Raportora NY’ê: Şîrketên kurevî ji qirkirina Xezeyê kar dikin

Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese di raporê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê weke qirkirinê bi nav kir û anî ziman ku gelek şîrketên navneteweyî ji aliyê aborî ve kar dikin û divê werin darizandin.

Raportora Taybet a Xaka Dagirkirî ya Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albanese şerê li Xezeyê ya di meha 21’an de ye weke qirkirina eşkereyî ya Îsralê bi nav kir û daxwaza hesabpirsînê ji şîrketên navneteweyî yên ku ji vê pêvajoyê kar dikin, kir

Rapora bi sernavê "Ji aboriya dagirkeriyê ber bi aboriya qirkirinê ve" îdia dike ku şîrket û saziyên wekî Lockheed Martin, Palantir, Volvo, BNP Paribas, Barclays, Vanguard û Fona Dewlemendiya Norwêcî rasterast an nerasterast ji wêranî û mirinên li Xezeyê berpirsiyar in.

Albanese desynîşan kir ku ev şîrket bi piştgirîkirina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê tevkariya binpêkirinên mafên mirovan dikin.

Di raporê de balafirên şer ên F-35, makîneyên giran ên xebatê bê çawa di wêrankirina binesaziya sivîl û jiyana wan de rolek lîstine, bi berfirehî vedibêje. Bi taybetî rexne li hevkariya Palantir bi artêşa Îsraîlê re, makîneyên hilweşandinê ji hêla Volvo ve hatine şandin û piştgiriya şîrketên darayî yên mezin ji bo Îsraîlê, tê kirin.

Albanese di rapora xwe de pêşniyar kir ku ambargoya çekan û cezayên aborî li Îsraîlê were birîn û daxwaz kir ku divê rêveber û şîrket ji ber sûcên navneteweyî li dadgehên ceza yên navneteweyî bên bidarizînin.

Albanese di Konseya Mafên Mirovan a NY'ê de axivî û bang li dewletan kir ku ambargoya çekan li ser Îsraîlê ferz bikin û têkiliyên bazirganî û darayî yên bi Îsraîlê re qut bikin. Albanese dubare kir ku Îsraîl li Xezeyê "kampanyayek qirkirinê" dimeşîne.