CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
6 deverên cuda yên Besta dişewite
Li Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê û Şehîdgeha Besta yên Bestayê şewat derket. -
Ji sê parên darên li cîhanê parek li ber tunebûnê ye
Li gorî raporekê ku 58.497 cûreyên daran ên li cîhanê hate lêkolîn, metirsiya tinebûnê li ser yek ji sê parên daran e. Di raporê de her wiha hate ragihandin ku guhertina avhewayê gefeke giran li eko sîstema daristanan dixwe. -
Herêma Çiyayê Grîz a Saloxan dişewite
Di saetên şevê de li Çiyayê Girîz a gundê Elmasirt a herêma Saloxan a Çewlikê agir bi daristanê ket. -
Şewata Besta belav dibe, nayê vemirandin
Şewata ku li Girêbestkê ya Besta didome, rê nayê dayîn ku welatî vemirînin. -
Xwezaya Kurdistanê ya dişewite, nayê vemirandin
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrg û navçeya Pîlemurê ya Dersimê, şewatên derketin dewam dikin. Tîmên vemirandinê ji bo agir kontrol bikin, kêm e. -
KCK: Divê em têkoşîna ekolojîk li her derê geş bikin
KCK: Hem ji bo xwedîderketina li qada jiyanî ya Kurdistanê hem jî ji bo meşandina têkoşîna demokrasî û azadiyê bi rengekî hevgirtî, divê têkoşîna ekolojîk li her derê bê birêxistinkirin û xurtkirin. Têkoşînek ji vê bêhtir mafdar û rewa nîne. -
Şewata li Xolxolê xwe nêzîkî gundan kir
Li Xolxolê ji bo ku şewat neheta vemirandin dîsa dest pê kir û xwe nêzîkî gundan kir. -
Daristanên Çiyayê Cûdî dişewite
Li herêma daristanên gundê Beşerî ya qontara Çiyayê Cûdî şewat derket. -
Qada Çemê Roj 3 roj in dişewite, nayê vemirandin
Qada Çemê Roj a Pîlemûriye ev 3 roj in dişewite, lê nayê vemirandin. Welatî diyar dike ku piştî dengê bombeyan şewat li herêmê derketiye. -
'Li dijî zewicandina di temenê biçûk de, tevlî kampanya KJAR'ê bibin'
Gerîlaya Hêzên Parastina Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Jiyan Manî bal kişand ser pirsgirêka civakî ya zewicandina di temenê biçûk de û li dijî vê yekê bang li her kesî ku beşdarî kampanya ‘Zewaca temenê biçûk qirkirina jinê ye” bibin. -
Lehiyên Tîrmeyê yên li Ewropayê ji ber guherîna avûhewayê ye
Ekîba zanyaran a WWA'yê diyar kir lehiyên Tîrmehê yên li Belçîka û Elmanyayê ji ber guherîna avûhewayê ye. -
Li Brezîlyayê gelê xwecihî li qadan e
Li paytexta Brezîlya Brasîlîayê, gelê xwecihî bi kumikê xwe yê ji perê çûkan, bi kincên xwe yên gelêrî, Serokdewlet Jaîr Bolsonaro şermezar kir. -
Şerê li dijî xwezaya Wanê
Li Wanê 5 sal in xweza tê wêrankirin. Kanên mermer, kevir û madenê, her wiha HES xwezayê diherimînin. Çalakiyên ji bo şermezarkirina vê yekê jî dibin hedefa tundiya dewletê. -
Li Îspanyayê germahî bû 47 derece
Li bajarê Montoro yê Îspanyayê germahî derket 47,4 dereceyan. -
Ji ber lehiya li Japonyayê rabûyî herî kêm 6 kes mirin
Di encama barîna zêde ya baranê li Japonyayê lehî rabû û ji ber vê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Behra Reş ji ber lehiyê 51 kes mirin
Di lehiyê de ya ku li Behra Reş rabûbû hejmara kesên mirine bû 51. -
Li şewatên li Kalîforniyayê hişkesalî jî zêde bû
Li eyaleta Kalîforniya ya DYE’ê şewatên mezin ên daristanan ku di dîroka xwe de duyemîn e didomin, niha jî hişkesaliyekî ku mîna wê nehatî dîtin derketiye holê. -
Li Îtalyayê germahî: Li zêdeyî 500 cihî şewat derket
Li Îtalyayê arkuj di nava germahiya zêde li zêdeyî 500 cihî hewl didin şewatê vemirînin. Ji ber şewatê 4 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Daristanên Cezayir dişewite: 65 kes mirin
Hejmara kesên ji ber şewata taybet herêma Kabîliye ya Cezayîrê jiyana xwe ji dest dane gihişte 65 kesî. -
Li Sûdanê lehî rabû: Bi hezaran mal di bin avê de man
Li Sûdanê roja Şemiyê ji ber barana zêde lehî rabû û bi hezaran mal di bin avê de man. -
Girava Eûboeayê di nav agiran de ma
Li Yewnanistanê jî şewata daristanan didome. Dîmenên şewata li girava Eûboeayê (Egrîboz) gelekî trajîk xuya dike. -
Welatên ku sînorên xwe li perevên Deryaya spî hene dişewitin
Welatên ku sînorên xwe li peravên Deryaya spî hene şewatên mezin ên daristanan çêbûn. Gundên li bakurê paytexta Yewnanîstanê ji ber şewatê hatin valakirin. -
Kurdên li Danîmarkayê ji bo bobeleta Wanê seferber bûn
Kurdên li Danîmarkayê li navçeya Elbakê ya Wanê li dijî bobelata lehiyê serferber bûn. -
Li her dera dinyayê daristan dişewitin
Ji serê meha havînê ve li her dera dinyayê agir bi daristanan dikeve. Li Sîbîryayê ya ku yek ji cihê herî sar ê dinyayê agir bi daristanê ket. -
Sîbirya dişewite, li Brezîlyayê jî bahoza berfê
Herêma ku herî zêde sar a Rusyayê Yakutistanê şewata li daristanê derketî li ser herêmek berfireh bandor kir, li Brezîlyayê jî pêlên hewayê sar heye. Li welat bahoza berfê derket.