Mehmet Çakas di bin xetereya dersînorkirina Tirkiyeyê bikin de ye. Dadgeha Bilind a Herêmî ya Celle bi hinceta endamê PKK’ê ye 12 sal û deh meh cezayê girtîgehê li Mehmet Çakas birî. Çakas li Girtîgeha Uelzen a Saksonyaya Jêrîn tê girtin û tê payîn ku di Cotmeha 2025’an de were berdan.
Li Tirkiyeyê ji bi hinc4ta endamtiya PKK’ê doz li Çakas hatiye vekirin û ev doz hîn didome.
PARÊZER ELBERLING: NEHATIYE DÎTIN KU KESÊ CEZA LÊ HATIYE BIRÎN WERE DERSÎNORKIRIN
Parêzer Dr. Bjorn Elberling ji ANF'ê re axivî û got, "Demek dirêj e tê zanîn ku kesên ku li Tirkiyeyê bi endametiya PKK'ê têne tawanbarkirin, bi awayekî adil nayên darizandin. Ji ber vê yekê, bi qasî ku em dizanin, li Elmanyayê qet nehatiye dîtin ku kesê ceza lê hatiye birîn wî dersînorî Tirkiyeyê bikin.
Mehmet Çakas serlêdana penaberiyê kir, lê Daîreya Federal a Koçberî û Penaberan (BAMF) serlêdana wî red kir. Çakas bi rêya parêzerekî îtiraz kir û daxwaza parastina qanûnî ya lezgîn kir. Dadgeha Îdarî ya Luneburgê bêyî ku delîlên ku parêzeran pêşkêş kirine li ber çavan bigirin di 11’ê Hezîrana 2025’an de serlêdana lezgîn red kir. Parêzerê wî li dijî vê biryarê îtiraz kir. Danişîna îtîrazê wê di 8’ê Îlona 20252an were dîtin.
‘HER KÊLIYÊ DIKARIN ÇAKAS DERSÎNOR BIKIN’
Li gorî parêzer Elberling, rayedarên Elman plan dikin ku Mehmet Çakas berî wê dîrokê dersînor bikin û wiha doman: "Dozgeriya Komarê ya Celleyê di 3’yê Tîrmehê de biryar da ku heke Mehmet Çakas were dersînorkirin, wê ji înfaza cezayê din feragat bike. Bi awayekî berbiçav, ev tê vê wateyê ku Mehmet Çakas di bin xetereya dersînorkirina wî ji bo Tirkiyeyê de ye. Her kêliyê dikarin wî ji Girtîgeha Uelzenê derxin û wî dersînorî Tirkiyeyê bikin.