Zap bi çopê jehrî dibe

Şaredariya Colemêrgê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, hemû bermahiyên bajêr diavêje Geliyê Zapê. Çopên ku davêjin qiraxa Ava Zapê, hem Geliyê Zapê hem jî Ava Zapê jehrî dike.

Serokê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik bertek nîşanî rijandina çopê ya li Zapê da û got, “Qeyûm navê  pergala ku erdnîgarî û xwezaya wê herêmê nas nake; naparêze û tine dike ye.”

Ava Zapê, piştî ku ji çiyayên navçeya Elbakê ya Wanê derdikeve, tevlî Geliyê Zapê yên di navbera Colemêrg û Wanê ku Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de derbas dibe, bi çemê Dîcleyê re digihêje Iraqê û piştre di ser Kuweytê re diherike Kendava Korfezê. Geliyê Zapê bi hezaran nebat û mexlûqan xwedî dike, bi sedan jîndarên endemîk jî lê dijîn. Ava Zapê bi milyonan mirov, nebat û heywan xwedî dike. Ev ava ku ji bo mirovahiyê gelek bi qîmet e, ji ber çopê malê yên Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya qeyûmê de ye, jehrî dibe.

Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karman ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, bi bîr xist ku Fadil Bedîrhanoglûyê ku di sala 2009'an de weke Serokê Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hatibû hilbijartin, ji bo santrala paqijkirinê ya ku dê bê çêkirin, ji Ewropayê destek girtiye û hemû bermahiyên Colemêrg û navçeyên wê û li nêzî Pira Nû dest bi çêkirina wê kirine. Karaman got, "Hêvîdar im di demeke kin de ev tesîs bê aktîfkirin û Zap ji vê qirêjiyê xilas bibe."

LI CÎHANÊ TIŞTEK WIHA TUNE YE

Serokê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik diyar kir ku qirêjkirina Ava Zapê, tevgerek li gorî qeyûmê ye û wiha axivî, “Qeyûm navê  pergala ku erdnîgarî û xwezaya wê herêmê nas nake; naparêze û tine dike ye. Bermahiyên navmalî yên bajarekî ji aliyê şaredariyê dikare bê veqetandin û enerjiyek paqij bi dest bixin. Ji ber ku vê nakin, bermahiyên parêzgehekê diavêjin Geliyê Zapê.

Bermahiyên ku diavêjin qiraxa Geliyê Zapê 7-24 saetan dişewite. Bermahiyên ku li vir tê şewitandin, hem zirarê dide xwezayê û hem jî qirêja ku diherike tikeve nava avê. Ev av bi milyonan mirov, zindî xwedî dike. Ev qirêjî dibe sedema mirina bi sedan zindî. Pergalek bi vî rengî depokirina bermahiyên navmalî li tu derê cîhanê tune. Xweza li ber çavan tê qirkirin û qirêjkirin. Divê beriya her tiştî dawî li vê hovîtiyê bê anîn.”