, tevî malbata xwe ber bi Antalyayê ve ket rê.